Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere

RIHA - Rojnamevan Stêrk Gulo ku bal kişand ser hevdîtina di navbera Tirkiye-Sûriyeyê de got: "Gel li axa Sûriyeyê li çareseriyê digere. Heya vîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê esas neyê girtin, çareserî ne pêkan e." 

  
Tirkiyeyê di 20'ê Mijdarê de cardin êriş birin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çendî ev êriş hê didomin jî, lê ji hêzên navnetewyî pesendkirina van êrişan wernegirt. Desthilata AKP-MHP'ê ji bo bigihîje armanca xwe hewl didin pêwendiyê bi rejîma Şamê re deyne ku pêwendiya xwe di sala 2011'an de jê qut kiribû. Ji bo vê jî di 28'ê Kanûna 2022'yan de li Moskowayê Wezîrê PArastona Neteweyî ya Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) a Tirkiyeyê Hakan Fîdan, hevdîtin bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas re çêkirin. Tê payin ku beriya hilbijartinê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Beşar Esas hevdîtinekê bikin. 
 
Stêrk Gulo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevaniyê dike, êrişên li ser herêmê û hevdîtinên di navbera Tirkiye-Sûriyeyê de nirxandin. 
 
Gulo anî ziman ku di êrişên Tirkiyeyê de ku armanc tunekirina Rêveberiya Xweser e, qadên jiyanê yên gel hedef tên girtin û got ku gel jî li dijî vê xwedî helwesteke bihêz e. Gulo wiha axivî: "Ev vîn, xwedîderketin û yekîtî li dijî van êrişan şerê şoreşge rê gel derxist holê. Herêm bi yekîtiya xwe helwesteke bihêz nîşan da. Ev tenê ne peyameke ji bo Tirkiyeyê bû, di heman demê ji bo hêzên li herêmê jî peyamek bû. Gel dixwaze di bin banê rêveberiyeke xweser de bijî." 
 
'HEKE KOBANÊ BIKETANA...'
 
Gulo diyar kir ku Til Rifat, Kobanê û Minbic hedef hatine girtin û got ku di van êrişan de tiliya hêzên li dû mifha xw ene jî heye. Gulo wiha got: "Gava Efrîn hat dagirkirin Rûsyayê got, 'Tişta ku Tirkiyeyê daye min bi qasî 3 Efrîna ye.' NATO jî piştgiriya Tirkiyeyê dike. Gava Erdogan got dê êrişê bibe ser Minbic, Kobanê û Til Rifatê, bi vê dixwaze aboriya Sûriyeyê bi dest bixe. Armanceke din jî hedefgirtina Rêveberiya Xweser e. Yanî dixwaze wê tune bike. Kobanê li seranserê cîhanê bi berxwedana xwe tê naskirin. Li dijî DAÎŞ'ê wekî sembola serketinê hat naskirin. Her kes bi girîngiya rola Kobanê ya ji bo azadiya mirovahiyê dizane. Heke Kobanê biketa, tevahiya Ewropayê, Amerîka û Rosya dê bûbûna hedefa DAÎŞ'ê. Kobanê xwe kir mertal ji bo cîhanê. Îro bi awayekî eşkere dibêje ew ê êrişî Kobanê bikin. Ev li bara Amerîkayê bû cihê nerihetiyê. Em dibînin ku hêzên koalîsyonê ji ber vê nerihet in. Lê dîsa jî li dijî vê bertekên tund rû nedane. Heke bertekên tund bihatana dayîn, Tirkiye ev qasî eşkere gef nedixwarin. Ev qasî eşkere êrişî gelê sivîl nedikir. Ji vir jî tê fêmkirin ku hin planên wan ên hevpar hene." 
  
HEVDÎTINA LI MOSKOWAYÊ
 
Gulo ji bo hevdîtina di navbera rejîma Baasê û Tirkiyeyê de ev tişt gotin: "Di hevdîtina li Moskowayê de Rûsya zorê dide Tirkiyeyê ku hevdîtinê bi Sûriyeyê re bike. Lê Sûriye dikare pirsgirêka xwe li hundir çareser bike. DYA, Rûsya û hêzên koalîsyonê jî li gorî berjewendiyên xwe hereket dikin. Hevdîtina li Msokowayê jî li ser van hesaban e. Tê gotin ev hevdîtin ji bo koçberiyê hatiye kirin. Erdogan koçberan wekî berjwendiyê gelekî dike rojev. Lê em dizanin ku ev tenê ne koçber in, çeteyên wan in jî ku wan ew perwerde kirine." 
 
'ÇARESERÎ LI SÛRIYEYÊ YE'
 
Gulo bilêv kir ku hevdîtina Sûriye-Tirkiyeyê bûye cihê bertekên mezin û wiha pê de çû: "Gel li xaka Sûriyeyê li çareyê digere. Heya ku vîna gelê Sûriyeyê esas neyê girtin çareserî ne pêkan e. Lewma, Tirkiyeya dagirker bi hinceta ewlehiya xwe dixwaze hin bajaran dagir bike. Ev gef didome. Ev xwesteka civîna li Moskowayê ye. Li gorî min, tişta ku dixwestin di vê civînê de bi dest neket. Lewma dixwazin civînine din çêbibin. Beşar Esad jixwe berê daxuyandibû ku heya ku Tirkiyeê hemû hêzên xwe ji Sûriyeyê dernexe dê hevdîtinê neke. Rastiyeke Tirkiyeyê jî heye ku ku derê dagir bike bi hêsanî ji wir dernayê. Lewma heger li dijî vê dagirkirinê vîneke xurt neyê nîşandan, Tirkiye dê ji van deran dernekeve. Gelê Sûriyeyê jî bi vê dizane. Dîroka dagirkirinê ya Tirkiyeyê dizane. Gelê ereb jî hê dagirkirina osmaniyan ji bîr nekiriye. Lewma wekî Peyaman Edeneyê û projeya Msak-î Mîllîyê, kurd, ereb û suryanî ji ber vê nerihet in. Çareyê di hevdîtinên li vê xakê de dibînin. Heya ku gelê Sûriyeyê erê neke, ev hevdîtin dê bi ser nekevin." 
 
BERXWEDANA GELAN
 
Gulo di dawiya axaftina xwe de got: "Tenê ne li Moskowayê, çi tifaq bên çêkirin bila bên çêkirin, karê Tirkiyeyê ne rihet e. Gel di berxwedanê de bi israr in. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana gerîlayan a li Zap û Oremarê ji xwe re mînak digirin." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

07/01/2023
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber