Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin

  • rojane
  • 13:57 25 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Di Komcivîna Mezin a Elewiyan a ji aliyê rêxistinên elewiyan ve hat organîzekirin de, bal hat kişandin ku îktidar hewl dide baweriya elewîtiyê ji holê rake û banga "hesabpirsîn û rûbirûbûnê" hat kirin.
 
Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD), Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaşî Velî (HBVAKV) û Konfedarasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê (AABK) li dijî avakirina Serokatiya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemxaneyê ya di bin banê Wezareta Çand û Tûrîzmê de li ser biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve pêk hat, "Komcivîna Mezin a Elewiyan" organîze kirin.  
 
Pankartên bi nivîsên "Aştî", "Ji şer re na", "Bila Diyanet bê girtin", "Dest nedin ocax û baweriya min", "Bila Madimak bibe muzeya şermê", "Bila dersên olî yên mecbûrî bên rakirin", "Di aboriyê de edalet" û "Destûra Bingehîn a Nû" li eywana ku kongre lê tê lidarxistin hatin daliqandin û gelek nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn.
 
Komcivîn ango kongre bi pêşandana sînevziyon û gerandina semahê dest pê kir. 
 
DAXWAZA HEMWELATIYA WEKHEV 
 
Serokê Giştî yê ABF’Ê Mustafa Arslan diyar kir ku daxwazên wan ên “hemwelatiya wekhev” hene û wiha got: “Baweriya elewiyan tune tê hesibandin. Îbadetxaneyên me wek ‘berhema dîrokî’ tên dîtin. Elewî dibêjin; ‘hemwelatiya wekhev, laîkbûn û demorkasî’. Lê we vî welatî mehkûmî diyanete, demaetan kir. Em dizanin ku cemaetan vî welatî aniye çi halî. Vê zîhniyetê çi anî serê zaroka 6 salî, em vê hemû dizanin. Em bi vê feraseta yekperest re t êdikoşin. Ji bîr, bawerî û rêxistinbûyîna elewiyan ditirsin. Em dibêjin ku kurd, tirk, çerkez û hemû bîr û bawerî û gelên din dikarin bi hev re bijîn.” 
 
'ELEWÎTÎ TÊ QETILKIRIN’ 
 
Arslan da zanîn ku hikûmet bi qanûna ku pêşkêşî Meclisê kiriye hewl dide baweriyan tarîf bike û wiha got: “Bi salan e dev ji wî hedê xwe yê tarîfa me bernadin. Em jî wek Îmam Huseyn û gelek pîrên xwe serî li ber we natewînin. 44 sal berê li Mereşê elewî qetil kirin. Niha jî elewîtiyê dikujin. Di wir de herin, hûn kî ne elewîtiyê qetil dikin? Yên ku mirovan mehkûmî xizaniyê dikin, hewl didin bêhêziya xwe bi bêhiqûqî, zordarî û tirsandinê veşêrin. Zarok li vî welatî ji ber nasnameya xwe ya etnîkî hatin qetilkirin. Li Roboskî zarok hatin qetilkirin. Ez bejna xwe li ber bîranîna we ditewînim.” 
HESAB Û HEVRÛBÛN 
 
Serokê ADFE’yê Celal Firat jî wiha got: “Di vê sedsala duyemîn a komarê de em bi rûbirûnê dest pê bikin. Em ê çawa tiştên anîne serê me ji bîr bikin. Jibîrkirin, razîbûna li mirinê ye û xiyanet e. Lewma divê me hesab bipirsin û hevrû bibin. Bi hezar salan e em tevî hemû êrişan û qetlîaman li ber xwe didin û têkoşîna me didome. Dixwazin me bênasname û bêbawerî bihêlin. Berê me elewiyan didin hev. Lê em ê destûr nedin vê yekê. Em ê neyên lîstika îktidarê. Divê diyanet were betalkirin.” 
 
PEYAMÊN PARTIYÊN SIYASΠ
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan peyam şandin kongreyê û nameya wan hat xwendin û di nameya xwe de kongreyê li civaka elewî pîroz kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna elewiyan têkoşîna wan e. 
 
Her wiha peyamên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû jî hatin xwendin.
 
NERAZÎBÛN NÎŞANÎ QETLÎAMA PARÎSÊ DA 
 
Hevberdevka AABK’ê Nevîn Kamîlagaoglû jî axivî û anî ziman ku ew ê destûrê nedin tunehesibandina elewiyan. Hevberdevkê AABK’yê Huseyin Mat jî bertek nîşanî êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê pêk hat da û ew ê vê qetlîam û nijadperestiyê şermezar dikin. 
 
‘BILA MADIMAK BIBE MUZEYA ŞERMÊ’ 
 
Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anadolûyê ya Haci Bektaşî Velî Ercan Geçmez jî destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku Hotêla Madimakê bibe “Muzeya Şermê” û ew ê destûrê nedin cihêkariya li elewiyan tê kirin. 
 
Kongre bi axaftina nûnerên rêxistinên elewiyan berdewam dike. 
 

Sernavên din

26/12/2022
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir