Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin

img
MEREŞ - Parlamenterê HDP’ê Dr. Necdet Îpekyuz diyar kir ku bi germbûna hewayî re dê pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde bibin û wiha got: “Ji bo hemû hemwelatiyên ku travma jiyane divê pêvajoyên rehabîlîtekirinê bên pêşxistin.” 
 
Li gorî daneyên fermî, di encama erdhejên Mereşê de 47 hezar û 975 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi ser erdhejê re 34 roj derbas bûn lê hêj jî gelek pirsgirêkên weke cihê mayînê, tenduristî û xurekan didomin. Xelkê navçeya Elbistanê ku piştî erdhejê koç kiribûn, hêdî hêdî vedigerin. Gelek jê hewl didin tevî şertên zehmet xwe li ser pêyan bigirin. Tevî ku bi ser erdhejê re zêdetirî mehek derbas bûye jî hêjta li konbajaran pirsgirêka daşir û serşokan nehatiye çareserkirin. Li konbajarê li Baxçeyê Milet ê Recep Tayyîp Erdogan mexdûrên erdhejê hêj gelek pirsgirêk xwarin û vexwarinê dijîn. Pispor jî dibêjin ku bi germbûna hewayî re dê pirsgirêkên tenduristiyê zêde bibin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Dr. Necdet Îpekyuz têkildarî pirsgirêkên li herêmên erdhejê axivî. 
 
‘JINEDÎTÎ VE TÊN' 
 
Dr. Îpekyuz da zanîn ku di erdhejê de xesar gihiştiye gelek navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan û wiha got: “Piştî erdhejê bi taybet jî di qada alîkariya destpêkê de pirsgirêkên mezin derketin. Li herêmên erdhejê gelek pirsgirêkên tenduristiyê dest pê kirin. Di kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, jinên ducanî, pitik û zarok bi pirsgirêkên nû re rû bi rû man. Nikarin têr bixwin û vexwin, di sermayê de dimînin û ev yek jî rê li ber pirsgirêkan vedike. Dê ev pirsgirêk bidomin. Pirsgirêka tenduristiyê bi bijîşk, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê çareser naebe. Heke parastina di erhejê de û pêşîlêgirtin girîng be, di tenduristiyê de jî parastin û pêşîlêgirtin girîng e. Divê ava rojane ya paqij bê peydakirin, deterjan, alavên hîjyenê, cihên paqij ên lêmayînê hebin. Her wiha divê derziyên cuda bên danîn û li navend û navçeyan paqijî bê kirin. Bi germbûna hewa re dê li van herêman mîkroorganîzma zêde bibin. Divê xebatên paqijî û dermankirinê li van herêman bên kirin, mirov li gorî hesaba kaloriyê bên xweyîkirin û xwarin li cihên sterîl bên amadekirin. Lê li vê derê feraseteke wisa tune ye. Guh nadin û jinedîtî ve tên.” 
 
PERGALA HILWEŞIYAYΠ
 
Îpekyuz, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo pirgsirêkên tenduristiyê yên gundan tu hewldan nînin. Her wiha di qada tenduristiyê de divê perwerdeya zimanê dayikê hebe. Ji ber ku pirsgirêk e. Divê ji bo kesên xizmên xwe winda kirine, zarok û kalan xizmetên rehabîlîtasyonê bên dayîn. Divê cihê mayînê wisa bê çareserkirin ku êdî rê li ber pirsgirêka tenduristiyê veneke. Mirov li cihên qelebalix dimînin û di serî de gurîbûn, rê li ber gelek nexweşiyên din vedike. Nikarin serê xwe bişon, cilên xwe bişon û yên paqij li xwe bikin. Bi germbûna hewayî re dê nexweşiyên rê li ber dîzanterî, tîfo û kolerayê derkevin holê. Divê ji bo van tevdîr bên girtin. Wezareta tenduristiyê ji bo nexweşiyên kronîk sererastkirinek kir lê pereyê wê xelk bi xwe dide. Xelk bêçare ye û divê hêj bêhtir neyên mexdûrkirin. Pergala hilweşiyayî xelkê bêhtir ber bi nediyarî û neyînîtiyê ve dibe. 
 
Divê ji bo hemû kesên travmayê dijîn, pêvajoya rehabîlîtasyonê bê pêşxistin. Li vê derê gelek tişt tenê li ser kaxizê tên kirin. Divê alîkariyeke xurt bi herêmê re bê kirin, xebatên protezê bên meşandin û navendên girîng bên avakirin. Divê em hesabê bipirsin, nexwe bêdengî dê me bêçare bike. Divê em piştevaniya hev bikin.”
 
MA / Yusra Batihan

Sernavên din

13/03/2023
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e