Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê 2023-04-16 10:05:28   AMED - Ceylan Akça ku piştî şahidiya xwe ya şewitandina gundan û komkujiyên Hîzbûllahê tev li têkoşîna mafên mirovan bû, li Amedê bû namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk. Akça, diyar kir ku dê zêdetir li ser mijarên jin, ziman û azadiyê bisekine.    Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê demekî kin ma. Partiyên siyasî jî lez dan xebatên hilbijartinê ya 14’ê Gulanê. Partiya Çepên Kesk jî li çar aliyên welêt dest bi vekirina bûroyên hilbijartinê kir û bi gel re civînan li dar dixe. Di vê hilbijartinê de rûyên nû derketin pêş û gel wan mereq dike. Yek ji rûyên nû yên Partiya Çepên Kesk jî namzeta parlamenteriyê ya Amedê Ceylan Akşa Cupola ye.    Akça, di sala 1986’an de li navçeya Hezro ya Amedê ji dayik bû û ji Beşa Çand û Wêjeya Amerîka ya Zanîngeha Dokuz Eylul a Îzmîrê mezûn bû. Akça, niha jî ji heman beşê lîsansa bilind dike. Akça, bi sala ye di qadên jin û mafên mirovan de têdikoşe.    ‘MIN TUNDÎ Û BERXWEDÊR DÎTIN’   Akça, da zanîn ku di sala 2015’an de bi HDP’ê tev li xebatên siyasetê bû û wiha got: “Dayika min ji Helhelê ye. Li Helhelê her kes wê weke Dayika Sano nas dike. Ez jî neviya dapîra Saniyeyê me. Jixwe tevahiya malbata me bi saya wê hînî têkoşînê bû. Hûn li kîjan kolana Amedê bigerin, Saniyeyê nas dikin. Bi saya wê min têkoşîn nas kir. Lê heke ew nebûya jî jixwe dewletê em pê dan naskirin. Operasyonên li gundan tên bîra min. Ez neçar mam ku yek bi yek bibim şahida hilweşandina hemû gundan. Piştre jî malbata min koçî Rezan a Amedê kir. Li wir jî em bûn şahidên komkujiyên Hîzbûllahê. Min cenazeyê ewil di 8 saliya xwe de li wir dît. Tu li rexekî vê tundiyê û li rexa din jî kesên li dijî vê tundiyê li ber xwe didin dibînî. Min jî têkoşîn bi vî awayî nas kir.    ŞÊWIRMANDIYA MAFÊN MIROVAN A NAVNETEWEYÎ   HDP di sala 2015’an de kete Meclisê û ez jî tev li bûm. Bûm şêwirmenda Ayşe Acar Başaran. Di vê pêvajoyê de ez di komîsyonên girtîgehan, hilbijartin, mafên mirovan û dîplomasiyê de xebitîm. Di sala 2019’an de veqetiyam û min dest bi şêwirmendiya Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî kir. Têkildarî mafên hawirdorê, mafên jinan, îşkence û miameleya xerab a di bin çavan de, mafên nûnertiya siyasî û xwebirêxistinkirinê de min rapor amade kirin. Rapora herî dawî jî min têkildarî erdhejan de amade kir.”   ‘PIR KÊM MA YE KU WINDA BIKIN’   Bi domdarî Akça destnîşan kir ku di dema îktîdara AKP’ê de gelên Tirkiyeyê rastî miamaleyên cuda hatine û wiha pê de çû: “Di nava gelan de dijberî sor kirin. Tirkiye kirin du parçe. Miameleya li rojava cuda ya li rojhilat jî cuda ye. Weke mînak; li Stenbolê mafê xwepêşandanê heta astekî serbest e lê li Kurdistanê qet mimkin nîne. Pergaleke wisa heye ku 3 kes bên ba hev, ditirse.    ERDOGAN HEWL DIDE ÎKTÎDARA XWE LI SER PÊYAN BIGIRE    Erdogan her tim bi awayekî nêyînî qala tifaqan dikir lê niha bi derdorên herî biçûk re jî tifaqan çêdike. Ji ber ku ji hêz ketiye û hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Lê li gorî min ev dê bi kêr neyê. Ji bo têkçûna wan demekî pir nêz ma ye. Bi rastî jî serkeftin pir nêz e.    EM DI QONAXEKE KRÎTÎK DE NE   Pir zêde mudaxaleyî destkeftiyên jinan dikni. Tirkiyeyê bi îmzekirina Peymana Stenbolê re karekî baş kiribû. Her wiha bi sepana 6284’an jî karekî baş kiribû. Lê hatin astekî wisa ku ji van tiştên baş paşvegavê biavêjin. Ji bo çendek dengên derdorên kevneperest bigirin, paşvegav avêtin. Niha jî ji bo dengên Partiya Jinûve Refahê bigire li ser 6284’ê bazariyê dike. Dema em li belgeya helwestê ya HUDA-PAR’ê dinihêrin, dibînin ku dixwazin jinan tune bikin. Jixwe her tiştekî xerab hatiye kirin ma dê ji vê rewşa xerab zêdetir çi hebe.”    ‘QADÊN JIN, ZIMAN Û AZADIYAN DÊ ARMANCA ME YA EWIL BE’    Herî dawî jî Akça ev tişt anî ziman: “Piştî serkeftina di hilbijaratinê de, em ê destkeftiyên berê û qadên azadiyê dîsa li gel vegerînin. Beriya qeyûman li Amedê gelek rêxistinên civaka sivîl hebûn û Amed pir rengîn bû. Hema hema tevahiya gel di nava van rêxistinên civaka sivîl de cih digirt û birêxistinkirî bûn. Mîna ewrên rewş xwe li ser rêxistinên civaka sivîl dadan. Yek ji sozên me ew e ku em azadiya rêxistinên civaka sivîl dîsa lê vegerînin. Em ê bajar veguherînin cihekî wisa ku xelkê bajar bêyî tirsê bijî û qadên azadiyê ava bikin. Ya din jî xizantiyeke pir mezin a jinan heye. Em ê hewl bidin bi rêya herêmî vê pirsgirêkê çareser bikin. Mijara din jî mafên ziman û çandî ye. Ji bo Amed di vê mijarê de bibe pêşeng, em ê xebatên xwe bidomînin.    EM Ê GOVENDA HERÎ MEZIN DI 15’Ê GULANÊ DE BIGERÎNIN    Em kolan bi kolan, tax bi tax xebatên xwe didomînin. Eleqeyeke mezin a gel heye. Pir bi biryar û pir bi hêvî ne. Li benda 14’ê Gulanê ne. Gel pir bi kelecan e û ev kelecana wan cisareteke mezin dide me. Dê her tişt baştir bibe. Em ê di şeva 14’ê Gulanê de heta şevê dengan hejmêrin, em ê sindoqan biparêzin. Dema di sersibeha 15’ê Gulanê de encam teqez bûn, em ê derkevin kolanan û pîrozbahiyan li dar bixin. Em ê li Amedê mezintirîn xelekên govenê bigerînin.”    MA / Eylem Akdag