Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda

img
AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di Newroza Amedê de bangî sedhezaran kir û wiha got: “Ji Newrozê re merheba, ji îktîdara AKP-MHP’ê re elweda. Em ê bi hev re wan têk bibin.” 
 
Agirê Newrozê yê ewil li navçeya Şemzînan a Colemêrgê û fînala wê jî li Amedê hate vêxistin. Agirê Newrozê yê 2635’emîn li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê hate hilkirin. Serhildan û hêrsa li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û polîtîkayên zextê yên AKP’ê mohra xwe li Newrozê dan. Di tevahiya rojê de bi sedhezaran kesan daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û dirûşmên wan li qadê olan dan. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di Newrozê de bangî sedhezaran kir û wiha got: “Ameda hêja, xelkê Amedê yê berxwedêr û birûmet, ez we tevan ji dil û can silav dikim. Newroza we pîroz be. Em vê Newrozê di bin siya karesata mezin a erdhejê de pêşwazî dikin. Êşa me mezin e, şîna me heye lê li hêla din hêrsa me heye. Em ê vê hêrsa xwe veguherînin têkoşînê û bi vê têkoşînê jî jiyana nû ava bikin. Sedema ku ev erdheja mezin veguhere karesata mezin jî îktîdara AKP-MHP’ê ye. Vê îktîdarê bi polîtîkayên xwe yên talanê, bi aboriya rantê, bi pêşkeşkirina çavkaniyan a bo alîgirên xwe, ev welat ber bi hilweşînê ve bir. Ya ku erdhej veguherandî karesatê jî ev e. Ev îktîdar, îktîdara karesatan e. Divê em bi eşkereyî navê vê îktîdarê lê bikin. Navê vê îktîdarê, îktîdara wêranî, xwîn, talan û karesatê ye. Êdî dem hatiye ku em ji vê îktîdarê xelas bibin. Ev Newroz, vî deng û îradeya li van qadan bi awayekî herî xurt nîşan dide. Belê, em ê vê îktîdara karesatê teqez têk bibin. 
 
ÇAVKANIYÊN WELÊT BO ŞER XERC DIKIN
 
Ev îktîdar, çavkaniyên vî welatî ji bo rantê, kedxwarî û şer xerc dike. Vaye sedema wêranî û karesatan jî ev ferasete ye. Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin. Bi milyonan kesan di sala 2023’yan de li van qadan peyama aştî û çareseriya demokratîk bihîst. Vaye ew peyam, di heman demê de bi agirê Newrozê, meşa me ya ber bi aştiya mezin ve vedigot. Belê, Newroz jiyana nû ye, hişyarbûna jiyana nû ye. Newroz; berxwedan e, vejîn e, aştî ye. Vaye em soza vê didin. Em ê jiyana nû ava bikin û aştiya mezin ava bikin. 
 
JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN 
 
Polîtîkayên şer, di heman demê de bi xwe re sepaneke din jî anî. Polîtîkayên şer û tecrîd di nava hev de pêş dikevin. Di sala 2015’an de bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re, îktîdarê şer xist navenda vî welatî û tecrîda li Îmraliyê xist meriyetê. Divê em vê baş bibînin. Polîtîkayên şer û tecrîd tên heman wateyê. Tecrîd, sembola kûrkirina polîtîkayên şer e. Lewma em dibêjin; divê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê tecrîd bi dawî bibe. Divê tecrîda li Îmraliyê teqez bê rakirin. Em tevek ji bo aştî û çareseriya demokratîk îradeya xwe nîşan didin. 
 
JI NEWROZÊ RE MERHEBA JI AKP’Ê RE ELWEDA
 
Em ji Newrozê re dibêjin merheba, ji polîtîkayên şer re dibêjin na. Em ji kedxwariyê re, ji talanê re dibêjin na. Em dixwazin welatekî nû, jiyaneke nû ava bikin. Lewma em ji Newrozê re dibêjin merheba, ji îktîdara AKP-MHP’ê re dibêjin elweda. Em ê wan bi hev re têk bibin. 
 
BI BERXWEDANA QADAN BER BI JIYANA NÛ VE
 
Em ê bi berxwedan û sekneka xurt a gelên me yên li vê qadê, bi meşa wan û bi tifaqa nû re jiyaneke nû ava bikin. Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqa ku me bi partiyên kurd re çêkiriye, tifaqa ku me bi hemû derdorên rastî kedxwariyê tên ava kirî, têkoşîna me bi pêşengtiya jin û ciwanan daye destpêkirin teqez dê bi ser keve. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em ê vê îktîdarê têk bibin û vê pergalê teqez biguherînin. 
 
TEMÎNATA AŞTIYÊ EM IN
 
Belê gelek nema ye. Di 14’ê gulanê de em ê bi saya van tifaqên xurt re encamên baş bi dest bixin. Em ê vê îktîdara şer û kedxwariyê li ser sindoqan têk bibin. Em ê hêz û temînata guherîn, veguherîn, aştî û azadiyê ji vir biafirînin. Temînata veguherîna demokratîk û aştiya vî welatî em in. Hûn in. Sekn û meşa we ya biisrar e. Em ê teqez bi ser kevin. 
 
EM Ê PÊŞEROJEKE WEKHEV Û AZAD AVA BIKIN 
 
Rêya ku em tê de dimeşin, Rêya Sêyemîn e. Rêya jiyana nû, Rêya Sêyemîn e. Ev rê ber bi komara demokratîk ve diçe. Em ê komara demokratîk bi hev re ava bikin. Ew dem jî nêz in. Êşa me gelek mezin e lê hêviya me hêj mezintir e. Lê biryardariya me jî pir xurt e. Lewma em her carê dibêjin ku em ê teqez bi ser kevin. 
 
EM Ê AŞTIYA MEZIN TEQEZ PÊK BÎNIN
 
Em ê li ser vê xakê zimanekê hevpar ava bikin. Em ruhekî nû diafirînin. Ev ziman û ruhê nû, çavkaniya têkoşînê ye. Mîna agirê Newrozê dil û rêya me ronî dike. Em baş dizanin ku heta zimanekî nû nebe, mimkin nîne ku dinya û jiyaneke nû bê avakirin. Lewma em ê ziman û jiyaneke nû ava bikin. Em ê aştiya mezin jî teqez bînin vî welatî.” 
 
Piştî axaftina Sancar jî Komar Aryen bi cil û bergên reş derket ser dikê û stranên xwe diyarî mexdûrên erdhejê kir. 
 

Sernavên din

21/03/2023
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû