Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê

  • rojane
  • 10:05 16 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Ceylan Akça ku piştî şahidiya xwe ya şewitandina gundan û komkujiyên Hîzbûllahê tev li têkoşîna mafên mirovan bû, li Amedê bû namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk. Akça, diyar kir ku dê zêdetir li ser mijarên jin, ziman û azadiyê bisekine. 
 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê demekî kin ma. Partiyên siyasî jî lez dan xebatên hilbijartinê ya 14’ê Gulanê. Partiya Çepên Kesk jî li çar aliyên welêt dest bi vekirina bûroyên hilbijartinê kir û bi gel re civînan li dar dixe. Di vê hilbijartinê de rûyên nû derketin pêş û gel wan mereq dike. Yek ji rûyên nû yên Partiya Çepên Kesk jî namzeta parlamenteriyê ya Amedê Ceylan Akşa Cupola ye. 
 
Akça, di sala 1986’an de li navçeya Hezro ya Amedê ji dayik bû û ji Beşa Çand û Wêjeya Amerîka ya Zanîngeha Dokuz Eylul a Îzmîrê mezûn bû. Akça, niha jî ji heman beşê lîsansa bilind dike. Akça, bi sala ye di qadên jin û mafên mirovan de têdikoşe. 
 
‘MIN TUNDÎ Û BERXWEDÊR DÎTIN’
 
Akça, da zanîn ku di sala 2015’an de bi HDP’ê tev li xebatên siyasetê bû û wiha got: “Dayika min ji Helhelê ye. Li Helhelê her kes wê weke Dayika Sano nas dike. Ez jî neviya dapîra Saniyeyê me. Jixwe tevahiya malbata me bi saya wê hînî têkoşînê bû. Hûn li kîjan kolana Amedê bigerin, Saniyeyê nas dikin. Bi saya wê min têkoşîn nas kir. Lê heke ew nebûya jî jixwe dewletê em pê dan naskirin. Operasyonên li gundan tên bîra min. Ez neçar mam ku yek bi yek bibim şahida hilweşandina hemû gundan. Piştre jî malbata min koçî Rezan a Amedê kir. Li wir jî em bûn şahidên komkujiyên Hîzbûllahê. Min cenazeyê ewil di 8 saliya xwe de li wir dît. Tu li rexekî vê tundiyê û li rexa din jî kesên li dijî vê tundiyê li ber xwe didin dibînî. Min jî têkoşîn bi vî awayî nas kir. 
 
ŞÊWIRMANDIYA MAFÊN MIROVAN A NAVNETEWEYÎ
 
HDP di sala 2015’an de kete Meclisê û ez jî tev li bûm. Bûm şêwirmenda Ayşe Acar Başaran. Di vê pêvajoyê de ez di komîsyonên girtîgehan, hilbijartin, mafên mirovan û dîplomasiyê de xebitîm. Di sala 2019’an de veqetiyam û min dest bi şêwirmendiya Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî kir. Têkildarî mafên hawirdorê, mafên jinan, îşkence û miameleya xerab a di bin çavan de, mafên nûnertiya siyasî û xwebirêxistinkirinê de min rapor amade kirin. Rapora herî dawî jî min têkildarî erdhejan de amade kir.”
 
‘PIR KÊM MA YE KU WINDA BIKIN’
 
Bi domdarî Akça destnîşan kir ku di dema îktîdara AKP’ê de gelên Tirkiyeyê rastî miamaleyên cuda hatine û wiha pê de çû: “Di nava gelan de dijberî sor kirin. Tirkiye kirin du parçe. Miameleya li rojava cuda ya li rojhilat jî cuda ye. Weke mînak; li Stenbolê mafê xwepêşandanê heta astekî serbest e lê li Kurdistanê qet mimkin nîne. Pergaleke wisa heye ku 3 kes bên ba hev, ditirse. 
 
ERDOGAN HEWL DIDE ÎKTÎDARA XWE LI SER PÊYAN BIGIRE 
 
Erdogan her tim bi awayekî nêyînî qala tifaqan dikir lê niha bi derdorên herî biçûk re jî tifaqan çêdike. Ji ber ku ji hêz ketiye û hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Lê li gorî min ev dê bi kêr neyê. Ji bo têkçûna wan demekî pir nêz ma ye. Bi rastî jî serkeftin pir nêz e. 
 
EM DI QONAXEKE KRÎTÎK DE NE
 
Pir zêde mudaxaleyî destkeftiyên jinan dikni. Tirkiyeyê bi îmzekirina Peymana Stenbolê re karekî baş kiribû. Her wiha bi sepana 6284’an jî karekî baş kiribû. Lê hatin astekî wisa ku ji van tiştên baş paşvegavê biavêjin. Ji bo çendek dengên derdorên kevneperest bigirin, paşvegav avêtin. Niha jî ji bo dengên Partiya Jinûve Refahê bigire li ser 6284’ê bazariyê dike. Dema em li belgeya helwestê ya HUDA-PAR’ê dinihêrin, dibînin ku dixwazin jinan tune bikin. Jixwe her tiştekî xerab hatiye kirin ma dê ji vê rewşa xerab zêdetir çi hebe.” 
 
‘QADÊN JIN, ZIMAN Û AZADIYAN DÊ ARMANCA ME YA EWIL BE’ 
 
Herî dawî jî Akça ev tişt anî ziman: “Piştî serkeftina di hilbijaratinê de, em ê destkeftiyên berê û qadên azadiyê dîsa li gel vegerînin. Beriya qeyûman li Amedê gelek rêxistinên civaka sivîl hebûn û Amed pir rengîn bû. Hema hema tevahiya gel di nava van rêxistinên civaka sivîl de cih digirt û birêxistinkirî bûn. Mîna ewrên rewş xwe li ser rêxistinên civaka sivîl dadan. Yek ji sozên me ew e ku em azadiya rêxistinên civaka sivîl dîsa lê vegerînin. Em ê bajar veguherînin cihekî wisa ku xelkê bajar bêyî tirsê bijî û qadên azadiyê ava bikin. Ya din jî xizantiyeke pir mezin a jinan heye. Em ê hewl bidin bi rêya herêmî vê pirsgirêkê çareser bikin. Mijara din jî mafên ziman û çandî ye. Ji bo Amed di vê mijarê de bibe pêşeng, em ê xebatên xwe bidomînin. 
 
EM Ê GOVENDA HERÎ MEZIN DI 15’Ê GULANÊ DE BIGERÎNIN 
 
Em kolan bi kolan, tax bi tax xebatên xwe didomînin. Eleqeyeke mezin a gel heye. Pir bi biryar û pir bi hêvî ne. Li benda 14’ê Gulanê ne. Gel pir bi kelecan e û ev kelecana wan cisareteke mezin dide me. Dê her tişt baştir bibe. Em ê di şeva 14’ê Gulanê de heta şevê dengan hejmêrin, em ê sindoqan biparêzin. Dema di sersibeha 15’ê Gulanê de encam teqez bûn, em ê derkevin kolanan û pîrozbahiyan li dar bixin. Em ê li Amedê mezintirîn xelekên govenê bigerînin.” 
 
MA / Eylem Akdag  
 

Sernavên din

29/09/2023
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin