Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn 2022-12-30 14:58:31 ŞIRNEX - Xebatkarên tenduristiyê yên di dema qedexeyên derketina derve ya li Cizîrê de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe de hatin bibîranîn. Endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Azîz Yural, Eyûb Ergen û Şeyhmus Dursun ku di qedexeyên derketina derve yên sala 2015’an a li navçeya Cizîr a Şirnexê de hatibûn qetilkirin, li Goristana Asrin a Cizîrê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevserokê SES'ê yê Giştî Husnû Yildirim, Sekretera SES'ê Gonul Adibellî, pêkhateyên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Şirnex, Amed, Mêrdîn û Êlihê, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêveberên partiyê û nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan (THÎV) tev li bîranînê bûn.    Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    ‘BILA HESAB JU KUJERAN WERE PIRSÎN’   Piştre jî li ser navê SES a Şirnexê Mûrat Ozbey axivî. Ozbey, anî ziman ku heta kiryar li pêşberî darazê hesab didin dê têbikoşin û wiha got: “Em êşeke ku nayê vegotin dijîn. 7 sal berê îro bi qedexeyên derketina derve yên di sala 2015’an de bi sedan mirovên me hatin qetilkirin. Bi hedefgirtina ciwan, zarok, extiyar û xebatkarên tenduristiyê bi sedan mirovên me qetil kirin. Ji wê rojê ve em ji bo mezinkirina bîranîn û têkoşîna rêhevalên xwe têdikoşin. Bi sedan kes qetil kirin lê darizandineke adilane nehat kirin. Em bi israr in, em dixwazin ku berpirsyarên qetilkirina hevalên me û bi sedan kesên di jêrzemînan de hatin qetilkirin bên darizandin. Em dixwazin ji wan hesab were pirsîn.”    ‘EM Ê TÊBIKOŞIN’   Hevserokê Giştî yê SES'ê Husnu Yildirim jî got ku dê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: “Dema ku Ezîz li kolanê alîkariya dayikeke birîndar dikir, ji aliyê sekvanan ve hate qetilkirin. Şehmus dema diçû nexweşekî di ambulansê de ji aliyê sekvanan ve hate kuştin. Em weke SES'ê bi salan e têdikoşin da ku li welatê me demokrasî pêş bikeve, di nava şert û mercên bêşer û di nava aştiyê de bijîn. Em ê di pêkanîna aştiyê de israr bikin û dê di welateke azad de bijîn.”    ‘DIKARIBÛN RIZGAR BIKIN’    Di merasîmê de Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş jî axivî û kedkarên tenduristiyê yên di êrişan de hatine qetilkirin bi bîr anî. Ozguneş, di şexsê Azîz Yural de hemû kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bi bîr anî û wiha bi dawî kir: “Kesên ku hatine qetilkirin tevek jî xebatkarên tenduristiyê, siyasetmedar û xwendekar bûn. Hemû bêguneh bûn. Dikaribûn xilas bikirana lê nekirin. Em ê vê ji bîr nekin. Heta ku li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde û demokrasî pêk neyê em dest ji têkoşînê bernedin. Em wan ji bîr nakin û bejna xwe li ber bi bîranînên wan ditewînin.”   Piştî axaftinan dua hatin kirin û beşdaran qurnefîl danîn ser gorên kedkarên tenduristiyê.