Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere 2023-01-07 09:11:17 RIHA - Rojnamevan Stêrk Gulo ku bal kişand ser hevdîtina di navbera Tirkiye-Sûriyeyê de got: "Gel li axa Sûriyeyê li çareseriyê digere. Heya vîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê esas neyê girtin, çareserî ne pêkan e."     Tirkiyeyê di 20'ê Mijdarê de cardin êriş birin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çendî ev êriş hê didomin jî, lê ji hêzên navnetewyî pesendkirina van êrişan wernegirt. Desthilata AKP-MHP'ê ji bo bigihîje armanca xwe hewl didin pêwendiyê bi rejîma Şamê re deyne ku pêwendiya xwe di sala 2011'an de jê qut kiribû. Ji bo vê jî di 28'ê Kanûna 2022'yan de li Moskowayê Wezîrê PArastona Neteweyî ya Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) a Tirkiyeyê Hakan Fîdan, hevdîtin bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas re çêkirin. Tê payin ku beriya hilbijartinê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Beşar Esas hevdîtinekê bikin.    Stêrk Gulo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevaniyê dike, êrişên li ser herêmê û hevdîtinên di navbera Tirkiye-Sûriyeyê de nirxandin.    Gulo anî ziman ku di êrişên Tirkiyeyê de ku armanc tunekirina Rêveberiya Xweser e, qadên jiyanê yên gel hedef tên girtin û got ku gel jî li dijî vê xwedî helwesteke bihêz e. Gulo wiha axivî: "Ev vîn, xwedîderketin û yekîtî li dijî van êrişan şerê şoreşge rê gel derxist holê. Herêm bi yekîtiya xwe helwesteke bihêz nîşan da. Ev tenê ne peyameke ji bo Tirkiyeyê bû, di heman demê ji bo hêzên li herêmê jî peyamek bû. Gel dixwaze di bin banê rêveberiyeke xweser de bijî."    'HEKE KOBANÊ BIKETANA...'   Gulo diyar kir ku Til Rifat, Kobanê û Minbic hedef hatine girtin û got ku di van êrişan de tiliya hêzên li dû mifha xw ene jî heye. Gulo wiha got: "Gava Efrîn hat dagirkirin Rûsyayê got, 'Tişta ku Tirkiyeyê daye min bi qasî 3 Efrîna ye.' NATO jî piştgiriya Tirkiyeyê dike. Gava Erdogan got dê êrişê bibe ser Minbic, Kobanê û Til Rifatê, bi vê dixwaze aboriya Sûriyeyê bi dest bixe. Armanceke din jî hedefgirtina Rêveberiya Xweser e. Yanî dixwaze wê tune bike. Kobanê li seranserê cîhanê bi berxwedana xwe tê naskirin. Li dijî DAÎŞ'ê wekî sembola serketinê hat naskirin. Her kes bi girîngiya rola Kobanê ya ji bo azadiya mirovahiyê dizane. Heke Kobanê biketa, tevahiya Ewropayê, Amerîka û Rosya dê bûbûna hedefa DAÎŞ'ê. Kobanê xwe kir mertal ji bo cîhanê. Îro bi awayekî eşkere dibêje ew ê êrişî Kobanê bikin. Ev li bara Amerîkayê bû cihê nerihetiyê. Em dibînin ku hêzên koalîsyonê ji ber vê nerihet in. Lê dîsa jî li dijî vê bertekên tund rû nedane. Heke bertekên tund bihatana dayîn, Tirkiye ev qasî eşkere gef nedixwarin. Ev qasî eşkere êrişî gelê sivîl nedikir. Ji vir jî tê fêmkirin ku hin planên wan ên hevpar hene."     HEVDÎTINA LI MOSKOWAYÊ   Gulo ji bo hevdîtina di navbera rejîma Baasê û Tirkiyeyê de ev tişt gotin: "Di hevdîtina li Moskowayê de Rûsya zorê dide Tirkiyeyê ku hevdîtinê bi Sûriyeyê re bike. Lê Sûriye dikare pirsgirêka xwe li hundir çareser bike. DYA, Rûsya û hêzên koalîsyonê jî li gorî berjewendiyên xwe hereket dikin. Hevdîtina li Msokowayê jî li ser van hesaban e. Tê gotin ev hevdîtin ji bo koçberiyê hatiye kirin. Erdogan koçberan wekî berjwendiyê gelekî dike rojev. Lê em dizanin ku ev tenê ne koçber in, çeteyên wan in jî ku wan ew perwerde kirine."    'ÇARESERÎ LI SÛRIYEYÊ YE'   Gulo bilêv kir ku hevdîtina Sûriye-Tirkiyeyê bûye cihê bertekên mezin û wiha pê de çû: "Gel li xaka Sûriyeyê li çareyê digere. Heya ku vîna gelê Sûriyeyê esas neyê girtin çareserî ne pêkan e. Lewma, Tirkiyeya dagirker bi hinceta ewlehiya xwe dixwaze hin bajaran dagir bike. Ev gef didome. Ev xwesteka civîna li Moskowayê ye. Li gorî min, tişta ku dixwestin di vê civînê de bi dest neket. Lewma dixwazin civînine din çêbibin. Beşar Esad jixwe berê daxuyandibû ku heya ku Tirkiyeê hemû hêzên xwe ji Sûriyeyê dernexe dê hevdîtinê neke. Rastiyeke Tirkiyeyê jî heye ku ku derê dagir bike bi hêsanî ji wir dernayê. Lewma heger li dijî vê dagirkirinê vîneke xurt neyê nîşandan, Tirkiye dê ji van deran dernekeve. Gelê Sûriyeyê jî bi vê dizane. Dîroka dagirkirinê ya Tirkiyeyê dizane. Gelê ereb jî hê dagirkirina osmaniyan ji bîr nekiriye. Lewma wekî Peyaman Edeneyê û projeya Msak-î Mîllîyê, kurd, ereb û suryanî ji ber vê nerihet in. Çareyê di hevdîtinên li vê xakê de dibînin. Heya ku gelê Sûriyeyê erê neke, ev hevdîtin dê bi ser nekevin."    BERXWEDANA GELAN   Gulo di dawiya axaftina xwe de got: "Tenê ne li Moskowayê, çi tifaq bên çêkirin bila bên çêkirin, karê Tirkiyeyê ne rihet e. Gel di berxwedanê de bi israr in. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana gerîlayan a li Zap û Oremarê ji xwe re mînak digirin."    MA / Mujdat Can