Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

  • rojane
  • 14:58 30 Kanûn 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Xebatkarên tenduristiyê yên di dema qedexeyên derketina derve ya li Cizîrê de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe de hatin bibîranîn.

Endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Azîz Yural, Eyûb Ergen û Şeyhmus Dursun ku di qedexeyên derketina derve yên sala 2015’an a li navçeya Cizîr a Şirnexê de hatibûn qetilkirin, li Goristana Asrin a Cizîrê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevserokê SES'ê yê Giştî Husnû Yildirim, Sekretera SES'ê Gonul Adibellî, pêkhateyên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Şirnex, Amed, Mêrdîn û Êlihê, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêveberên partiyê û nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan (THÎV) tev li bîranînê bûn. 
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘BILA HESAB JU KUJERAN WERE PIRSÎN’
 
Piştre jî li ser navê SES a Şirnexê Mûrat Ozbey axivî. Ozbey, anî ziman ku heta kiryar li pêşberî darazê hesab didin dê têbikoşin û wiha got: “Em êşeke ku nayê vegotin dijîn. 7 sal berê îro bi qedexeyên derketina derve yên di sala 2015’an de bi sedan mirovên me hatin qetilkirin. Bi hedefgirtina ciwan, zarok, extiyar û xebatkarên tenduristiyê bi sedan mirovên me qetil kirin. Ji wê rojê ve em ji bo mezinkirina bîranîn û têkoşîna rêhevalên xwe têdikoşin. Bi sedan kes qetil kirin lê darizandineke adilane nehat kirin. Em bi israr in, em dixwazin ku berpirsyarên qetilkirina hevalên me û bi sedan kesên di jêrzemînan de hatin qetilkirin bên darizandin. Em dixwazin ji wan hesab were pirsîn.” 
 
‘EM Ê TÊBIKOŞIN’
 
Hevserokê Giştî yê SES'ê Husnu Yildirim jî got ku dê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: “Dema ku Ezîz li kolanê alîkariya dayikeke birîndar dikir, ji aliyê sekvanan ve hate qetilkirin. Şehmus dema diçû nexweşekî di ambulansê de ji aliyê sekvanan ve hate kuştin. Em weke SES'ê bi salan e têdikoşin da ku li welatê me demokrasî pêş bikeve, di nava şert û mercên bêşer û di nava aştiyê de bijîn. Em ê di pêkanîna aştiyê de israr bikin û dê di welateke azad de bijîn.” 
 
‘DIKARIBÛN RIZGAR BIKIN’ 
 
Di merasîmê de Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş jî axivî û kedkarên tenduristiyê yên di êrişan de hatine qetilkirin bi bîr anî. Ozguneş, di şexsê Azîz Yural de hemû kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bi bîr anî û wiha bi dawî kir: “Kesên ku hatine qetilkirin tevek jî xebatkarên tenduristiyê, siyasetmedar û xwendekar bûn. Hemû bêguneh bûn. Dikaribûn xilas bikirana lê nekirin. Em ê vê ji bîr nekin. Heta ku li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde û demokrasî pêk neyê em dest ji têkoşînê bernedin. Em wan ji bîr nakin û bejna xwe li ber bi bîranînên wan ditewînin.”
 
Piştî axaftinan dua hatin kirin û beşdaran qurnefîl danîn ser gorên kedkarên tenduristiyê.
 

Sernavên din

01/01/2023
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin