Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin 2023-01-15 21:58:56 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a diyar kir ku civak wê di hilbijartinê de di navbera “ronahî” û “tarîtiyê” de tercîhekê bike, diyar kir ku ji hilbijartinan re amade ne û wiha got: “Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê li Eywana Vexwendinê ya Labella ya navçeya Şişliya Stenbolê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan çalakiya piştevaniyê li dar xist. Di çalakiyê de Hevserokên HDP’a Bajêr Îlknûr Bîrol, Ferhat Encu, parlamenterên HDP'ê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Şopandinê ya Koçberiyê (GOÇÎZDER), Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), her wiha rêxistinên sivîl ên civakî, komeleyên herêmî û gelek saziyên sivîl û gelek kes ji gel amade bûn.   Di çalakiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêzgirtin hate kirin. Pişt re yek ji muzîkjenê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Şahîn Ozyildirim derket ser dikê.    Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu ên di çalakiya piştevaniyê de axivîn qala wate û girîngiya rojê kirin û herkes silav kirin.    Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku êriş û zext zêdebûne de piştevanî girîng e û wiha got: “HDP tevî hemû êriş, zext û astengkirinan meşa xwe didomîne. Mîtînga me ya îro me weke Tifaqa Ked û Azadî li Qada Kartalê li dar xist gelek bi coş bû. Weke ya li vir, girseyeke bi biryar hebû. Me mîtînga xwe ya ewil li dar xist lê Tifaqa Ked û Azadiyê wê hem di hilbijartinan de hem jî dê piştî hilbijartinan mil bidin milê hev û vê têkoşîn û berxwedanê mezin bike.”   ‘EM Ê SERÎ LI BER AKP’Ê Û MHP’Ê NETEWÎNIN’   Bûldan, bal kişand ser hilbijartina ku nêzîk dibe û destnîşan kir ku ji ber AKP û MHP dizanin dê winda bikin dê zêdetir êriş bike. Bûldan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Qasî ku AKP û MHP winda bikin wê zêdetir êrişî HDP’ê bikin û hêzên demokrasiyê asteng bike. Em ê li dijî êrişên AKP’ê û MHP’ê çok nedaynin û serî netewînin.”    ‘GELAN BIRYARA XWE DAN’   Bûldan, diyar kir ku Tirkiye bi şer, birçîtî, xizantî, neheqî û bêhiqûqiyê tê birêvebirin. Bûldan, da zanîn ku civak êdî tehamulî desthilatê nake û wiha pê de çû: “Ji ber wê yekê dest ji hilbijartineke din berdin em ê we di vê hilbijartinê de bişînin. Civaka Tirkiyeyê biryara xwe da. Gelên Tirkiyeyê wê aştî, demokrasî û azadiyê hilbijêre. Îro li pêşiya me hilbijartineke dîrokî heye. Gelên Tirkiyeyê wê tercîha xwe bikin. Ev tercîh wê di navbera ronahî û tarîtiyê de be.”   ‘EM WEKE HDP JI HILBIJARTINÊ RE AMADE NE’   Bûldana ku got “Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku em dizanin sedemê evqas neheqî, bêhiqûqî, bêedaletî û tiştên diqewimin desthilata AKP’ê ye, mirov ji bo wê bişînin rojan dihejmêrin. Gelek wextê me nîne. Di kîjan dîrokê de çêbibe bila çêbibe, em weke HDP ji hilbijartinê re amade ne. Bila gumana kesê nebe ku em ê bi Tifaqa Ked û Azadiyê re bi awayekî xurt ji hilbijartinê re xwe amade bikin, em ê rêya serkeftinê bi hev re bibînin.”   ‘EM Ê DI SINDOQÊ DE BERSIVÊ BIDIN’   Bûldan, anî ziman ku beriya hilbijartinê pêdiviya wan bi yekitiyê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji we dixwazin ku vê yekitiya xurt hûn veguherînin serkeftineke mezin. Xelasiya me di yekitî, hevgirtin û serkeftina me de derbas dibe. Em serbikevin ku aştî were vî welatî. Em serbikevin ku azadî were vî welatî. Ez careke din diyar dikim ku em ê roja hilbijartinê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên bêedaletî, bêhiqûqî şer û tecrîdê yên AKP’ê. Spas ji bo hatina we hemûyan.”   Piştî axaftinên hatin kirin çalakî bi xwarina piştevaniyê û stranên hatin gotin bi dawî bû.