Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin

  • rojane
  • 12:40 21 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Mexdûrên erdhejê yên Amedê ku nawêrin vegerin malên xwe, di bin konên vala yên ji hêla AFAD’ê ve li parkan hatine vedan de zehmetiyên mezin dikişînin. Li cihê konan, ji xebatkarê alîkariyê zêdetir, polîs hene. 
 
Di encama erdheja Mereşê de li Amedê 7 avahî hilweşiyan. Ji bin kavilan cenazeyên 409 kesan hatin derxistin. Di encama xebatên tespîtkirina xesarê de derket holê ku ji 45 hezar û 149 avahiyan 110 jê xesareke mezin tê de heye, 44 jê nîvxesar in û 10 hezar û 977 avahî jî kêmxesar in. Bi taybet jî hejmara avahiyên bixesar ên li navçeya Rezanê zêde ne. Piştî erdhejê bi dehhezaran kes bê mal man û mexdûrên erdhejê pirsgirêka cihê mayînê û xurekan dijîn. Tevî ku bi ser erdhejê re 16 roj derbas bûne jî, heta niha AFAD, Heyva Sor û saziyên din ên dewletê pirsgirêkên mexdûrên erdhejê çareser nekirine. Di her koneke li park û baxçeyan hatin danîn de nêzî 20 kes dimînin. 
 
‘ME TU ALÎKARIYÊN AFAD’Ê NEDÎTINE’ 
 
Welatiya bi navê Hanim Kaya (70) di konên li Parka Sumerê ya Bajarê Nû hatine danîn de dimîne. Kaya, piyên xwe yên bêgore nîşanî me dide û wiha dibêje: “Dîwarên mala me derizîne lewma nikarin biçin mala xwe. Heta niha AFAD’ê tu alîkarî nedaye me. Ev alavên di bin konan de jî me ji malên xwe yên bixesar derxistine. Nifûsa sê malan niha di bin heman konî de dimîne. 4 neviyên min hene û hewcehiya me pir bi pateyên pitikan û mamayê heye.” 
 
PIRSGIRÊKA XWEGERMKIRIN, XUREK Û PAQIJIYÊ
 
Welatiya bi navê Rûken Ozîlhan jî tevî 2 jin û 5 zarokan di bin heman konê de dimîne. Ozîlhan, diyar kir ku pirsgirêkên wan ên weke xwegermkirinê, ceyran, serşok, daşir, av, xurek û alavên hîjyenê hene û wiha got: “Me ji ewil hewl da di malên xwe de bimînin. Lê nebû û em derbasî konan bûn. Li vir her tişt weke ku xuya dike nîne. Dev û lêvên zarokan tev birîn bûne.” 
 
‘WEKE KU ALÎKARIYAN BIAVÊJIN NAV ÇAVÊN ME BELAV DIKIN’ 
 
Ji mexdûrên erdhejê Mehmet Selçûk jî da zanîn ku piştî emeliyata fitqa piştê 7 platîn xistine pişta wî û ev tişt anî ziman: “Di dema hewayê sar de pişta min bêhtir diêşe. 5 jê zarok bi giştî em 13 kes di bin heman konê de dimînin. AFAD hat û kon vedan. Ji bilî wê tu tiştek nekir. Di bin konê me de jineke ducanî heye. Dema me ev rewş bo rayedarên vegotî ji me re gotin; ‘cihekî ku em nexweşa we lê birazînin tune ye.’ Ji bilî betaniyekî tu tiştek nedan me. Binê konê di bin avê de ma ye. Em jê re dibêjin lê bersiva ‘îdare bikin dê biçe’ didin me. Ma em ê heta ku derê îdare bikin? Alîkarî tên lê li kesên nêzî xwe belav dikin. Alîkariyên tînin jî weke biavêjin navçavên me, belav dikin. Pêdiviyên weke xwarin û vexwarinê em bi xwe pêşwazî dikin. Lê dîsa jî bila alîkariya dê bidin me ji bo herêmên rewşa wan girantir bişînin.” 
 
‘NE AFAD Û NE JÎ ŞAREDARÎ HEYE’
 
Jina bi navê Zeynep Yuce tedawiya penceşêrê dibîne û li gel vê, nexweşiyên wê yên weke şekir, dil û hwd. jî hene. Yuce balê dikişîne ser bêderfetiyan û wiha dibêje: “Êdî em ê bi nexweşiyan bikevin. Alîkariyan tînin lê yan kevn in an jî hatine bikaranîn. Ne xebatkarên AFAD’ê û ne jî yên şaredariyê hene. Ev bû hefteyek ku me serê xwe neşûştiye.” Aygun Yuce ku di bin heman konê de dimîne jî got ku wan tu alîkariyên ku li ser televîzyonê propagandaya wan tê kirin nedîtine. 
 
Zarokên malbatan jî tevî hewayê sar, di nava şert û mercên nebitendurist de dilîzin. 
 
JI ALÎKARIYÊ ZÊDETIR POLÎS HENE
 
Yek ji deverên din ên ku kon lê hatine vedan jî Parka Newrozê ya Rezanê ye. Li cihê konan ji alîkariyê zêdetir, hejmara polîsan balê dikişîne. Welatiyên li vê derê di bin konan dimînin, li benda çareserkirina pirsgirêkên weke xwegermkirin, xurek, daşir, av û hwd. in. Ji mexdûrên erdhejê yên li Parka Newrozê Hanim Gezen da zanîn ku ew 29 kes di bin heman konê de dimînin û ev tişt anî ziman: “30 sal berê gundê me şewitandin û me ji Licê bar kir. Di du-sê rojên ewil ên erdhejê de em li wargehê man. Ev 10 roj in jî em di nava vê qerebalixiyê de dijîn. Ne serşok, ne daşir û ne jî cihê destşoyê heye. Ez ji lingê xwe seqetim û nexweşa bêhnkurtkê me. Xesareke mezin gihiştiye mala me lewma nikarin bikevin xanî. Rewşa li vê derê me zêde dide zorê.” 
 
MA / Zerrîn Sargut - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

05/04/2023
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin