Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn 2023-03-01 09:02:03   ŞIRNEX - Li gundê Fîlê yê Hezexê di sala 1993'yan de ji malbata Susinê 3 kes hatine girtin. Her sê kes 30 sal in girtî ne. Malbatê xwest her sê girtî demildest bên berdan û got: "Çavê me li rêya wan qerimiye. Em dixwazin êdî wan berdin. Ev çend sal in me wekî malbat gelek zehmetî kişand. Em dixwazin ew jî wekî her kesî vegerin ser axa xwe."   Di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên dewletê yên "ewlehiyê" ku li Kurdistanê dihatin meşandin, bi hezaran kes hatin girtin. Wan salan ji malbata Susinê jî 3 kes hatine girtin. Di sala 1993'an de li gundê Fîlê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ji heman malbatê Mehmet Emîn Susin (62), biraziyê wî Abdulselam Susin (52) û pismamê wî Necîm Susin (54) di serdegirina gund de bi îddîaya, "Endamên rêxistinê ne" hatine binçavkirin û piştre jî hatine girtin. Li her sê ferdên malbata Susinê cezayê muebedê (30 sal) hatiye birîn. Her sê xizmên hev sê salan di Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê de mane û paşê her yek ji wan sewqî girtîgehên cuda hatine kirin. Ji her sê girtiyên ku heya niha sewq û sirgûnî gelek girtîgehan hatine kirin; Mehmet Emîn Susin niha di Girtîgeha Espiye ya Tîpa L'yê; Abdulselam û Necîm Susin jî di Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind de ne.    Malbata Susinê ku ji ber derfetên aborî di çûn û hatina girtîgehê de zehmetiyê dikişîne, 5 sal in nikare biçe girtîgehê hevdîtinê bi her sê girtiyan re bike. Her wiha ji girtiyan Mehmet Emîn Susin ji ber nexweşîna di çoka wî de 3 sal in nikare bimeşe û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Necîm Susun jî nexweşîna şekir û tansiyona zêde pê re heye.    Ramazan Susin, birayê Mehmet Emîn Susin, bal kişand ser rewşa birayê xwe, pismamê xwe û biraziyê xwe û xwest her sê demildest bên berdan.    BIRAYÊ WÎ NIKARE BIMEŞE   Ramazan Susin anî ziman ku di 30 salên girtîgehê de nexweşî li birayê wî peyda bûne û wiha axivî: "Ji malbata me 3 kes hatin girtin. Mehmet Emin Susin birayê min e û di Girtîgeha Espiye ya T'yê de ye. Ew ji ber lingên xwe nikare bimeşe. Bi alikariya hevalên xwe yên girtîgehê pêdiviyên xwe pêk tîne. Heta ku nikare bi telefonê jî li me bigere. Dema wextê hevditînê ya bi telefonê ya heftane tê telefonê ji wî re dibin û em wisa pê re diaxivin. Tansiyona wî, şekirê wî heye. Gelek nexweşîn pê re hene. Heger kes alikariya wî neke ne dikare xwarinê bixwe ne jî dikare serê xwe bişo. Ev 30 sal in di girtîgehê de ye. Hê zarokên xwe nedîtine. Niha zarokên wî biçin cem wî, ew zarokên xwe nas nake. Hê 6-7 mehên wî mane. Em dixwazin demildest bê berdan û li cem zarokên xwe bê tedawîkirin. Nexweş e û ev çend sal in hê zarokên xwe nedîtine. Ji ber ku girtîgeha tê dimîne dûrî me ye, em bi xwe jî nikarin biçin serdanê û ev 5 sal in min jî ew nedîtiye. Ev 2-3 sal in ku lingên xwe hîs nake û nikare xwe li ser pêyan bigire. Niha gopal danê û bi alikariya gopal xwe li ser pêyan digire. Bêyî gopal nikare tiştekî bike."   PISMAMÊ WÎ JÎ NEXWEŞ E   Susin anî ziman ku înfaza biraziyê wî Abdulselam jî bi qesdî hatiye şewitandin û got ku ev 30 sal in ew li benda azadiya her sê kesan in û wiha domand: "Biraziyê min Abdulselam jî ev 30 sal in di girtîgehê de ye. Beriya berdana wî bi rojekê înfaza wî hat şewitandin. Bifikirin, mirovek 30 salan di girtîgehê de dimîne û roja ku wê bê berdan înfaza wî tê şewitandin. Ev ne tiştekî însanî ye. Qanûn bi xwe vî tiştî qebûl nake."   Susin ji bo pismamê xwe Necim Susun ê 30 sal in girtiye jî got: "Ew jî ev 30 sal in di girtîgehê de ye. Ew bi xwe jî nexweş e. Her yek ji wan di girtîgehekê de ye. Ji malekê 3 girtî hebin, gelek zehmet e. Ev 30 sal in em zehmetiyê dikêşin. Mirovê ku derfetê wî nebe, nikare ku bi sê girtiyan re eleqeder bibe. Tu derfetê me nîn e. Debarkirin gelek zehmet bûye. Ev 5 sal in min ne birayê xwe, ne biraziyê xwe û ne jî pismamê xwe nedîtiye. Ez bi xwe jî ji ber ku nexweş im nikarim biçim serdana wan. 30 sal e ez li benda berdana yekî ji wan bûm. Biraziyê min ê bihata berdan, lê ceza lê birîn û nehat berdan. Di van 30 salan de carna pereyê me tune bû ku em ji wan re bişînin. Em xizan bûn, pere nebû lê me deyn dikir û ji wan re dişand. Di van 30 salan de, ew li gelek girtîgehan gerandin. Her sê kesan jî 30 salên xwe tije kirine û em dixwazin êdî bên berdan. Heger rehm di dilê wan de hebe dê wan berdin. Mirovekî ku 30 salan di girtîgehê de bimîne û piştre 6 salên din ceza lê bê birîn, gelek zehmet e. Êdî bes e û em dixwazin ew bên berdan. Ez gelek bêriya wan dikim."   'ÇAVÊ ME LI RÊYA WAN QERIMÎ'   Susin xwest ku her sê girtiyên wan bên berdan û wiha bang kir: "Çavê me li rêya wan qerimiye. Em dixwazin êdî wan berdin. Ev çend sal in me wekî malbat gelek zehmetî kişand. Em dixwazin ew jî wekî her kesî vegerin ser axa xwe. Weke her kesî wan jî çawa ku cezayê xwe qedand, bila bên berdin. Ev tişta tê kirin neheqî ye."