Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin

img
MEREŞ - Ji bo penaberên sûriyeyî ji konbajarê li Baxçeyê Milet ê Recep Tayyîp Erdogan bên derxistin gef lê tên xwarin, malbat rastî zexta polîs û peywirdarên din tên û miameleyeke xerab lê tê kirin. 
 
Penaberên li konbajarê navçeya Elbistan a Mereşê rastî cihêkariyê tên. Malbatên ku beriya niha li Taxa Cumhuriyetê diman lê bi hinceta “Derheqê we de gilî hene” jê hat xwestin ku ji wir derkevin, niha jî li konbajarê li Baxçeyê Milet ê Recep Tayyîp Erdogan rastî cihêkariyê tên. Konbajar li deverekê dûr ê navçeyê hatiye avakirin û hatin û çûna wê zehmet e. Li konbajar zêdetirî hezar kon hatine vedan û di her konê de herî kêm 4 kes dimînin. Li konbajarekî wiha mezin de tenê 4 daşir hene ku 2 ji bo mêran û 2 jî bo jinan e. Hejmara serşokan jî pir kêm e. Di rewşeke wiha de hêrsa gel heyî arasteyî penaberan tê kirin. 
 
Ev cihêkarî gihiştiye astekî wisa ku li standên hatine vekirin de dema li zarokan şirînahî tê belavkirin ji ewil pirsa “Tu ji Sûriyeyêyî?” tê kirin û li gorî bersivê tên dayîn. 
 
TEVDÎRÊN EWLEHIYÊ NÎNIN 
 
Li dora konbajar tu tevdîrên ewlehiyê nehatine girtin. Gelek jin hene ku rastî tundiya mêr hatine û biryara dûrxistinê hatiye dayîn. Lê ev biryar tenê li ser kaxizê mane. Li dora konbajar ne têlên direhî û ne jî noqteyeke kontrolê di ketina konbajar de heye. Dema me dixwest biçin serdana konên penaberên sûriyeyî jî polîs û leşker bo me pirsgirêkan derdixînin. 
 
DI DEMA XWARINÊ DE CIHÊKARÎ
 
Me li konbajar bi gelek penaberên sûriyeyî re hevdîtin kir û dibêjin ku rastî cihêkariyê tên. Penaberên bi navên I.A., K.A., û N.Z. gotin ku dema ji bo malbatên xwe diçûn xwarinê bigirin, bo 3-5 kesan xwarin nayê dayîn lê li malbatên ne ji Sûriyeyê re xwarin tê dayîn. Ji bo şopandina wê rewşê em ketin dora xwarinê û me dît bê ka çiqas xwarin li malbatan tê belavkirin. Dema malbatên ne ji Sûriyeyê bo 5 kesan xwarinê dixwazin jê re tê dayîn lê ji bo penaberan wiha tê gotin; “Em xwarinê tenê didin şexsan. Yên xwarinê dixwazin bila bi xwe bên û bigirin.” 
 
HEQARET Û MIAMELEYA XERAB
 
Jina bi navê N.Z. tevî 5 zarokên xwe hewl dide di nava van zehmetiyan de jiyana xwe bidomîne. N.Z., got ku ji roja hatiye konbajar heta niha tenê carekê alîkariya cil û bergan jê re hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Di vê navberê de nebaş nêzî min bûn. Zarok diçe nan dixwaze lê tenê nanekî didin. Zarok jê re dibêje; ‘ez bo dayika xwe dixwazim.’ Lê heqaretê lê dikin. Ez êzing dixwazim lê êzingên mezin didin. Ez jê re dibêjim; ‘Ma dê kî van daran parçe bike.’ Ji min re dibêjin; ‘tu dê parçe bikî.’ Ji roja em hatine vê derê heta niha bi zor û zehmet em nan peyda dikin. Nanê heyî jî cîranên me didin me. Em têr naxwin lewma şîrê min qut bûye û nikarim pitikê xwe bimêjînim. Zarokan 3 rojan nekarîn xwarinê bixwin. Min nanekî sominê ji cîranên xwe stand. Tenê noodleyek dan me. Dema 2’yan dixwazin nadin.” 
 
BI DIZIYÊ HATIN SÛCDARKIRIN
 
N.Z., axaftina xwe wiha qedand: “Min bi rêya hevalên xwe fenereke bişarj peyda kir. Dema diçûm cihê cilşûştinê, ji min standin. Polîs pir nebaş nêzî min dibin, li min diqîrin. Ji min re gotin; ‘tu dizî’ û heqaret li min kirin. Fenera min ji min standin. Min ew bi 200 lîreyan kirî bû. Dema diçim daşirê, gotin ‘paqijî heye’ û ji wir hatim derxistin. Her tim gefa derxistina ji vir li min dixwin. Avê nadin. Ev 10 roj in me serê xwe neşûştiye. Ez dixwazim bo zarokan ava fêkiyan û bîskuviyan bînim lê nadin.” 
 
MA / Yusra Batihan

Sernavên din

16/03/2023
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû