Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn

img
ŞIRNEX - Li gundê Fîlê yê Hezexê di sala 1993'yan de ji malbata Susinê 3 kes hatine girtin. Her sê kes 30 sal in girtî ne. Malbatê xwest her sê girtî demildest bên berdan û got: "Çavê me li rêya wan qerimiye. Em dixwazin êdî wan berdin. Ev çend sal in me wekî malbat gelek zehmetî kişand. Em dixwazin ew jî wekî her kesî vegerin ser axa xwe."
 
Di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên dewletê yên "ewlehiyê" ku li Kurdistanê dihatin meşandin, bi hezaran kes hatin girtin. Wan salan ji malbata Susinê jî 3 kes hatine girtin. Di sala 1993'an de li gundê Fîlê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ji heman malbatê Mehmet Emîn Susin (62), biraziyê wî Abdulselam Susin (52) û pismamê wî Necîm Susin (54) di serdegirina gund de bi îddîaya, "Endamên rêxistinê ne" hatine binçavkirin û piştre jî hatine girtin. Li her sê ferdên malbata Susinê cezayê muebedê (30 sal) hatiye birîn. Her sê xizmên hev sê salan di Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê de mane û paşê her yek ji wan sewqî girtîgehên cuda hatine kirin. Ji her sê girtiyên ku heya niha sewq û sirgûnî gelek girtîgehan hatine kirin; Mehmet Emîn Susin niha di Girtîgeha Espiye ya Tîpa L'yê; Abdulselam û Necîm Susin jî di Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind de ne. 
 
Malbata Susinê ku ji ber derfetên aborî di çûn û hatina girtîgehê de zehmetiyê dikişîne, 5 sal in nikare biçe girtîgehê hevdîtinê bi her sê girtiyan re bike. Her wiha ji girtiyan Mehmet Emîn Susin ji ber nexweşîna di çoka wî de 3 sal in nikare bimeşe û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Necîm Susun jî nexweşîna şekir û tansiyona zêde pê re heye. 
 
Ramazan Susin, birayê Mehmet Emîn Susin, bal kişand ser rewşa birayê xwe, pismamê xwe û biraziyê xwe û xwest her sê demildest bên berdan. 
 
BIRAYÊ WÎ NIKARE BIMEŞE
 
Ramazan Susin anî ziman ku di 30 salên girtîgehê de nexweşî li birayê wî peyda bûne û wiha axivî: "Ji malbata me 3 kes hatin girtin. Mehmet Emin Susin birayê min e û di Girtîgeha Espiye ya T'yê de ye. Ew ji ber lingên xwe nikare bimeşe. Bi alikariya hevalên xwe yên girtîgehê pêdiviyên xwe pêk tîne. Heta ku nikare bi telefonê jî li me bigere. Dema wextê hevditînê ya bi telefonê ya heftane tê telefonê ji wî re dibin û em wisa pê re diaxivin. Tansiyona wî, şekirê wî heye. Gelek nexweşîn pê re hene. Heger kes alikariya wî neke ne dikare xwarinê bixwe ne jî dikare serê xwe bişo. Ev 30 sal in di girtîgehê de ye. Hê zarokên xwe nedîtine. Niha zarokên wî biçin cem wî, ew zarokên xwe nas nake. Hê 6-7 mehên wî mane. Em dixwazin demildest bê berdan û li cem zarokên xwe bê tedawîkirin. Nexweş e û ev çend sal in hê zarokên xwe nedîtine. Ji ber ku girtîgeha tê dimîne dûrî me ye, em bi xwe jî nikarin biçin serdanê û ev 5 sal in min jî ew nedîtiye. Ev 2-3 sal in ku lingên xwe hîs nake û nikare xwe li ser pêyan bigire. Niha gopal danê û bi alikariya gopal xwe li ser pêyan digire. Bêyî gopal nikare tiştekî bike."
 
PISMAMÊ WÎ JÎ NEXWEŞ E
 
Susin anî ziman ku înfaza biraziyê wî Abdulselam jî bi qesdî hatiye şewitandin û got ku ev 30 sal in ew li benda azadiya her sê kesan in û wiha domand: "Biraziyê min Abdulselam jî ev 30 sal in di girtîgehê de ye. Beriya berdana wî bi rojekê înfaza wî hat şewitandin. Bifikirin, mirovek 30 salan di girtîgehê de dimîne û roja ku wê bê berdan înfaza wî tê şewitandin. Ev ne tiştekî însanî ye. Qanûn bi xwe vî tiştî qebûl nake."
 
Susin ji bo pismamê xwe Necim Susun ê 30 sal in girtiye jî got: "Ew jî ev 30 sal in di girtîgehê de ye. Ew bi xwe jî nexweş e. Her yek ji wan di girtîgehekê de ye. Ji malekê 3 girtî hebin, gelek zehmet e. Ev 30 sal in em zehmetiyê dikêşin. Mirovê ku derfetê wî nebe, nikare ku bi sê girtiyan re eleqeder bibe. Tu derfetê me nîn e. Debarkirin gelek zehmet bûye. Ev 5 sal in min ne birayê xwe, ne biraziyê xwe û ne jî pismamê xwe nedîtiye. Ez bi xwe jî ji ber ku nexweş im nikarim biçim serdana wan. 30 sal e ez li benda berdana yekî ji wan bûm. Biraziyê min ê bihata berdan, lê ceza lê birîn û nehat berdan. Di van 30 salan de carna pereyê me tune bû ku em ji wan re bişînin. Em xizan bûn, pere nebû lê me deyn dikir û ji wan re dişand. Di van 30 salan de, ew li gelek girtîgehan gerandin. Her sê kesan jî 30 salên xwe tije kirine û em dixwazin êdî bên berdan. Heger rehm di dilê wan de hebe dê wan berdin. Mirovekî ku 30 salan di girtîgehê de bimîne û piştre 6 salên din ceza lê bê birîn, gelek zehmet e. Êdî bes e û em dixwazin ew bên berdan. Ez gelek bêriya wan dikim."
 
'ÇAVÊ ME LI RÊYA WAN QERIMÎ'
 
Susin xwest ku her sê girtiyên wan bên berdan û wiha bang kir: "Çavê me li rêya wan qerimiye. Em dixwazin êdî wan berdin. Ev çend sal in me wekî malbat gelek zehmetî kişand. Em dixwazin ew jî wekî her kesî vegerin ser axa xwe. Weke her kesî wan jî çawa ku cezayê xwe qedand, bila bên berdin. Ev tişta tê kirin neheqî ye." 
 

Sernavên din

04/03/2023
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye