Mehmet Dag ê 34 sal di girtîgehê de ma: Abdullah Ocalan sosyalîzmê zindî kir 2023-02-15 09:01:44   MÊRDÎN - Mehmet Dag ê 34 salan di girtîgehê de ma, diyar kir ku Îmrali naşibe tu girtîgehê û Abdullah Ocalan di şertên zor de paradîgmayek nû li pêş xist û ji nû ve sosyalîzmê zindî kir.    Kurd 15’ê Sibatê wek “Roja Reş” pênase dikin. Ew roja ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yanî di 15’ê Sibata 1999’an de di encama komployek navdewletî de radestî Tirkiyeyê hat kirinê ye. 24 sal di ser re derbas bû. Di vê pêvajoya 24 salan de herî zê de li girtîgehan bertek nîşanî dîlgirtina Ocalan dan û gelek girtiyan bi dirûşma “Hûn nikarin roja me reş bikin” çalakiyên xweşewitandinê li dar xistin. Ji bo tecrîdkirina li ser Ocalan bê rakirin gelek caran li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê hatin lidarxistin.    Mehmet Dag pêvajoya ku Ocalan tê girtin girtî ye. Wê pêvajoya dijwar li girtîgehê pêşwazî dike. Mehmet Dag 34 salan li girtîgehê dimîne û di cotmeha 2021’an de hatiye tehliyekirin. Mehmet Dag  behsa komploya navdewletî ya li dijî Ocalan kir.    ÇALAKIYÊN ‘XELEKA JI AGIR’    Dag anî ziman ku dema komplo pêk hatiye ji bo wan serdemek biêş û tengasî bûye û ew ji pêvajoyek û heyamek wiha re neamade bûne. Dag bi bîr xist ku starta komployê di 8’ê Cotmeha 1998’an de çalakiyên mezin li girtîgehan dest pê kirin û got: “Bi ser 70 hevrêyên me li girtîgehan xwe şewitandin û li dora Rêbertiyê bûn xelekên ji agir. Helbet tenê ne li girtîgehan ev çalakî hebûn. Li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê jî hebûn. Li tu devera dinyayê kesek ji bo lîderek ango rêberek canê xwe neşewitandiye. Lê belê ji bo Rêber Apo gelek mirovan xwe şewtiand û xwstin xwedî rêbertiya xwe biparêzin. Van çalakiyan dinyayê matmayî hişt. Piştî van çalakiyan hêzên hegomonîk dîtin ku di navbera Rêber Apo û gel de çi girêdanek û hêzek xurt heye.”    Dag destnîşan kir ku berxwedêr û fedaiyên gelê kurd destûr nedan ku ew û rêbertiya xwe têk herin û hestê xwedîderketina di asta bilind de dan nîşandan.    ‘NAŞIBE TU GIRTÎGEHÊ’    Mehmet Dag anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê sepandin li girtîgehan hîn bi awayek giran xwe dide nîşandan û got: “Şertên tecrîdê bandorek mezin li ser derve dike. Lê belê hin bêtir hundir yanî girtîgeh bi şertên dijwar re rûbirû dimînin. Zindan hem guhê xwe hem jî berê xwe didin Îmraliyê. Peyvek Rêberiya me civakê radike ser pêya, moral dide û hêz dide. Lewma ye ku dengê Rêbertiya me qut dikin û nahêlin dengê wî bigihîje derve. Her roja ku diçe tecrîdê dijwartir dikin.”    ‘DEMA AZADIYÊ YE’    Dag destnîşan kir ku ew 34 salan li girtîgehê maye lê Girtîgeha Îmraliyê naşibe tu girtîgehên din û wiha axivî: “Mirov nikare miqayese jî bike. Îmrali girtîgehek giravê ye. Di hundirê vê girtîgehê de odeyek taybet heye. Em dest ji salan berdin mirov nikare mehek bimîne. Jiyana li wir zor û dijwar e. Rêber Apo li wir berxwedanek destanî dide nîşandan. Rêber Apo tiştek wisa kir ku li ser hev pirtûkan û ilmê nivîsand. Ji bo hemû gelê Kurdistanê û gelên dinyayê bû hêvî. Piştî têkçûna reel sosyalîzmê her kesî digot, ‘sosyalîzm jî qediya’. Lê belê Rêber Apo bi paradîgmaya nû re ku li pêş xist got, ‘sosyalîzm nemiriye, sosyalîzm dijî, heke sosyalîzm bimire, mirovahî jî dimire’. Rêber Apo xeletiyên reel sosyalîzmê û kêmasiyên wê derxist holê, viya dahurand û bi paradîgmayek nû pergalek nû danî ber civakê. Lewma jî êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye.”    MA / Ahmet Kanbal