Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin 2022-12-11 14:31:06   WAN - Ji bo mitînga ku dê sibe li dijî tecrîd û şer li Wanê bê lidarxistin bang hat kirin. Di bangawaziyan de girîngiya yekitiya neteweyî hat destnîşankirin û wiha hat gotin: “Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin.”    Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, sibe dê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê li Wanê meşeke girseyî bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo meşê berdewam in. Di çarçoveya xebatan de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Bêgiriyê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Serayê û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî li navçeya Payîzavayê bi gel re civiya. Bi sedan kes tev li hevdîtinan bûn û ji bo meşa sibe bang hat kirin.    ‘XWESTIN KURDAN BÊSTATÛ BIHÊLIN’    Hevserokê KCD’ê li navçeya Bêgiriyê çû serdana taxan û têkildarî tecrîdê bi gel re axivî. Ozturk, anî ziman ku polîtîkaya dewleta tirk a sed sale li dijî kurd, îro bi destê AKP-MHP’ê tê domandin û wiha got: “Dixwazin gelê kurd bêîrade û bêstatû bihêlin. Dixwazin gelê kurd koçber bikin û xaka wan vala bikin. Îro li pêş çavên hemû cîhanê li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar tînin û hemû kes jî bêdeng e. Ji ber ku berjewendiyên wan hene. Ji ber vê jî dengê xwe li tiştên bi serê kurdan tên naderxînin.”    Ozturk, piştre jî li qada taxê pirsên welatiyan bersivand.    BANGA JI BO MEŞÊ      Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û şandeya pê re jî li taxên Payîzavayê bi gel re civiyan. Di hevdîtinê de Temellî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd dikare bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan were çareserkirin. Em ê li dijî tecrîdê meşekê li dar bixin. Ev demekî dirêje ku hem li ser birêz Abdullah Ocalan û hem jî li ser siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê tecrîd heye. Ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe jî em ê têbikoşin. Em ê bi meşa xwe ya sibe re nîşan bidin ku tecrîdê qebûl nakin. Em ê ji bo ku binpêkirina mafên mirovan û bêhiqûqtî bi dawî bibe bimeşin. Heta ku tecrîd bidome dê pirsgirêka kurd jî çareser nebe. Ne pirsgirêka kurd û ne jî pirsgirêkeke din tê çareserkirin. Yên ku mase wergerandin, welatek di bin wê maseyê de hişt. Muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re dihatin kirin, hêviyeke mezin bû. Hêviya çareseriyê bû. Hemû kes li benda xelasbûna şer bû lê wan mase wergerandin.”    Piştî axaftinê jî Temellî pirsên gel bersivandin.    LI PIRSGIRÊKÊN WELATIYÊN LI DERIYÊ GUMRIKÊ HATIN GUHDARÎKIRIN      Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî li navçeya Serayê bi gel re civiya. Bayindir ji ewil li Deriyê Gumrikê yê Kapikoyê bi gel re civiya û got ku sedema pirsgirêkên li welêt, desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Bayindir piştre jî li gundên Qorucan û Şerefxaneyê bi gel re civiya.    YEKITIYA NETEWEYÎ     Bayindir li gundê Qorucanê got ku gelê kurd li dijî zext û komkujiyan ev sed sal in têkoşîna hebûn dide û wiha got: “Hêj niha jî em li dijî zilma îktîdarê têdikoşin. Aboriya Tirkiyeyê ji bo şerê li dijî kurdan tê xerckirin. Tirkiye bi 600 milyar dolar deynan dest bi sala nû dike. Sedema van deynan jî ew bombeyên li kurdan tên barandin in. Li kîjan deverê kurdek hebe, wê derê dikin qada şer. Komkujî, mirin û sirgûnan hêjayî gelê me dibînin. Lê em gelekê mezin in û dê van êrişan tevan bi têkoşîna xwe vala derxînin. Lewma divê em li dijî vê dijminatiyê yekitiya xwe ava bikin.”    Bi domdarî Bayindir bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Gelê me êdî li Kurdistanê bûye hêzek. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê jî vê rastiyê dibîne. Lewma li dijî birêz Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîdê dimeşîne. Li hêla din jî çiyayên me veguherandine qadên şer. Em ê li dijî tecrîd û şer têbikoşin. Em ê bi têkoşîna xwe gelê xwe azad bikin. Lewma jî banga me ji bo gelê me ew e ku tev li meşa sibe ya li Wanê bibin. Wer in em bi hev re tecrîdê têk bibin.”