Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin 2023-03-13 11:36:24   MEREŞ - Ji bo penaberên sûriyeyî ji konbajarê li Baxçeyê Milet ê Recep Tayyîp Erdogan bên derxistin gef lê tên xwarin, malbat rastî zexta polîs û peywirdarên din tên û miameleyeke xerab lê tê kirin.    Penaberên li konbajarê navçeya Elbistan a Mereşê rastî cihêkariyê tên. Malbatên ku beriya niha li Taxa Cumhuriyetê diman lê bi hinceta “Derheqê we de gilî hene” jê hat xwestin ku ji wir derkevin, niha jî li konbajarê li Baxçeyê Milet ê Recep Tayyîp Erdogan rastî cihêkariyê tên. Konbajar li deverekê dûr ê navçeyê hatiye avakirin û hatin û çûna wê zehmet e. Li konbajar zêdetirî hezar kon hatine vedan û di her konê de herî kêm 4 kes dimînin. Li konbajarekî wiha mezin de tenê 4 daşir hene ku 2 ji bo mêran û 2 jî bo jinan e. Hejmara serşokan jî pir kêm e. Di rewşeke wiha de hêrsa gel heyî arasteyî penaberan tê kirin.    Ev cihêkarî gihiştiye astekî wisa ku li standên hatine vekirin de dema li zarokan şirînahî tê belavkirin ji ewil pirsa “Tu ji Sûriyeyêyî?” tê kirin û li gorî bersivê tên dayîn.    TEVDÎRÊN EWLEHIYÊ NÎNIN    Li dora konbajar tu tevdîrên ewlehiyê nehatine girtin. Gelek jin hene ku rastî tundiya mêr hatine û biryara dûrxistinê hatiye dayîn. Lê ev biryar tenê li ser kaxizê mane. Li dora konbajar ne têlên direhî û ne jî noqteyeke kontrolê di ketina konbajar de heye. Dema me dixwest biçin serdana konên penaberên sûriyeyî jî polîs û leşker bo me pirsgirêkan derdixînin.    DI DEMA XWARINÊ DE CIHÊKARÎ   Me li konbajar bi gelek penaberên sûriyeyî re hevdîtin kir û dibêjin ku rastî cihêkariyê tên. Penaberên bi navên I.A., K.A., û N.Z. gotin ku dema ji bo malbatên xwe diçûn xwarinê bigirin, bo 3-5 kesan xwarin nayê dayîn lê li malbatên ne ji Sûriyeyê re xwarin tê dayîn. Ji bo şopandina wê rewşê em ketin dora xwarinê û me dît bê ka çiqas xwarin li malbatan tê belavkirin. Dema malbatên ne ji Sûriyeyê bo 5 kesan xwarinê dixwazin jê re tê dayîn lê ji bo penaberan wiha tê gotin; “Em xwarinê tenê didin şexsan. Yên xwarinê dixwazin bila bi xwe bên û bigirin.”    HEQARET Û MIAMELEYA XERAB   Jina bi navê N.Z. tevî 5 zarokên xwe hewl dide di nava van zehmetiyan de jiyana xwe bidomîne. N.Z., got ku ji roja hatiye konbajar heta niha tenê carekê alîkariya cil û bergan jê re hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Di vê navberê de nebaş nêzî min bûn. Zarok diçe nan dixwaze lê tenê nanekî didin. Zarok jê re dibêje; ‘ez bo dayika xwe dixwazim.’ Lê heqaretê lê dikin. Ez êzing dixwazim lê êzingên mezin didin. Ez jê re dibêjim; ‘Ma dê kî van daran parçe bike.’ Ji min re dibêjin; ‘tu dê parçe bikî.’ Ji roja em hatine vê derê heta niha bi zor û zehmet em nan peyda dikin. Nanê heyî jî cîranên me didin me. Em têr naxwin lewma şîrê min qut bûye û nikarim pitikê xwe bimêjînim. Zarokan 3 rojan nekarîn xwarinê bixwin. Min nanekî sominê ji cîranên xwe stand. Tenê noodleyek dan me. Dema 2’yan dixwazin nadin.”    BI DIZIYÊ HATIN SÛCDARKIRIN   N.Z., axaftina xwe wiha qedand: “Min bi rêya hevalên xwe fenereke bişarj peyda kir. Dema diçûm cihê cilşûştinê, ji min standin. Polîs pir nebaş nêzî min dibin, li min diqîrin. Ji min re gotin; ‘tu dizî’ û heqaret li min kirin. Fenera min ji min standin. Min ew bi 200 lîreyan kirî bû. Dema diçim daşirê, gotin ‘paqijî heye’ û ji wir hatim derxistin. Her tim gefa derxistina ji vir li min dixwin. Avê nadin. Ev 10 roj in me serê xwe neşûştiye. Ez dixwazim bo zarokan ava fêkiyan û bîskuviyan bînim lê nadin.”    MA / Yusra Batihan