‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’

  • rojane
  • 12:18 10 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn ê tekildarî 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cihanê daxuyaniya hevpar xwend, destnîşan kir ku sedemê binpêkirina mafan a sereke pirsgirêka kurd e.
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê,  Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), , Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), Baroya Amedê û gelek saziyên sivîl ên civakî yên Amedê têkildarî 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cihanê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Aştî bi mafên mirovan pêkan e" dinivîsand hate daliqandin. 
 
Daxuyaniya hevpar ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn ve hat xwendin. Zeytûn anî ziman ku binpêkirina mafê mirovan berdewam dike û wiha got: “Ji 22’ê Adara 2015’an vir ve pêkanînên otorîter û antîdemokratîk zêde bûne. Bi pêkanînên OHAL’ê yên piştî darbeya 15’ê Tîrmehê hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin. Parêzbendiya parlementerên kurd hatine rakirin bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin, bi hezaran siyasetmedarên kurd, xebatkarên rêxîstinên sivîl û hemwelatî bi rêbazên dijhiqûqî hatine binçavkirin û girtin. Xebatkarên kurd ên giştî bi KHK’yan hatin îxrackirin û hevşaredarên bi rayên gelê kurd hatibûn hilbijartin ji peywirê girtin şûna wan qeyûm hatin peywirdarkirin. Ji hêleke din ve derheqê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi hincetên cur bi cur doza girtînê hat vekirin, dîsa di vê demê de bi taybetî li herêmê mafên civîn û xwepêşandan, azadiya rêxistîbûnê û azadiya xwe îfadekirinê bi temamî ji holê hatiye rakirin.”
 
‘SEDEMA BINPÊKIRINAN A SEREKE PIRSGIRÊKA KURD E’
 
Bi domdarî Zeytûn bi lêv kir sedema binpêkirina mafan a sereke pirsgirêka kurd e û wiha pê dê çû: “Ev hişmendiya berpirsiyarê vê pirsgirêkê ye; bi salan e nehiştiye kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê qada giştî, bûye sedema hezaran kuştinên kiryarên nediyar û wendakirinên di binçavan de, bûye sedema bi hezaran gund werin şewitandin û mirov bibin penaber û bi hezaran îxlalên mafên jiyanê bi xwe re aniye. Di encama polîtîkayên ewlehiyê û operasyonên derveyî sînor de di pevçûnan de her roj windahiyên nû tên jiyîn. Bergiriya van windahiyan elbet di berpirsiyariya dewletê de ye. Cenazeyê Hakan Aslan ê di şerê Sûrê ya li navçeya Amedê jiyana xwe ji dest dabû piştî 7 salan di nav torbeyekê de radestî bavê wî hat kirin, bi vê yekê  hiqûq û wijdan tune hatine hesibandin, mafê binaxkirin û rêzdariya cenazeyê bi zelalî hatiye îxlalkirin. Dîsa di vê dema ku zordestiyên li ser çapemeniya azad zêdetir bûne de gelek kedkarên çapemeniya kurd hatine binçavkirin û girtin. Îro hîn jî 64 rojnamevan li girtîgehê ne, ev yek nîşaneya polîtikayên zordestî yên li ser azadiya çapemeniyê di kîjan astê de ye nîşan dide. Ji xeynî van pêkanînên dijhiqûqî; di derheqê Seroka Navenda Konseya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci de ji bo ku di 20’ê Cotmeha 2022’an de tev li bernameyeke televîzyonê bûye û gotiye TSK di sînorên Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî bikaraniye ewilî kampanyaya lîncê hate destpêkirin pişt re jî hat binçavkirin û girtin. Mamoste Şebnem parazvana mafên mirovan a wêrek e ku hemû jiyana xwe daye li ser têkoşîna mafên mirovan û zanînê . Careke din em li vir daxwaza berdana wê ya demildest dikin.”
 
‘TECRÎD LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E’
 
Zeytûn diyar kir ku dawîbûna binpêkirinan bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkan e û balkişand ser tecrîda Rêberê PKK’e Abdûllah Ocalan û ev tişt gotin: “Herî kêm 651 nexweşên giran bi giştî 1517 nexweş ji van mafan bêpar li girtîgehan tên girtin. Mafên tendûristiyê yê girtiyên nexweş ji hêla dewletê ve tê binpêkirin. Li gorî daneya 11 mehên sala 2022’an a Komîsyona Gîrtîgehan a ÎHD’ê herî kêm 70 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Mijara binpêkirina mafan a girtîgehan a girîng yek jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dimînin e. Di girtîgehan de tecrîd û îxlalên mafan dijî Rêzika Mandela ya Neteweyên Yekbûyî’yê, pêşniyarên CPT’yê û Qanûna Înfazê bi hejmara 5275’an e. Em dibêjin pêkanînên li ser girtiyan rewşeke dijî hişmendiya mafên mirovan û hiqûqa mirovî ye, tecrîd û izolasyon dijî peymanên netewî û navnetewî ne bi lez û bez dev ji van pêkanînên neqanûnî berdin, hem parêzer hem jî malbat bila hevdîtinên xwe pêk bînin.”
 
‘TUNDIYA LI SER JINAN BERDEWAM DIKE’
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeytûn destnîşan kir ku tundiya li ser jinan bi awayekî zêde berdewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî daneyên Platforma Em ê Pêşiyê li Kuştinên Jinan Bigirin di 11 mehên 2022’an de herî kêm 310 jin bi tundiya mêran, herî kêm 248 jin jî bi aweyekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Ji bo pêşîgirtina tundiyê û ewlehiya jinan mekanîzmayên alternatif nayên afirandin, ev yek wekî faktora zêdebûna tundiyê derdikeve pêşberî me. Divê dîsa Tirkiye bibe alîgirê Peymana Stenbolê û Qanûna bi hejmara 6284’an a Peymanê bi şiklekî bi bandor were pêkanîn. Hewceye lêhûrbûnek li ser kuştinên jinan ên zêde dibin pêk were, di vê demê de xwe kişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê ku jinan li hemberî tundiyê diparêze nayê qebûlkirin. Dive demildest ji vê biryarê vegere.”
 
 

Sernavên din

12/12/2022
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan