Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin 2023-02-24 13:29:59   MEREŞ - Xebatkarê tenduristiyê yê dilxwaz Mûrat Ozbey da zanîn ku divê li herêmên erdhejê xizmetên tenduristiyê yên hêvişîner bên kirin û wiha got: “Me li nêzî 80 gundan xizmetên tenduristiyê meşandin û derman belav kirin.”    Xebatên rakirina kavilan ên li herêmên erdhejê berdewam in. Li hêla din xebatkarên tenduristiyê balê dikişînin ser xetereya şewbê û tevdîrên pêşîlêgirtinê. Xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz diyar kirin ku li herêmên erdhejê travmayeke giran heye. Xebatkarên tenduristiyê tax bi tax, gund bi gund digerin û ji hêlekê ve pêdiviya dermanan pêşwazî dikin û li hêla din jî bi pirsgirêkên tenduristiyê re eleqedar dibin.    Yek ji xebatkarên tenduristiyê yê dilxwaz jî Mûrat Ozbey e. Ozbey, ji Şirnexê hatiye Bazarcixê û hewl dide pirsgirêkên tenduristiyê yên mexdûrên erdhejê çareser bike. Ozbey, da zanîn ku di 5 rojên ewil ên erdhejê de ji bo dermankirina birînên ji ber erdhejê pêvajoya tedawiyê dabûn destpêkirin, piştre di navbera xwe de tîm avakirin û xebatên kontrolkirina tenduristiyê dane destpêkirin. Bi domdarî Ozbey, got ku heta niha li nêzî 80 gundan geriyane. Ozbey, destnîşan kir ku di roja 18’an a erdhejê de dîsa li van gundan geriyane û ji ber ku gelemperiya xelkê herêmê kesên temenmezin bûn,  wan jî giranî daye ser dermanên nexweşiyên kronîk.      TENDURISTIYA HÊVIŞÎNER    Ozbey, diyar kir ku ji bo mexdûrên erdhejê vegotine bê ka dê çawa bikarin tenduristiya xwe biparêzin û ev tişt anî ziman: “Di rewşên wiha yên karesatan de tenduristiya hêvişîner pir girîng e. Me êdî pêvajoya dermankirina birînên ji ber erdhejê çêbûyîn derbas kir. Êdî em xizmetên tenduristiya hêvişîner dikin. Di vê çarçoveyê de, li qadên kombûnê ji komkirina çopan heta bikaranîna avê ya rast û peydakirina wê, ji paqijiya hawirdorê heta xweyîkirina baş, em li gundan gel agahdar dikin. Her wiha em hewl didin dermanan bidin mexdûrên erdhejê yên nexweş.”    Bi domdarî Ozbey da zanîn ku Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) li hemû bajar û navçeyên herêmên erdhejê konên tenduristiyê vegirtine û xizmetên tenduristiyê dide. Ozbey, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Branşên xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz ên li herêma erdhejê, gelemperî ji wan branşên ku tenduristiya civakî esas digirin in. Bijîşkên zarokan, psîkolog, bijîşk û hemşîre hene. Di karesatên wiha de pirsgirêka tenduristiyê ya herî mezin, travma ye. Di vê mijarê de yên herî zêde jê bandor dibin jî jin û zarok in. Ji ber vê jî hevalên me yên dilxwaz ên tên vê derê, ji bo xelkê me vê travmayê li ser xwe biavêje xebatan dikin. Bi taybet jî bi zarokan re dilîzin, bi kesên travmaya wan giran re sihbet dikin, rewşa wan dişopînin, nirxandinan dikin û hewl didin jê re bibin alîkar.”    