Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin 2022-12-25 13:57:22   STENBOL - Di Komcivîna Mezin a Elewiyan a ji aliyê rêxistinên elewiyan ve hat organîzekirin de, bal hat kişandin ku îktidar hewl dide baweriya elewîtiyê ji holê rake û banga "hesabpirsîn û rûbirûbûnê" hat kirin.   Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD), Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaşî Velî (HBVAKV) û Konfedarasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê (AABK) li dijî avakirina Serokatiya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemxaneyê ya di bin banê Wezareta Çand û Tûrîzmê de li ser biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve pêk hat, "Komcivîna Mezin a Elewiyan" organîze kirin.     Pankartên bi nivîsên "Aştî", "Ji şer re na", "Bila Diyanet bê girtin", "Dest nedin ocax û baweriya min", "Bila Madimak bibe muzeya şermê", "Bila dersên olî yên mecbûrî bên rakirin", "Di aboriyê de edalet" û "Destûra Bingehîn a Nû" li eywana ku kongre lê tê lidarxistin hatin daliqandin û gelek nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn.   Komcivîn ango kongre bi pêşandana sînevziyon û gerandina semahê dest pê kir.    DAXWAZA HEMWELATIYA WEKHEV    Serokê Giştî yê ABF’Ê Mustafa Arslan diyar kir ku daxwazên wan ên “hemwelatiya wekhev” hene û wiha got: “Baweriya elewiyan tune tê hesibandin. Îbadetxaneyên me wek ‘berhema dîrokî’ tên dîtin. Elewî dibêjin; ‘hemwelatiya wekhev, laîkbûn û demorkasî’. Lê we vî welatî mehkûmî diyanete, demaetan kir. Em dizanin ku cemaetan vî welatî aniye çi halî. Vê zîhniyetê çi anî serê zaroka 6 salî, em vê hemû dizanin. Em bi vê feraseta yekperest re t êdikoşin. Ji bîr, bawerî û rêxistinbûyîna elewiyan ditirsin. Em dibêjin ku kurd, tirk, çerkez û hemû bîr û bawerî û gelên din dikarin bi hev re bijîn.”    'ELEWÎTÎ TÊ QETILKIRIN’    Arslan da zanîn ku hikûmet bi qanûna ku pêşkêşî Meclisê kiriye hewl dide baweriyan tarîf bike û wiha got: “Bi salan e dev ji wî hedê xwe yê tarîfa me bernadin. Em jî wek Îmam Huseyn û gelek pîrên xwe serî li ber we natewînin. 44 sal berê li Mereşê elewî qetil kirin. Niha jî elewîtiyê dikujin. Di wir de herin, hûn kî ne elewîtiyê qetil dikin? Yên ku mirovan mehkûmî xizaniyê dikin, hewl didin bêhêziya xwe bi bêhiqûqî, zordarî û tirsandinê veşêrin. Zarok li vî welatî ji ber nasnameya xwe ya etnîkî hatin qetilkirin. Li Roboskî zarok hatin qetilkirin. Ez bejna xwe li ber bîranîna we ditewînim.”  HESAB Û HEVRÛBÛN    Serokê ADFE’yê Celal Firat jî wiha got: “Di vê sedsala duyemîn a komarê de em bi rûbirûnê dest pê bikin. Em ê çawa tiştên anîne serê me ji bîr bikin. Jibîrkirin, razîbûna li mirinê ye û xiyanet e. Lewma divê me hesab bipirsin û hevrû bibin. Bi hezar salan e em tevî hemû êrişan û qetlîaman li ber xwe didin û têkoşîna me didome. Dixwazin me bênasname û bêbawerî bihêlin. Berê me elewiyan didin hev. Lê em ê destûr nedin vê yekê. Em ê neyên lîstika îktidarê. Divê diyanet were betalkirin.”    PEYAMÊN PARTIYÊN SIYASΠ   Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan peyam şandin kongreyê û nameya wan hat xwendin û di nameya xwe de kongreyê li civaka elewî pîroz kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna elewiyan têkoşîna wan e.    Her wiha peyamên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû jî hatin xwendin.   NERAZÎBÛN NÎŞANÎ QETLÎAMA PARÎSÊ DA    Hevberdevka AABK’ê Nevîn Kamîlagaoglû jî axivî û anî ziman ku ew ê destûrê nedin tunehesibandina elewiyan. Hevberdevkê AABK’yê Huseyin Mat jî bertek nîşanî êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê pêk hat da û ew ê vê qetlîam û nijadperestiyê şermezar dikin.    ‘BILA MADIMAK BIBE MUZEYA ŞERMÊ’    Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anadolûyê ya Haci Bektaşî Velî Ercan Geçmez jî destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku Hotêla Madimakê bibe “Muzeya Şermê” û ew ê destûrê nedin cihêkariya li elewiyan tê kirin.    Kongre bi axaftina nûnerên rêxistinên elewiyan berdewam dike.