Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin

  • rojane
  • 13:29 24 Sibat 2023
  • |
MEREŞ - Xebatkarê tenduristiyê yê dilxwaz Mûrat Ozbey da zanîn ku divê li herêmên erdhejê xizmetên tenduristiyê yên hêvişîner bên kirin û wiha got: “Me li nêzî 80 gundan xizmetên tenduristiyê meşandin û derman belav kirin.” 
 
Xebatên rakirina kavilan ên li herêmên erdhejê berdewam in. Li hêla din xebatkarên tenduristiyê balê dikişînin ser xetereya şewbê û tevdîrên pêşîlêgirtinê. Xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz diyar kirin ku li herêmên erdhejê travmayeke giran heye. Xebatkarên tenduristiyê tax bi tax, gund bi gund digerin û ji hêlekê ve pêdiviya dermanan pêşwazî dikin û li hêla din jî bi pirsgirêkên tenduristiyê re eleqedar dibin. 
 
Yek ji xebatkarên tenduristiyê yê dilxwaz jî Mûrat Ozbey e. Ozbey, ji Şirnexê hatiye Bazarcixê û hewl dide pirsgirêkên tenduristiyê yên mexdûrên erdhejê çareser bike. Ozbey, da zanîn ku di 5 rojên ewil ên erdhejê de ji bo dermankirina birînên ji ber erdhejê pêvajoya tedawiyê dabûn destpêkirin, piştre di navbera xwe de tîm avakirin û xebatên kontrolkirina tenduristiyê dane destpêkirin. Bi domdarî Ozbey, got ku heta niha li nêzî 80 gundan geriyane. Ozbey, destnîşan kir ku di roja 18’an a erdhejê de dîsa li van gundan geriyane û ji ber ku gelemperiya xelkê herêmê kesên temenmezin bûn,  wan jî giranî daye ser dermanên nexweşiyên kronîk. 
 
 
TENDURISTIYA HÊVIŞÎNER 
 
Ozbey, diyar kir ku ji bo mexdûrên erdhejê vegotine bê ka dê çawa bikarin tenduristiya xwe biparêzin û ev tişt anî ziman: “Di rewşên wiha yên karesatan de tenduristiya hêvişîner pir girîng e. Me êdî pêvajoya dermankirina birînên ji ber erdhejê çêbûyîn derbas kir. Êdî em xizmetên tenduristiya hêvişîner dikin. Di vê çarçoveyê de, li qadên kombûnê ji komkirina çopan heta bikaranîna avê ya rast û peydakirina wê, ji paqijiya hawirdorê heta xweyîkirina baş, em li gundan gel agahdar dikin. Her wiha em hewl didin dermanan bidin mexdûrên erdhejê yên nexweş.” 
 
Bi domdarî Ozbey da zanîn ku Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) li hemû bajar û navçeyên herêmên erdhejê konên tenduristiyê vegirtine û xizmetên tenduristiyê dide. Ozbey, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Branşên xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz ên li herêma erdhejê, gelemperî ji wan branşên ku tenduristiya civakî esas digirin in. Bijîşkên zarokan, psîkolog, bijîşk û hemşîre hene. Di karesatên wiha de pirsgirêka tenduristiyê ya herî mezin, travma ye. Di vê mijarê de yên herî zêde jê bandor dibin jî jin û zarok in. Ji ber vê jî hevalên me yên dilxwaz ên tên vê derê, ji bo xelkê me vê travmayê li ser xwe biavêje xebatan dikin. Bi taybet jî bi zarokan re dilîzin, bi kesên travmaya wan giran re sihbet dikin, rewşa wan dişopînin, nirxandinan dikin û hewl didin jê re bibin alîkar.” 
 
