Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin 2023-03-12 10:36:03   MEREŞ - Parlamenterê HDP’ê Dr. Necdet Îpekyuz diyar kir ku bi germbûna hewayî re dê pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde bibin û wiha got: “Ji bo hemû hemwelatiyên ku travma jiyane divê pêvajoyên rehabîlîtekirinê bên pêşxistin.”    Li gorî daneyên fermî, di encama erdhejên Mereşê de 47 hezar û 975 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi ser erdhejê re 34 roj derbas bûn lê hêj jî gelek pirsgirêkên weke cihê mayînê, tenduristî û xurekan didomin. Xelkê navçeya Elbistanê ku piştî erdhejê koç kiribûn, hêdî hêdî vedigerin. Gelek jê hewl didin tevî şertên zehmet xwe li ser pêyan bigirin. Tevî ku bi ser erdhejê re zêdetirî mehek derbas bûye jî hêjta li konbajaran pirsgirêka daşir û serşokan nehatiye çareserkirin. Li konbajarê li Baxçeyê Milet ê Recep Tayyîp Erdogan mexdûrên erdhejê hêj gelek pirsgirêk xwarin û vexwarinê dijîn. Pispor jî dibêjin ku bi germbûna hewayî re dê pirsgirêkên tenduristiyê zêde bibin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Dr. Necdet Îpekyuz têkildarî pirsgirêkên li herêmên erdhejê axivî.    ‘JINEDÎTÎ VE TÊN'    Dr. Îpekyuz da zanîn ku di erdhejê de xesar gihiştiye gelek navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan û wiha got: “Piştî erdhejê bi taybet jî di qada alîkariya destpêkê de pirsgirêkên mezin derketin. Li herêmên erdhejê gelek pirsgirêkên tenduristiyê dest pê kirin. Di kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, jinên ducanî, pitik û zarok bi pirsgirêkên nû re rû bi rû man. Nikarin têr bixwin û vexwin, di sermayê de dimînin û ev yek jî rê li ber pirsgirêkan vedike. Dê ev pirsgirêk bidomin. Pirsgirêka tenduristiyê bi bijîşk, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê çareser naebe. Heke parastina di erhejê de û pêşîlêgirtin girîng be, di tenduristiyê de jî parastin û pêşîlêgirtin girîng e. Divê ava rojane ya paqij bê peydakirin, deterjan, alavên hîjyenê, cihên paqij ên lêmayînê hebin. Her wiha divê derziyên cuda bên danîn û li navend û navçeyan paqijî bê kirin. Bi germbûna hewa re dê li van herêman mîkroorganîzma zêde bibin. Divê xebatên paqijî û dermankirinê li van herêman bên kirin, mirov li gorî hesaba kaloriyê bên xweyîkirin û xwarin li cihên sterîl bên amadekirin. Lê li vê derê feraseteke wisa tune ye. Guh nadin û jinedîtî ve tên.”    PERGALA HILWEŞIYAYΠ   Îpekyuz, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo pirgsirêkên tenduristiyê yên gundan tu hewldan nînin. Her wiha di qada tenduristiyê de divê perwerdeya zimanê dayikê hebe. Ji ber ku pirsgirêk e. Divê ji bo kesên xizmên xwe winda kirine, zarok û kalan xizmetên rehabîlîtasyonê bên dayîn. Divê cihê mayînê wisa bê çareserkirin ku êdî rê li ber pirsgirêka tenduristiyê veneke. Mirov li cihên qelebalix dimînin û di serî de gurîbûn, rê li ber gelek nexweşiyên din vedike. Nikarin serê xwe bişon, cilên xwe bişon û yên paqij li xwe bikin. Bi germbûna hewayî re dê nexweşiyên rê li ber dîzanterî, tîfo û kolerayê derkevin holê. Divê ji bo van tevdîr bên girtin. Wezareta tenduristiyê ji bo nexweşiyên kronîk sererastkirinek kir lê pereyê wê xelk bi xwe dide. Xelk bêçare ye û divê hêj bêhtir neyên mexdûrkirin. Pergala hilweşiyayî xelkê bêhtir ber bi nediyarî û neyînîtiyê ve dibe.    Divê ji bo hemû kesên travmayê dijîn, pêvajoya rehabîlîtasyonê bê pêşxistin. Li vê derê gelek tişt tenê li ser kaxizê tên kirin. Divê alîkariyeke xurt bi herêmê re bê kirin, xebatên protezê bên meşandin û navendên girîng bên avakirin. Divê em hesabê bipirsin, nexwe bêdengî dê me bêçare bike. Divê em piştevaniya hev bikin.”   MA / Yusra Batihan