AGAHIYÊN TENDURISTIYÊ BI MEXDÛRÊN ERDHEJÊ RE PARVE DIKIN    Di berdewamê de Ozbey bi lêv kir ku her çend pir zêde nebe jî êdî li herêmên erdhejê bûyerên gurîbûnê dest pê kirine û ev agahî parve kir: “Li cihên gel lê komî dijî heke tevdîr neyên girtin, nexweşiyên bi vî rengî pir zû belav dibin. Lewma divê ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyên wiha tevdîr bên girtin. Em jî van xebatan dimeşînin. Dema em li tax û gundan digerin jî gel di vê mijarê de agahdar dikin. Ev mijar, mijareke pir girîng e. Ji paqijkirina derdorê hate komkirina çopan û hwd. di gelek mijaran de em wan agahdar dikin. Em jê re dibêjin ku ji bo xwe ji wê travmayê xelas bikin, divê piştevaniya xwe xurtir bikin.”    ‘WEZARET JI BO PÊVAJOYÊ AMADE NEBÛ’   Ozbey, anî ziman ku ji roja hatin Bazarcixê heta niha rastî gelek pirsgirêkên cidî hatine û wiha pê de çû: “Wezareta Tenduristiyê ji bo pêvajoyê qet amade nebû. Girîngiyê nadin xizmeta tenduristiyê ya hevişînerê. Zîhniyeteke tenduristiyê ya di nava nexweşxaneyan de hefs bûyî heye. Em di demên berê de jî li dijî vê derketibûn. Bi erdhejê re xuya bû bê ka em çiqas mafdar bûn. Hewceye di vê mijarê de plansaziyeke baş bikin. Li hêla din bûyerên şewbê û çûyîna hinavan dest pê kirine. Li bajar hêj jî av nîne. Rêveberiyên herêmî berpirsyartiya xwe bi cih nayînin. Lê di rewşên wiha de şaredarî girîntirîn xebata tenduristiyê dikin. Hêj niha jî pirsgirêka daşiran û nekomkirina çopan heye. Li gelek deveran av nayê. Jixwe di rewşeke wiha de belavbûna şewban jî êdî dibe tiştekî asayî.”    HIN GUND HENE KU HÊJ ALÎKARÎ JÊ RE NEÇÛNE   Bi ser erdhejê re 18 roj derbas bûn û Ozbey dibêje ku hêj jî hinek gundên alîkariya konan, xurek û tenduristiyê negihiştiyê hene. Ozbey, wiha berdewam kir: “Li 80 gundên herî kêm ji bo 15’an tu alîkarî nehatine şandin. Ev yek, kêmasiyeke mezin e. Kes nizane bê ka li wan gundan çend kesan jiyana xwe ji dest dane, çend nexweş hene û çend jin ducanî ne. Divê jinên ducanî û zarok bên kontrolkirin. Divê were kontrolkirin bê ka paqijiya li wir çawa ye û av bo wan diçe yan na. Divê ji vir û şûnde bo mexdûrên erdhejê av were peydakirin, xizmetên tenduristiyê bigihijin hemû gundan, hawirdor paqij be, şaredarî çopan kom bike û tu çopên encamên neyênî bi xwe re tînin jî neşewitîne. Hewceye tavilê daşir û serşok bên avakirin. Bi qasî me şopandî, li konbajarê AFAD’ê daşir hatine bicihkirin lê bikêr nayên. Di rewşên wiha de bi taybet jî jin û zarok zehmetiyan dikişînin û nikarin biçin destşoyê. Daşirên jinan gelemperî li cihên dûr û tarî hatine çêkirin. Jin ditirsin û dikevin fikaran biçin wê derê. Divê ew der bên ronîkirin û li nêzî konan bên avakirin.”   ‘JIN Û ZAROKAN BERÇAV NAGIRIN’    Herî dawî jî Ozbey ev tişt anî ziman: “Ne Wezareta Tenduristiyê û ne jî îktîdar zarok û jinan nafikirin û li gorî mejiyê mêr tevdigerin. Ji bicihkirina konan heta cihên daşir lê hatine danîn, tevek jî ji bo xizmetê ji zilaman re bikin hatine amadekirin. Di vê rewşê de jî bi rastî jin û zarok gelek zehmetiyan dikêşin. Ji bo ku ev gel bikare xwe ji vê travmayê xelas bike, divê her kes bi berpirsyartiya xwe rabe.”    MA / Rûkiye Adiguzel - Abdurrahman Gok