Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda 2023-03-21 16:26:29   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di Newroza Amedê de bangî sedhezaran kir û wiha got: “Ji Newrozê re merheba, ji îktîdara AKP-MHP’ê re elweda. Em ê bi hev re wan têk bibin.”    Agirê Newrozê yê ewil li navçeya Şemzînan a Colemêrgê û fînala wê jî li Amedê hate vêxistin. Agirê Newrozê yê 2635’emîn li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê hate hilkirin. Serhildan û hêrsa li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û polîtîkayên zextê yên AKP’ê mohra xwe li Newrozê dan. Di tevahiya rojê de bi sedhezaran kesan daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û dirûşmên wan li qadê olan dan.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di Newrozê de bangî sedhezaran kir û wiha got: “Ameda hêja, xelkê Amedê yê berxwedêr û birûmet, ez we tevan ji dil û can silav dikim. Newroza we pîroz be. Em vê Newrozê di bin siya karesata mezin a erdhejê de pêşwazî dikin. Êşa me mezin e, şîna me heye lê li hêla din hêrsa me heye. Em ê vê hêrsa xwe veguherînin têkoşînê û bi vê têkoşînê jî jiyana nû ava bikin. Sedema ku ev erdheja mezin veguhere karesata mezin jî îktîdara AKP-MHP’ê ye. Vê îktîdarê bi polîtîkayên xwe yên talanê, bi aboriya rantê, bi pêşkeşkirina çavkaniyan a bo alîgirên xwe, ev welat ber bi hilweşînê ve bir. Ya ku erdhej veguherandî karesatê jî ev e. Ev îktîdar, îktîdara karesatan e. Divê em bi eşkereyî navê vê îktîdarê lê bikin. Navê vê îktîdarê, îktîdara wêranî, xwîn, talan û karesatê ye. Êdî dem hatiye ku em ji vê îktîdarê xelas bibin. Ev Newroz, vî deng û îradeya li van qadan bi awayekî herî xurt nîşan dide. Belê, em ê vê îktîdara karesatê teqez têk bibin.    ÇAVKANIYÊN WELÊT BO ŞER XERC DIKIN   Ev îktîdar, çavkaniyên vî welatî ji bo rantê, kedxwarî û şer xerc dike. Vaye sedema wêranî û karesatan jî ev ferasete ye. Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin. Bi milyonan kesan di sala 2023’yan de li van qadan peyama aştî û çareseriya demokratîk bihîst. Vaye ew peyam, di heman demê de bi agirê Newrozê, meşa me ya ber bi aştiya mezin ve vedigot. Belê, Newroz jiyana nû ye, hişyarbûna jiyana nû ye. Newroz; berxwedan e, vejîn e, aştî ye. Vaye em soza vê didin. Em ê jiyana nû ava bikin û aştiya mezin ava bikin.    JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN    Polîtîkayên şer, di heman demê de bi xwe re sepaneke din jî anî. Polîtîkayên şer û tecrîd di nava hev de pêş dikevin. Di sala 2015’an de bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re, îktîdarê şer xist navenda vî welatî û tecrîda li Îmraliyê xist meriyetê. Divê em vê baş bibînin. Polîtîkayên şer û tecrîd tên heman wateyê. Tecrîd, sembola kûrkirina polîtîkayên şer e. Lewma em dibêjin; divê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê tecrîd bi dawî bibe. Divê tecrîda li Îmraliyê teqez bê rakirin. Em tevek ji bo aştî û çareseriya demokratîk îradeya xwe nîşan didin.    JI NEWROZÊ RE MERHEBA JI AKP’Ê RE ELWEDA   Em ji Newrozê re dibêjin merheba, ji polîtîkayên şer re dibêjin na. Em ji kedxwariyê re, ji talanê re dibêjin na. Em dixwazin welatekî nû, jiyaneke nû ava bikin. Lewma em ji Newrozê re dibêjin merheba, ji îktîdara AKP-MHP’ê re dibêjin elweda. Em ê wan bi hev re têk bibin.    BI BERXWEDANA QADAN BER BI JIYANA NÛ VE   Em ê bi berxwedan û sekneka xurt a gelên me yên li vê qadê, bi meşa wan û bi tifaqa nû re jiyaneke nû ava bikin. Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqa ku me bi partiyên kurd re çêkiriye, tifaqa ku me bi hemû derdorên rastî kedxwariyê tên ava kirî, têkoşîna me bi pêşengtiya jin û ciwanan daye destpêkirin teqez dê bi ser keve. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em ê vê îktîdarê têk bibin û vê pergalê teqez biguherînin.    TEMÎNATA AŞTIYÊ EM IN   Belê gelek nema ye. Di 14’ê gulanê de em ê bi saya van tifaqên xurt re encamên baş bi dest bixin. Em ê vê îktîdara şer û kedxwariyê li ser sindoqan têk bibin. Em ê hêz û temînata guherîn, veguherîn, aştî û azadiyê ji vir biafirînin. Temînata veguherîna demokratîk û aştiya vî welatî em in. Hûn in. Sekn û meşa we ya biisrar e. Em ê teqez bi ser kevin.    EM Ê PÊŞEROJEKE WEKHEV Û AZAD AVA BIKIN    Rêya ku em tê de dimeşin, Rêya Sêyemîn e. Rêya jiyana nû, Rêya Sêyemîn e. Ev rê ber bi komara demokratîk ve diçe. Em ê komara demokratîk bi hev re ava bikin. Ew dem jî nêz in. Êşa me gelek mezin e lê hêviya me hêj mezintir e. Lê biryardariya me jî pir xurt e. Lewma em her carê dibêjin ku em ê teqez bi ser kevin.    EM Ê AŞTIYA MEZIN TEQEZ PÊK BÎNIN   Em ê li ser vê xakê zimanekê hevpar ava bikin. Em ruhekî nû diafirînin. Ev ziman û ruhê nû, çavkaniya têkoşînê ye. Mîna agirê Newrozê dil û rêya me ronî dike. Em baş dizanin ku heta zimanekî nû nebe, mimkin nîne ku dinya û jiyaneke nû bê avakirin. Lewma em ê ziman û jiyaneke nû ava bikin. Em ê aştiya mezin jî teqez bînin vî welatî.”    Piştî axaftina Sancar jî Komar Aryen bi cil û bergên reş derket ser dikê û stranên xwe diyarî mexdûrên erdhejê kir.