Mehmet Dag ê 34 sal di girtîgehê de ma: Abdullah Ocalan sosyalîzmê zindî kir

  • rojane
  • 09:01 15 Sibat 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Mehmet Dag ê 34 salan di girtîgehê de ma, diyar kir ku Îmrali naşibe tu girtîgehê û Abdullah Ocalan di şertên zor de paradîgmayek nû li pêş xist û ji nû ve sosyalîzmê zindî kir. 
 
Kurd 15’ê Sibatê wek “Roja Reş” pênase dikin. Ew roja ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yanî di 15’ê Sibata 1999’an de di encama komployek navdewletî de radestî Tirkiyeyê hat kirinê ye. 24 sal di ser re derbas bû. Di vê pêvajoya 24 salan de herî zê de li girtîgehan bertek nîşanî dîlgirtina Ocalan dan û gelek girtiyan bi dirûşma “Hûn nikarin roja me reş bikin” çalakiyên xweşewitandinê li dar xistin. Ji bo tecrîdkirina li ser Ocalan bê rakirin gelek caran li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê hatin lidarxistin. 
 
Mehmet Dag pêvajoya ku Ocalan tê girtin girtî ye. Wê pêvajoya dijwar li girtîgehê pêşwazî dike. Mehmet Dag 34 salan li girtîgehê dimîne û di cotmeha 2021’an de hatiye tehliyekirin. Mehmet Dag  behsa komploya navdewletî ya li dijî Ocalan kir. 
 
ÇALAKIYÊN ‘XELEKA JI AGIR’ 
 
Dag anî ziman ku dema komplo pêk hatiye ji bo wan serdemek biêş û tengasî bûye û ew ji pêvajoyek û heyamek wiha re neamade bûne. Dag bi bîr xist ku starta komployê di 8’ê Cotmeha 1998’an de çalakiyên mezin li girtîgehan dest pê kirin û got: “Bi ser 70 hevrêyên me li girtîgehan xwe şewitandin û li dora Rêbertiyê bûn xelekên ji agir. Helbet tenê ne li girtîgehan ev çalakî hebûn. Li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê jî hebûn. Li tu devera dinyayê kesek ji bo lîderek ango rêberek canê xwe neşewitandiye. Lê belê ji bo Rêber Apo gelek mirovan xwe şewtiand û xwstin xwedî rêbertiya xwe biparêzin. Van çalakiyan dinyayê matmayî hişt. Piştî van çalakiyan hêzên hegomonîk dîtin ku di navbera Rêber Apo û gel de çi girêdanek û hêzek xurt heye.” 
 
Dag destnîşan kir ku berxwedêr û fedaiyên gelê kurd destûr nedan ku ew û rêbertiya xwe têk herin û hestê xwedîderketina di asta bilind de dan nîşandan. 
 
‘NAŞIBE TU GIRTÎGEHÊ’ 
 
Mehmet Dag anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê sepandin li girtîgehan hîn bi awayek giran xwe dide nîşandan û got: “Şertên tecrîdê bandorek mezin li ser derve dike. Lê belê hin bêtir hundir yanî girtîgeh bi şertên dijwar re rûbirû dimînin. Zindan hem guhê xwe hem jî berê xwe didin Îmraliyê. Peyvek Rêberiya me civakê radike ser pêya, moral dide û hêz dide. Lewma ye ku dengê Rêbertiya me qut dikin û nahêlin dengê wî bigihîje derve. Her roja ku diçe tecrîdê dijwartir dikin.” 
 
‘DEMA AZADIYÊ YE’ 
 
Dag destnîşan kir ku ew 34 salan li girtîgehê maye lê Girtîgeha Îmraliyê naşibe tu girtîgehên din û wiha axivî: “Mirov nikare miqayese jî bike. Îmrali girtîgehek giravê ye. Di hundirê vê girtîgehê de odeyek taybet heye. Em dest ji salan berdin mirov nikare mehek bimîne. Jiyana li wir zor û dijwar e. Rêber Apo li wir berxwedanek destanî dide nîşandan. Rêber Apo tiştek wisa kir ku li ser hev pirtûkan û ilmê nivîsand. Ji bo hemû gelê Kurdistanê û gelên dinyayê bû hêvî. Piştî têkçûna reel sosyalîzmê her kesî digot, ‘sosyalîzm jî qediya’. Lê belê Rêber Apo bi paradîgmaya nû re ku li pêş xist got, ‘sosyalîzm nemiriye, sosyalîzm dijî, heke sosyalîzm bimire, mirovahî jî dimire’. Rêber Apo xeletiyên reel sosyalîzmê û kêmasiyên wê derxist holê, viya dahurand û bi paradîgmayek nû pergalek nû danî ber civakê. Lewma jî êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

23/06/2023
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin