Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin

  • rojane
  • 14:31 11 Kanûn 2022
  • |
img
WAN - Ji bo mitînga ku dê sibe li dijî tecrîd û şer li Wanê bê lidarxistin bang hat kirin. Di bangawaziyan de girîngiya yekitiya neteweyî hat destnîşankirin û wiha hat gotin: “Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin.” 
 
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, sibe dê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê li Wanê meşeke girseyî bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo meşê berdewam in. Di çarçoveya xebatan de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Bêgiriyê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Serayê û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî li navçeya Payîzavayê bi gel re civiya. Bi sedan kes tev li hevdîtinan bûn û ji bo meşa sibe bang hat kirin. 
 
‘XWESTIN KURDAN BÊSTATÛ BIHÊLIN’ 
 
Hevserokê KCD’ê li navçeya Bêgiriyê çû serdana taxan û têkildarî tecrîdê bi gel re axivî. Ozturk, anî ziman ku polîtîkaya dewleta tirk a sed sale li dijî kurd, îro bi destê AKP-MHP’ê tê domandin û wiha got: “Dixwazin gelê kurd bêîrade û bêstatû bihêlin. Dixwazin gelê kurd koçber bikin û xaka wan vala bikin. Îro li pêş çavên hemû cîhanê li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar tînin û hemû kes jî bêdeng e. Ji ber ku berjewendiyên wan hene. Ji ber vê jî dengê xwe li tiştên bi serê kurdan tên naderxînin.” 
 
Ozturk, piştre jî li qada taxê pirsên welatiyan bersivand. 
 
BANGA JI BO MEŞÊ 
 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û şandeya pê re jî li taxên Payîzavayê bi gel re civiyan. Di hevdîtinê de Temellî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd dikare bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan were çareserkirin. Em ê li dijî tecrîdê meşekê li dar bixin. Ev demekî dirêje ku hem li ser birêz Abdullah Ocalan û hem jî li ser siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê tecrîd heye. Ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe jî em ê têbikoşin. Em ê bi meşa xwe ya sibe re nîşan bidin ku tecrîdê qebûl nakin. Em ê ji bo ku binpêkirina mafên mirovan û bêhiqûqtî bi dawî bibe bimeşin. Heta ku tecrîd bidome dê pirsgirêka kurd jî çareser nebe. Ne pirsgirêka kurd û ne jî pirsgirêkeke din tê çareserkirin. Yên ku mase wergerandin, welatek di bin wê maseyê de hişt. Muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re dihatin kirin, hêviyeke mezin bû. Hêviya çareseriyê bû. Hemû kes li benda xelasbûna şer bû lê wan mase wergerandin.” 
 
Piştî axaftinê jî Temellî pirsên gel bersivandin. 
 
LI PIRSGIRÊKÊN WELATIYÊN LI DERIYÊ GUMRIKÊ HATIN GUHDARÎKIRIN 
 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî li navçeya Serayê bi gel re civiya. Bayindir ji ewil li Deriyê Gumrikê yê Kapikoyê bi gel re civiya û got ku sedema pirsgirêkên li welêt, desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Bayindir piştre jî li gundên Qorucan û Şerefxaneyê bi gel re civiya. 
 
YEKITIYA NETEWEYÎ
 
 
Bayindir li gundê Qorucanê got ku gelê kurd li dijî zext û komkujiyan ev sed sal in têkoşîna hebûn dide û wiha got: “Hêj niha jî em li dijî zilma îktîdarê têdikoşin. Aboriya Tirkiyeyê ji bo şerê li dijî kurdan tê xerckirin. Tirkiye bi 600 milyar dolar deynan dest bi sala nû dike. Sedema van deynan jî ew bombeyên li kurdan tên barandin in. Li kîjan deverê kurdek hebe, wê derê dikin qada şer. Komkujî, mirin û sirgûnan hêjayî gelê me dibînin. Lê em gelekê mezin in û dê van êrişan tevan bi têkoşîna xwe vala derxînin. Lewma divê em li dijî vê dijminatiyê yekitiya xwe ava bikin.” 
 
Bi domdarî Bayindir bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Gelê me êdî li Kurdistanê bûye hêzek. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê jî vê rastiyê dibîne. Lewma li dijî birêz Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîdê dimeşîne. Li hêla din jî çiyayên me veguherandine qadên şer. Em ê li dijî tecrîd û şer têbikoşin. Em ê bi têkoşîna xwe gelê xwe azad bikin. Lewma jî banga me ji bo gelê me ew e ku tev li meşa sibe ya li Wanê bibin. Wer in em bi hev re tecrîdê têk bibin.” 
 

Sernavên din

12/12/2022
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan