Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide 2023-03-16 09:01:12 MÊRDÎN - Hozan Şemseddîn ku daholvanê Newroza 1992'yan a Nisêbînê bû, diyar kir ku gel dizanibû mirin tê de heye lê dîsa jî daketiye qadan û got: "Bila azadiya me, serkeftina me û pîrozbahiya me li cîhanê olan bide."    Ji kesên bi nav û deng ên Nisêbînê Hozan Şemseddîn (Şemseddîn Kûrmaz) çendî bi replika "Gulma, zaten moralê me bozûxa" bê naskirin jî, lê di esasê xwe de yek ji wan kesên berbiçav ên qadên Newrozê ye jî. Hozan Şemseddîn, daholvanê Newroza 1992'yan a bi nav û deng a Nisêbînê bû û birayê wî Medenê jî zurnevanê wê bû.    'ME DIXWEST EM GOVENDÊ BIGERÎNIN, LÊ WAN ÊRIŞÎ ME DIKIR'   Hozan Şemseddîn wiha behsa Newrozên salên 1990'î kir: "Qedexe bû, lê Newroz li her derî dihat pîrozkirin. Beriya Newrozê bi 20 rojan li her taxê agir dihat vêxistin. Ez û Medenî jî em tax bi tax digeriyan û me li ber her agirî li def û zirnê dixist. Gazî me dikirin. Helbet em jî ditirsiyan, lê dîsa jî em diçûn. Me dixwest em govendê bigerînin, lê nedihiştin. Polîsan mudaxile dikir û şer çêdibû."    Hozan Şemseddîn da zanîn ku di 21'ê Adara 1992'yan de bi dahola xwe tevlî Newroza Nisêbînê bûye û got: "Gel li qadê kom bûbû. Min û Medenî me ragişt dahol û zirneya xwe û em çûn. Me dît polîs li wir in, haya me jê tune bû. Wilo zoq li me nerîn. Gotin, 'wa daholvan dîsa hatiye.' Min jî got, 'Li qisûrê nenêre memûr beg, min niznaibû Newroz e, min got qey pîrozbahiyên 19'ê Gulanê ne.' Me şandin. Em di taxa Koçeran re çûn û me bi dizîka xwe bera nava mirovan da. Me li dahol û zirneyê xist û me got. Gaz avêtin, lê me dîsa jî govend gerand. Her kes bûbû yek. Hemû gundî hatibûn. Kes li malê nemabû. Deriyên xwe qefil kiribûn û hatibûn. Em bi hezaran kes bûn. Heya me Newroza xwe pîroz kir, me govend gerand."    ROJA KOMKUJIYÊ   Hozan Şemseddîn da zanîn ku xebera komkujiyên di Newrozên Cizîr û Şirnexê de dereng gihîştiye wan û got ku a din a rojê mirov daketine kuçeyan û wan jî cardin rahiştiye dahol û zirneya xwe û çûne qadê. Hozan Şemseddîn wiha qal kir: "A din a rojê em kom bûn, çûn Pira Şehîdan. Li wir 50 kes li ser kolanê dirêjkirî bûn. Yek hat got, 'Rabin ferman hatiye, wan bieciqînin.' Paşê panzêra duduyan hat û ew mirov eciqandin. Bi çek û keviran gelek kes şehîd bûn. Hin jê bi avê re çûn. Mirov mirin, bi sedan kes jî birîndar bûn."    Hozan Şemseddîn destnîşan kir ku wan salan zilm li gel dihat kirin û got ku lê mirov bi ruhê yekîtiyê tevdigeriyan û çendî zanibûn ku mirin tê de heye jî, cardin dadiketin qada Newrozê. Hozan Şemseddîn ku got "Ka wan Newrozên berê" wiha domand: "Ji me re digotin, 'neçin wê we bikujin.' Zilm hebû. Welehînê dinya bi hev ketibû. Heya êvarê şer bû. Bi Xwedê li hemberî mizgeftê sekvan li eniya yê li kêleka min xist û ew kes bi ser dahola min de ket. Hin jê ji lingên xwe birîndar bûn. Lê kes nereviya."    'BILA AZADIYA ME LI CÎHANÊ OLAN BIDE'   Hozan Şemseddîn destnîşan kir ku bi saya têkoşîna wan rojan îro ro Newroz bi serbestî tê pîrozkirin û got: "Îro mirov wekî biçin dawetê diçin Newrozê. Niha xweş bûye. Lê wê çaxê ne wilo bû."    Hozan Şemseddîn di dawiya axaftina xwe de ev peyam belav kir: "Ez dixwazim gelê me bi yek be. Bila tu hisûmet di nava wan de tune be. Ev Newroz pir girîng e. Divê gelê me yê welatparêz tevlî bibe. Bila bidin dû hev û Newroza xwe pîroz bikin. Îro ro Newroz pir xweş bûne. Gel ji ber şehîdên me xemgîn e, lê dîsa jî divê bê pîrozkirin. Divê gelê me bi ser bikeve. Divê bi yek be. Çawa ku di Newroza 1992'yan de yekîtî hebû, divê eynî wekî wê rojê bi yek bin. Ew çax zehmet bû, lê dîsa jî gel bi yek bû. Bila azadiya me, serkeftina me û pîrozbahiya me li cîhanê olan bide."    MA / Ahmet Kanbal