Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin

  • rojane
  • 21:58 15 Çile 2023
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a diyar kir ku civak wê di hilbijartinê de di navbera “ronahî” û “tarîtiyê” de tercîhekê bike, diyar kir ku ji hilbijartinan re amade ne û wiha got: “Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin.”

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê li Eywana Vexwendinê ya Labella ya navçeya Şişliya Stenbolê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan çalakiya piştevaniyê li dar xist. Di çalakiyê de Hevserokên HDP’a Bajêr Îlknûr Bîrol, Ferhat Encu, parlamenterên HDP'ê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Şopandinê ya Koçberiyê (GOÇÎZDER), Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), her wiha rêxistinên sivîl ên civakî, komeleyên herêmî û gelek saziyên sivîl û gelek kes ji gel amade bûn.
 
Di çalakiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêzgirtin hate kirin. Pişt re yek ji muzîkjenê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Şahîn Ozyildirim derket ser dikê. 
 
Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu ên di çalakiya piştevaniyê de axivîn qala wate û girîngiya rojê kirin û herkes silav kirin. 
 
Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku êriş û zext zêdebûne de piştevanî girîng e û wiha got: “HDP tevî hemû êriş, zext û astengkirinan meşa xwe didomîne. Mîtînga me ya îro me weke Tifaqa Ked û Azadî li Qada Kartalê li dar xist gelek bi coş bû. Weke ya li vir, girseyeke bi biryar hebû. Me mîtînga xwe ya ewil li dar xist lê Tifaqa Ked û Azadiyê wê hem di hilbijartinan de hem jî dê piştî hilbijartinan mil bidin milê hev û vê têkoşîn û berxwedanê mezin bike.”
 
‘EM Ê SERÎ LI BER AKP’Ê Û MHP’Ê NETEWÎNIN’
 
Bûldan, bal kişand ser hilbijartina ku nêzîk dibe û destnîşan kir ku ji ber AKP û MHP dizanin dê winda bikin dê zêdetir êriş bike. Bûldan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Qasî ku AKP û MHP winda bikin wê zêdetir êrişî HDP’ê bikin û hêzên demokrasiyê asteng bike. Em ê li dijî êrişên AKP’ê û MHP’ê çok nedaynin û serî netewînin.” 
 
‘GELAN BIRYARA XWE DAN’
 
Bûldan, diyar kir ku Tirkiye bi şer, birçîtî, xizantî, neheqî û bêhiqûqiyê tê birêvebirin. Bûldan, da zanîn ku civak êdî tehamulî desthilatê nake û wiha pê de çû: “Ji ber wê yekê dest ji hilbijartineke din berdin em ê we di vê hilbijartinê de bişînin. Civaka Tirkiyeyê biryara xwe da. Gelên Tirkiyeyê wê aştî, demokrasî û azadiyê hilbijêre. Îro li pêşiya me hilbijartineke dîrokî heye. Gelên Tirkiyeyê wê tercîha xwe bikin. Ev tercîh wê di navbera ronahî û tarîtiyê de be.”
 
‘EM WEKE HDP JI HILBIJARTINÊ RE AMADE NE’
 
Bûldana ku got “Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku em dizanin sedemê evqas neheqî, bêhiqûqî, bêedaletî û tiştên diqewimin desthilata AKP’ê ye, mirov ji bo wê bişînin rojan dihejmêrin. Gelek wextê me nîne. Di kîjan dîrokê de çêbibe bila çêbibe, em weke HDP ji hilbijartinê re amade ne. Bila gumana kesê nebe ku em ê bi Tifaqa Ked û Azadiyê re bi awayekî xurt ji hilbijartinê re xwe amade bikin, em ê rêya serkeftinê bi hev re bibînin.”
 
‘EM Ê DI SINDOQÊ DE BERSIVÊ BIDIN’
 
Bûldan, anî ziman ku beriya hilbijartinê pêdiviya wan bi yekitiyê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji we dixwazin ku vê yekitiya xurt hûn veguherînin serkeftineke mezin. Xelasiya me di yekitî, hevgirtin û serkeftina me de derbas dibe. Em serbikevin ku aştî were vî welatî. Em serbikevin ku azadî were vî welatî. Ez careke din diyar dikim ku em ê roja hilbijartinê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên bêedaletî, bêhiqûqî şer û tecrîdê yên AKP’ê. Spas ji bo hatina we hemûyan.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin çalakî bi xwarina piştevaniyê û stranên hatin gotin bi dawî bû. 
 

Sernavên din

17/01/2023
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn