Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide

img
MÊRDÎN - Hozan Şemseddîn ku daholvanê Newroza 1992'yan a Nisêbînê bû, diyar kir ku gel dizanibû mirin tê de heye lê dîsa jî daketiye qadan û got: "Bila azadiya me, serkeftina me û pîrozbahiya me li cîhanê olan bide." 
 
Ji kesên bi nav û deng ên Nisêbînê Hozan Şemseddîn (Şemseddîn Kûrmaz) çendî bi replika "Gulma, zaten moralê me bozûxa" bê naskirin jî, lê di esasê xwe de yek ji wan kesên berbiçav ên qadên Newrozê ye jî. Hozan Şemseddîn, daholvanê Newroza 1992'yan a bi nav û deng a Nisêbînê bû û birayê wî Medenê jî zurnevanê wê bû. 
 
'ME DIXWEST EM GOVENDÊ BIGERÎNIN, LÊ WAN ÊRIŞÎ ME DIKIR'
 
Hozan Şemseddîn wiha behsa Newrozên salên 1990'î kir: "Qedexe bû, lê Newroz li her derî dihat pîrozkirin. Beriya Newrozê bi 20 rojan li her taxê agir dihat vêxistin. Ez û Medenî jî em tax bi tax digeriyan û me li ber her agirî li def û zirnê dixist. Gazî me dikirin. Helbet em jî ditirsiyan, lê dîsa jî em diçûn. Me dixwest em govendê bigerînin, lê nedihiştin. Polîsan mudaxile dikir û şer çêdibû." 
 
Hozan Şemseddîn da zanîn ku di 21'ê Adara 1992'yan de bi dahola xwe tevlî Newroza Nisêbînê bûye û got: "Gel li qadê kom bûbû. Min û Medenî me ragişt dahol û zirneya xwe û em çûn. Me dît polîs li wir in, haya me jê tune bû. Wilo zoq li me nerîn. Gotin, 'wa daholvan dîsa hatiye.' Min jî got, 'Li qisûrê nenêre memûr beg, min niznaibû Newroz e, min got qey pîrozbahiyên 19'ê Gulanê ne.' Me şandin. Em di taxa Koçeran re çûn û me bi dizîka xwe bera nava mirovan da. Me li dahol û zirneyê xist û me got. Gaz avêtin, lê me dîsa jî govend gerand. Her kes bûbû yek. Hemû gundî hatibûn. Kes li malê nemabû. Deriyên xwe qefil kiribûn û hatibûn. Em bi hezaran kes bûn. Heya me Newroza xwe pîroz kir, me govend gerand." 
 
ROJA KOMKUJIYÊ
 
Hozan Şemseddîn da zanîn ku xebera komkujiyên di Newrozên Cizîr û Şirnexê de dereng gihîştiye wan û got ku a din a rojê mirov daketine kuçeyan û wan jî cardin rahiştiye dahol û zirneya xwe û çûne qadê. Hozan Şemseddîn wiha qal kir: "A din a rojê em kom bûn, çûn Pira Şehîdan. Li wir 50 kes li ser kolanê dirêjkirî bûn. Yek hat got, 'Rabin ferman hatiye, wan bieciqînin.' Paşê panzêra duduyan hat û ew mirov eciqandin. Bi çek û keviran gelek kes şehîd bûn. Hin jê bi avê re çûn. Mirov mirin, bi sedan kes jî birîndar bûn." 
 
Hozan Şemseddîn destnîşan kir ku wan salan zilm li gel dihat kirin û got ku lê mirov bi ruhê yekîtiyê tevdigeriyan û çendî zanibûn ku mirin tê de heye jî, cardin dadiketin qada Newrozê. Hozan Şemseddîn ku got "Ka wan Newrozên berê" wiha domand: "Ji me re digotin, 'neçin wê we bikujin.' Zilm hebû. Welehînê dinya bi hev ketibû. Heya êvarê şer bû. Bi Xwedê li hemberî mizgeftê sekvan li eniya yê li kêleka min xist û ew kes bi ser dahola min de ket. Hin jê ji lingên xwe birîndar bûn. Lê kes nereviya." 
 
'BILA AZADIYA ME LI CÎHANÊ OLAN BIDE'
 
Hozan Şemseddîn destnîşan kir ku bi saya têkoşîna wan rojan îro ro Newroz bi serbestî tê pîrozkirin û got: "Îro mirov wekî biçin dawetê diçin Newrozê. Niha xweş bûye. Lê wê çaxê ne wilo bû." 
 
Hozan Şemseddîn di dawiya axaftina xwe de ev peyam belav kir: "Ez dixwazim gelê me bi yek be. Bila tu hisûmet di nava wan de tune be. Ev Newroz pir girîng e. Divê gelê me yê welatparêz tevlî bibe. Bila bidin dû hev û Newroza xwe pîroz bikin. Îro ro Newroz pir xweş bûne. Gel ji ber şehîdên me xemgîn e, lê dîsa jî divê bê pîrozkirin. Divê gelê me bi ser bikeve. Divê bi yek be. Çawa ku di Newroza 1992'yan de yekîtî hebû, divê eynî wekî wê rojê bi yek bin. Ew çax zehmet bû, lê dîsa jî gel bi yek bû. Bila azadiya me, serkeftina me û pîrozbahiya me li cîhanê olan bide." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

17/03/2023
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê