Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir

img
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di pîrozbahiya Newroza 1992’yan de 16 kes hatibûn qetilkirin û li gel ku 31 di ser re derbas bûye jî ne coş ne jî beşdariya Newrozê qet kêm nebû.
 
Pîrozbahiyên Newroza 1992'yan ji bo kurdan heyameke girîng e. Kurd tevî hemû komkujiyan jî agirê "serîhildanê" vêxistibûn. Li Şirnex û Cizîrê di dema pîrozbahiyan de gel hatibû gulebarankirin û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabûn. Berovajî Şirnex û Cizîrê pîrozbahiya li Nisêbînê bi awayekî aram hatibû kirin. Lê piştî ku xebera komkujiyên li Şirnex û Cizîrê gihaştibû Nisêbînê, roja din li gel daketibû kolanan. Gelê Nisêbînê di 22'yê Adarê de ji bo şermezarkirina komkujiyan daketibû kolanan û piştî demekê her çûbû girse zêdetir bûbû li ser Pira Şehîdan. Piştî dora girseyê hatibû dorpêçkirin, girseyê jî dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Vê carê komkujiyên li Şirnex û Cizîrê hatin kirin li Nisêbînê jî heman komkujî hat kirin. Polîsan gel guleberan kir û berê panzêran dabûn ser gel û gelek kes di bin panzêran de mabû. Li gor hejmarên fermî 16, li gorî şahidan jî 21 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûbûn. 
 
Kesên di çalakiya protestokirina komkujiya 1992'yan de birînra bûbûn û kesên şahidên wê demê behsa wan rojan kirin û ji bo pîrozbahiya Newrozê bang kirin.
  
Hin welatiyan ji ber nekevin detê polîsan xwe avêtibûn Çemê Çagçagê û cenazeyê du welatiyan li Qamişlo hatibû dîtin û wan anîn Nisêbînê. Li Nisêbînê bi rojan xwepêşandana dewam kiribû û tevî komkujî û girtin û binçavkirina jî ji wê rojê heta niha li Nisêbînê agirê Newrozê her gûr bû û coşa pîrozbahiyê kêm nebû. 
 
ŞAHIDÊ SERHILDAN Û QETLÎAMÊ
 
Ji şahidên Newroza 1992’yan Cemal Ûçar bi bîr xist ku cihê qeymeqamiyê niha şûna qada Newrozê bû. Ûçar bi bîr xit ku wan roja Newrozê pîrozbahiya xwe li dar xist û got: “Newroza me pir xweş derbas bû. Li Nisêbînê cara ewil Newroz ewqas xweş hat pîrozkirin. Me bi renge xwe yê Kurdistanî û bi beşdariya hunermandan pîroz kir. Di heman rojê de li Şirnex û Cizîrê qetlîam çêbûbû. Gelek welatî şehîd ketibûn. Qetlîam bi destê hêzên dewletê pêk hatibû. Ji bo ku gelê kurd bitirsînin qetlîaman kiribûn.” 
 
FERMANA QETLÎAMÊ HATIBÛ
 
Uçar bi bîr xist ku ji bo li dijî qetlîama li Cizîrê û Şirnexê bêdeng nemînin gel di 22’yê adarê de daket kolanan û kesên xwestin biçin Goristana Hecaca bi panzêran hatin astengkirin. Ûçar wiha got: “Polîsên li ser panzerê digotin, ‘Belav bibin, ferman ji Mêrdînê hat em ê we bikujin. Fermana kuştinê hatiye. Her kes bila biçe malê, yên neçin malên xwe û belav nebin em ê wan bikujin’. Tevî vê yekê jî gel belav nebû. Mirov li ber çavên me perçiqand. Her du aliyên Pira Şehîdan bi panzêran hatin girtin. Polîs li avahiyên derdorê yên li jora nexweşxaneyê hatibûn bicihkirin. Yên ku dikaribûn xwe bavêjin avê, xwe avêtin. Dema ku me xwest em derbasî aliyê din bibin, hêzên taybet, leşker û cerdevan me gulebaran kirin. Me xwe avêt pişt keviran. Dema em vegeriyan wî aliyê avahiya hikûmetê, gelek kes hatin binçavkirin û ew birin maşîneyan. Ya ku me di sala 92’yan de bi çavên xwe dît ev e. Ez kesên ku fermana komkujiyê dane û komkujî pêk anîne lanet dikim."
 
‘EZ NIKARIM JI BÎR BIKIM’ 
 
Ûçar da zanîn ku dema ew roj tên bîra wî mûyê wî dibin şûşjin û ew derbarê wê serdemê de tam nikare hestên xwe bîne ziman. Ûçar bi bîr xist ku ew bûye şahidê serhildana merasîmê cenazeyê Vedat Aydin ku bi hezaran kes hat gulebarankirin û got: “Wê çaxê jî me gulebaran kirin. Li ber çavê me bi hezaran mirov hatin gulebarankirin. Ez nikarim qetlîaman ji bîr bikim. Heta ez saxbim wê ji bîra min dernekeve.”
  
Ûçar anî ziman ku yên wê heyamê qetlîaman pêk anîn îro jî li ser îktidarê ne û got: “Îktidara îroyîn hevalbendên kujerên wê demê ne. Heman zîhniyet li ser dar e. Zîhniyeta wê çaxê û zîhniyeta niha bûne dostên hev.” 
 
NISÊBÎN HER TIM BI COŞ BÛYE
 
Ûçar da zanîn ku ji roja qetlîamê vir ve pîrozbahiyên li Nisêbînê her tim bi coş tên pîrozkirin û wiha axivî: “Gelê me her sal xwedî li Newrozê derdikeve. Gelê Nisêbînê xwedî şeref û hesiyetê ye. Heta ku gelê Nisêbînê hebe wê xwedî li xwe derkeve.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

16/03/2023
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû