Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir 2023-01-25 14:48:06   AMED - Endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan girtiyan re civiyan.    Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 36 endamên ji 7 welatan pêk tê hate Tirkiyeyê. Di çarçoveya plansaziya delegasyonê de 12 endamên wê hatin Amedê û tê payîn ku di navbera 25-27’ê çileyê de li Amedê hevdîtinan pêk bînin. Endamên Delegasyonê ji ewil bi parêzer û malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re hevdîtinek kirin. Li ser navê malbata Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û biraziyê wî Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, li ser navê malbata Veysî Aktaş dayika wî Faîke Aktaş û li ser navê Omer Hayrî Konar jî kekê wî Alî Konar tev li hevdîtinê bûn. Şandeya delegasyonê ji hêla parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve hate pêşwazîkirin.    ‘HEMÛ CÎHANÊ BANDOR DIKE’   Hevdîtina bi malbatan re ji çapemeniyê re girtî hate kirin. Piştî hevdîtinê jî malbatan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan da zanîn ku wan di hevdîtinê de bêhiqûqiya li Îmraliyê vegotine û ev tişt anî ziman: “Li Girava Îmraliyê bi hiqûqê nayê kirin û nirxên mirovahiyê tên binpêkirin. Em ê van binpêkirinên li dijî mafên mirovan, bi piştevaniyê ji holê rakin. Em dizanin ku Kurdistan û Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Bangeke me ji bo raya giştî ya cîhanê heye; bêhiqûqî li ku were kirin, ev bêhiqûqî bandorî li tevahiya cîhanê dike.”    ‘DIVÊ DI SERÎ DE TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BÊ RAKIRIN’   Bi domdarî Ocalan bal kişand ser serdana delegasyonê û wiha pê de çû: “Wateya vê serdanê ji bo me mezin e. Em dixwazin ku parêzer biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Ev mafê me yê bingehîn e. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke mezin e. Hemû kes jî dizane ku ev yek çiqasî girîng e.  Ji bo gelê me jiyaneke azad bijî, divê di serî de bi birêz ocalan re hevdîtin bên kirin. Em dixwazin têkildarî tenduristiya birêz Ocalan xwedî agahî bin. Piştgiriya enternasyolan ji bo gelê kurd girîng e. Dê têkoşîna me ya li ser bingeha paradîgmaya birêz Ocalan bidome. Tişta ji ewil divê were kirin ew e ku tecrîda girankirî bi dawî bibe.”   ‘BILA DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN’   Piştre jî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan axcivî û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê hemû kes di tariyê de hiştiye. Divê tu kes vê tecrîdê qebûl neke. Heke li Tirkiyeyê hiqûq hebe, wê demê bila ev hiqûq li Îmraliyê jî bikeve meriyetê. Daxwaza me ev e. Haya me ji wan nîne bê ka ew baş in an na. Li tu devera cîhanê rewşeke bi vê rengî tune ye. Banga me ji bo her kesî ew e ku tavilê bikevin nava hewldanan. Ji bilî HDP’ê hemû partiyên siyasî bêdeng in. Ev tiştekî xelete û nayê qebûlkirin. Bila demildest deriyê Îmraliyê bê vekirin.”   Dayika Veysî Aktaş, Faîke Aktaş jî banga aştiyê kir û wiha got: “Ji xeynî aştiyê em tiştekî din naxwazin.”   Hevdîtin bi pirsên lijneyê bi dawî bû.   Tê payîn ku şande biçe serdana Meclisa Dayîkên Aştiyê û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED).