Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir 2023-03-13 09:03:52 MÊRDÎN - Li Nisêbînê di pîrozbahiya Newroza 1992’yan de 16 kes hatibûn qetilkirin û li gel ku 31 di ser re derbas bûye jî ne coş ne jî beşdariya Newrozê qet kêm nebû.   Pîrozbahiyên Newroza 1992'yan ji bo kurdan heyameke girîng e. Kurd tevî hemû komkujiyan jî agirê "serîhildanê" vêxistibûn. Li Şirnex û Cizîrê di dema pîrozbahiyan de gel hatibû gulebarankirin û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabûn. Berovajî Şirnex û Cizîrê pîrozbahiya li Nisêbînê bi awayekî aram hatibû kirin. Lê piştî ku xebera komkujiyên li Şirnex û Cizîrê gihaştibû Nisêbînê, roja din li gel daketibû kolanan. Gelê Nisêbînê di 22'yê Adarê de ji bo şermezarkirina komkujiyan daketibû kolanan û piştî demekê her çûbû girse zêdetir bûbû li ser Pira Şehîdan. Piştî dora girseyê hatibû dorpêçkirin, girseyê jî dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Vê carê komkujiyên li Şirnex û Cizîrê hatin kirin li Nisêbînê jî heman komkujî hat kirin. Polîsan gel guleberan kir û berê panzêran dabûn ser gel û gelek kes di bin panzêran de mabû. Li gor hejmarên fermî 16, li gorî şahidan jî 21 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûbûn.    Kesên di çalakiya protestokirina komkujiya 1992'yan de birînra bûbûn û kesên şahidên wê demê behsa wan rojan kirin û ji bo pîrozbahiya Newrozê bang kirin.    Hin welatiyan ji ber nekevin detê polîsan xwe avêtibûn Çemê Çagçagê û cenazeyê du welatiyan li Qamişlo hatibû dîtin û wan anîn Nisêbînê. Li Nisêbînê bi rojan xwepêşandana dewam kiribû û tevî komkujî û girtin û binçavkirina jî ji wê rojê heta niha li Nisêbînê agirê Newrozê her gûr bû û coşa pîrozbahiyê kêm nebû.    ŞAHIDÊ SERHILDAN Û QETLÎAMÊ   Ji şahidên Newroza 1992’yan Cemal Ûçar bi bîr xist ku cihê qeymeqamiyê niha şûna qada Newrozê bû. Ûçar bi bîr xit ku wan roja Newrozê pîrozbahiya xwe li dar xist û got: “Newroza me pir xweş derbas bû. Li Nisêbînê cara ewil Newroz ewqas xweş hat pîrozkirin. Me bi renge xwe yê Kurdistanî û bi beşdariya hunermandan pîroz kir. Di heman rojê de li Şirnex û Cizîrê qetlîam çêbûbû. Gelek welatî şehîd ketibûn. Qetlîam bi destê hêzên dewletê pêk hatibû. Ji bo ku gelê kurd bitirsînin qetlîaman kiribûn.”    FERMANA QETLÎAMÊ HATIBÛ   Uçar bi bîr xist ku ji bo li dijî qetlîama li Cizîrê û Şirnexê bêdeng nemînin gel di 22’yê adarê de daket kolanan û kesên xwestin biçin Goristana Hecaca bi panzêran hatin astengkirin. Ûçar wiha got: “Polîsên li ser panzerê digotin, ‘Belav bibin, ferman ji Mêrdînê hat em ê we bikujin. Fermana kuştinê hatiye. Her kes bila biçe malê, yên neçin malên xwe û belav nebin em ê wan bikujin’. Tevî vê yekê jî gel belav nebû. Mirov li ber çavên me perçiqand. Her du aliyên Pira Şehîdan bi panzêran hatin girtin. Polîs li avahiyên derdorê yên li jora nexweşxaneyê hatibûn bicihkirin. Yên ku dikaribûn xwe bavêjin avê, xwe avêtin. Dema ku me xwest em derbasî aliyê din bibin, hêzên taybet, leşker û cerdevan me gulebaran kirin. Me xwe avêt pişt keviran. Dema em vegeriyan wî aliyê avahiya hikûmetê, gelek kes hatin binçavkirin û ew birin maşîneyan. Ya ku me di sala 92’yan de bi çavên xwe dît ev e. Ez kesên ku fermana komkujiyê dane û komkujî pêk anîne lanet dikim."   ‘EZ NIKARIM JI BÎR BIKIM’    Ûçar da zanîn ku dema ew roj tên bîra wî mûyê wî dibin şûşjin û ew derbarê wê serdemê de tam nikare hestên xwe bîne ziman. Ûçar bi bîr xist ku ew bûye şahidê serhildana merasîmê cenazeyê Vedat Aydin ku bi hezaran kes hat gulebarankirin û got: “Wê çaxê jî me gulebaran kirin. Li ber çavê me bi hezaran mirov hatin gulebarankirin. Ez nikarim qetlîaman ji bîr bikim. Heta ez saxbim wê ji bîra min dernekeve.”    Ûçar anî ziman ku yên wê heyamê qetlîaman pêk anîn îro jî li ser îktidarê ne û got: “Îktidara îroyîn hevalbendên kujerên wê demê ne. Heman zîhniyet li ser dar e. Zîhniyeta wê çaxê û zîhniyeta niha bûne dostên hev.”    NISÊBÎN HER TIM BI COŞ BÛYE   Ûçar da zanîn ku ji roja qetlîamê vir ve pîrozbahiyên li Nisêbînê her tim bi coş tên pîrozkirin û wiha axivî: “Gelê me her sal xwedî li Newrozê derdikeve. Gelê Nisêbînê xwedî şeref û hesiyetê ye. Heta ku gelê Nisêbînê hebe wê xwedî li xwe derkeve.”    MA / Ahmet Kanbal