AGAHIYÊN TENDURISTIYÊ BI MEXDÛRÊN ERDHEJÊ RE PARVE DIKIN 
 
Di berdewamê de Ozbey bi lêv kir ku her çend pir zêde nebe jî êdî li herêmên erdhejê bûyerên gurîbûnê dest pê kirine û ev agahî parve kir: “Li cihên gel lê komî dijî heke tevdîr neyên girtin, nexweşiyên bi vî rengî pir zû belav dibin. Lewma divê ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyên wiha tevdîr bên girtin. Em jî van xebatan dimeşînin. Dema em li tax û gundan digerin jî gel di vê mijarê de agahdar dikin. Ev mijar, mijareke pir girîng e. Ji paqijkirina derdorê hate komkirina çopan û hwd. di gelek mijaran de em wan agahdar dikin. Em jê re dibêjin ku ji bo xwe ji wê travmayê xelas bikin, divê piştevaniya xwe xurtir bikin.” 
 
‘WEZARET JI BO PÊVAJOYÊ AMADE NEBÛ’
 
Ozbey, anî ziman ku ji roja hatin Bazarcixê heta niha rastî gelek pirsgirêkên cidî hatine û wiha pê de çû: “Wezareta Tenduristiyê ji bo pêvajoyê qet amade nebû. Girîngiyê nadin xizmeta tenduristiyê ya hevişînerê. Zîhniyeteke tenduristiyê ya di nava nexweşxaneyan de hefs bûyî heye. Em di demên berê de jî li dijî vê derketibûn. Bi erdhejê re xuya bû bê ka em çiqas mafdar bûn. Hewceye di vê mijarê de plansaziyeke baş bikin. Li hêla din bûyerên şewbê û çûyîna hinavan dest pê kirine. Li bajar hêj jî av nîne. Rêveberiyên herêmî berpirsyartiya xwe bi cih nayînin. Lê di rewşên wiha de şaredarî girîntirîn xebata tenduristiyê dikin. Hêj niha jî pirsgirêka daşiran û nekomkirina çopan heye. Li gelek deveran av nayê. Jixwe di rewşeke wiha de belavbûna şewban jî êdî dibe tiştekî asayî.” 
 
HIN GUND HENE KU HÊJ ALÎKARÎ JÊ RE NEÇÛNE
 
Bi ser erdhejê re 18 roj derbas bûn û Ozbey dibêje ku hêj jî hinek gundên alîkariya konan, xurek û tenduristiyê negihiştiyê hene. Ozbey, wiha berdewam kir: “Li 80 gundên herî kêm ji bo 15’an tu alîkarî nehatine şandin. Ev yek, kêmasiyeke mezin e. Kes nizane bê ka li wan gundan çend kesan jiyana xwe ji dest dane, çend nexweş hene û çend jin ducanî ne. Divê jinên ducanî û zarok bên kontrolkirin. Divê were kontrolkirin bê ka paqijiya li wir çawa ye û av bo wan diçe yan na. Divê ji vir û şûnde bo mexdûrên erdhejê av were peydakirin, xizmetên tenduristiyê bigihijin hemû gundan, hawirdor paqij be, şaredarî çopan kom bike û tu çopên encamên neyênî bi xwe re tînin jî neşewitîne. Hewceye tavilê daşir û serşok bên avakirin. Bi qasî me şopandî, li konbajarê AFAD’ê daşir hatine bicihkirin lê bikêr nayên. Di rewşên wiha de bi taybet jî jin û zarok zehmetiyan dikişînin û nikarin biçin destşoyê. Daşirên jinan gelemperî li cihên dûr û tarî hatine çêkirin. Jin ditirsin û dikevin fikaran biçin wê derê. Divê ew der bên ronîkirin û li nêzî konan bên avakirin.”
 
‘JIN Û ZAROKAN BERÇAV NAGIRIN’ 
 
Herî dawî jî Ozbey ev tişt anî ziman: “Ne Wezareta Tenduristiyê û ne jî îktîdar zarok û jinan nafikirin û li gorî mejiyê mêr tevdigerin. Ji bicihkirina konan heta cihên daşir lê hatine danîn, tevek jî ji bo xizmetê ji zilaman re bikin hatine amadekirin. Di vê rewşê de jî bi rastî jin û zarok gelek zehmetiyan dikêşin. Ji bo ku ev gel bikare xwe ji vê travmayê xelas bike, divê her kes bi berpirsyartiya xwe rabe.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel - Abdurrahman Gok

Sernavên din

28/02/2023
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe