Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir

  • rojane
  • 14:48 25 Çile 2023
  • |
img
AMED - Endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan girtiyan re civiyan. 
 
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 36 endamên ji 7 welatan pêk tê hate Tirkiyeyê. Di çarçoveya plansaziya delegasyonê de 12 endamên wê hatin Amedê û tê payîn ku di navbera 25-27’ê çileyê de li Amedê hevdîtinan pêk bînin. Endamên Delegasyonê ji ewil bi parêzer û malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re hevdîtinek kirin. Li ser navê malbata Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û biraziyê wî Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, li ser navê malbata Veysî Aktaş dayika wî Faîke Aktaş û li ser navê Omer Hayrî Konar jî kekê wî Alî Konar tev li hevdîtinê bûn. Şandeya delegasyonê ji hêla parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve hate pêşwazîkirin. 
 
‘HEMÛ CÎHANÊ BANDOR DIKE’
 
Hevdîtina bi malbatan re ji çapemeniyê re girtî hate kirin. Piştî hevdîtinê jî malbatan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan da zanîn ku wan di hevdîtinê de bêhiqûqiya li Îmraliyê vegotine û ev tişt anî ziman: “Li Girava Îmraliyê bi hiqûqê nayê kirin û nirxên mirovahiyê tên binpêkirin. Em ê van binpêkirinên li dijî mafên mirovan, bi piştevaniyê ji holê rakin. Em dizanin ku Kurdistan û Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Bangeke me ji bo raya giştî ya cîhanê heye; bêhiqûqî li ku were kirin, ev bêhiqûqî bandorî li tevahiya cîhanê dike.” 
 
‘DIVÊ DI SERÎ DE TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BÊ RAKIRIN’
 
Bi domdarî Ocalan bal kişand ser serdana delegasyonê û wiha pê de çû: “Wateya vê serdanê ji bo me mezin e. Em dixwazin ku parêzer biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Ev mafê me yê bingehîn e. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke mezin e. Hemû kes jî dizane ku ev yek çiqasî girîng e.  Ji bo gelê me jiyaneke azad bijî, divê di serî de bi birêz ocalan re hevdîtin bên kirin. Em dixwazin têkildarî tenduristiya birêz Ocalan xwedî agahî bin. Piştgiriya enternasyolan ji bo gelê kurd girîng e. Dê têkoşîna me ya li ser bingeha paradîgmaya birêz Ocalan bidome. Tişta ji ewil divê were kirin ew e ku tecrîda girankirî bi dawî bibe.”
 
‘BILA DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN’
 
Piştre jî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan axcivî û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê hemû kes di tariyê de hiştiye. Divê tu kes vê tecrîdê qebûl neke. Heke li Tirkiyeyê hiqûq hebe, wê demê bila ev hiqûq li Îmraliyê jî bikeve meriyetê. Daxwaza me ev e. Haya me ji wan nîne bê ka ew baş in an na. Li tu devera cîhanê rewşeke bi vê rengî tune ye. Banga me ji bo her kesî ew e ku tavilê bikevin nava hewldanan. Ji bilî HDP’ê hemû partiyên siyasî bêdeng in. Ev tiştekî xelete û nayê qebûlkirin. Bila demildest deriyê Îmraliyê bê vekirin.”
 
Dayika Veysî Aktaş, Faîke Aktaş jî banga aştiyê kir û wiha got: “Ji xeynî aştiyê em tiştekî din naxwazin.”
 
Hevdîtin bi pirsên lijneyê bi dawî bû.
 
Tê payîn ku şande biçe serdana Meclisa Dayîkên Aştiyê û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED). 
 

Sernavên din

26/01/2023
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da