‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’ 2022-12-10 12:18:18   AMED - Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn ê tekildarî 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cihanê daxuyaniya hevpar xwend, destnîşan kir ku sedemê binpêkirina mafan a sereke pirsgirêka kurd e.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê,  Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), , Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), Baroya Amedê û gelek saziyên sivîl ên civakî yên Amedê têkildarî 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cihanê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Aştî bi mafên mirovan pêkan e" dinivîsand hate daliqandin.    Daxuyaniya hevpar ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn ve hat xwendin. Zeytûn anî ziman ku binpêkirina mafê mirovan berdewam dike û wiha got: “Ji 22’ê Adara 2015’an vir ve pêkanînên otorîter û antîdemokratîk zêde bûne. Bi pêkanînên OHAL’ê yên piştî darbeya 15’ê Tîrmehê hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin. Parêzbendiya parlementerên kurd hatine rakirin bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin, bi hezaran siyasetmedarên kurd, xebatkarên rêxîstinên sivîl û hemwelatî bi rêbazên dijhiqûqî hatine binçavkirin û girtin. Xebatkarên kurd ên giştî bi KHK’yan hatin îxrackirin û hevşaredarên bi rayên gelê kurd hatibûn hilbijartin ji peywirê girtin şûna wan qeyûm hatin peywirdarkirin. Ji hêleke din ve derheqê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi hincetên cur bi cur doza girtînê hat vekirin, dîsa di vê demê de bi taybetî li herêmê mafên civîn û xwepêşandan, azadiya rêxistîbûnê û azadiya xwe îfadekirinê bi temamî ji holê hatiye rakirin.”   ‘SEDEMA BINPÊKIRINAN A SEREKE PIRSGIRÊKA KURD E’   Bi domdarî Zeytûn bi lêv kir sedema binpêkirina mafan a sereke pirsgirêka kurd e û wiha pê dê çû: “Ev hişmendiya berpirsiyarê vê pirsgirêkê ye; bi salan e nehiştiye kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê qada giştî, bûye sedema hezaran kuştinên kiryarên nediyar û wendakirinên di binçavan de, bûye sedema bi hezaran gund werin şewitandin û mirov bibin penaber û bi hezaran îxlalên mafên jiyanê bi xwe re aniye. Di encama polîtîkayên ewlehiyê û operasyonên derveyî sînor de di pevçûnan de her roj windahiyên nû tên jiyîn. Bergiriya van windahiyan elbet di berpirsiyariya dewletê de ye. Cenazeyê Hakan Aslan ê di şerê Sûrê ya li navçeya Amedê jiyana xwe ji dest dabû piştî 7 salan di nav torbeyekê de radestî bavê wî hat kirin, bi vê yekê  hiqûq û wijdan tune hatine hesibandin, mafê binaxkirin û rêzdariya cenazeyê bi zelalî hatiye îxlalkirin. Dîsa di vê dema ku zordestiyên li ser çapemeniya azad zêdetir bûne de gelek kedkarên çapemeniya kurd hatine binçavkirin û girtin. Îro hîn jî 64 rojnamevan li girtîgehê ne, ev yek nîşaneya polîtikayên zordestî yên li ser azadiya çapemeniyê di kîjan astê de ye nîşan dide. Ji xeynî van pêkanînên dijhiqûqî; di derheqê Seroka Navenda Konseya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci de ji bo ku di 20’ê Cotmeha 2022’an de tev li bernameyeke televîzyonê bûye û gotiye TSK di sînorên Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî bikaraniye ewilî kampanyaya lîncê hate destpêkirin pişt re jî hat binçavkirin û girtin. Mamoste Şebnem parazvana mafên mirovan a wêrek e ku hemû jiyana xwe daye li ser têkoşîna mafên mirovan û zanînê . Careke din em li vir daxwaza berdana wê ya demildest dikin.”   ‘TECRÎD LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E’   Zeytûn diyar kir ku dawîbûna binpêkirinan bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkan e û balkişand ser tecrîda Rêberê PKK’e Abdûllah Ocalan û ev tişt gotin: “Herî kêm 651 nexweşên giran bi giştî 1517 nexweş ji van mafan bêpar li girtîgehan tên girtin. Mafên tendûristiyê yê girtiyên nexweş ji hêla dewletê ve tê binpêkirin. Li gorî daneya 11 mehên sala 2022’an a Komîsyona Gîrtîgehan a ÎHD’ê herî kêm 70 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Mijara binpêkirina mafan a girtîgehan a girîng yek jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dimînin e. Di girtîgehan de tecrîd û îxlalên mafan dijî Rêzika Mandela ya Neteweyên Yekbûyî’yê, pêşniyarên CPT’yê û Qanûna Înfazê bi hejmara 5275’an e. Em dibêjin pêkanînên li ser girtiyan rewşeke dijî hişmendiya mafên mirovan û hiqûqa mirovî ye, tecrîd û izolasyon dijî peymanên netewî û navnetewî ne bi lez û bez dev ji van pêkanînên neqanûnî berdin, hem parêzer hem jî malbat bila hevdîtinên xwe pêk bînin.”   ‘TUNDIYA LI SER JINAN BERDEWAM DIKE’   Di dawiya axaftina xwe de Zeytûn destnîşan kir ku tundiya li ser jinan bi awayekî zêde berdewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî daneyên Platforma Em ê Pêşiyê li Kuştinên Jinan Bigirin di 11 mehên 2022’an de herî kêm 310 jin bi tundiya mêran, herî kêm 248 jin jî bi aweyekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Ji bo pêşîgirtina tundiyê û ewlehiya jinan mekanîzmayên alternatif nayên afirandin, ev yek wekî faktora zêdebûna tundiyê derdikeve pêşberî me. Divê dîsa Tirkiye bibe alîgirê Peymana Stenbolê û Qanûna bi hejmara 6284’an a Peymanê bi şiklekî bi bandor were pêkanîn. Hewceye lêhûrbûnek li ser kuştinên jinan ên zêde dibin pêk were, di vê demê de xwe kişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê ku jinan li hemberî tundiyê diparêze nayê qebûlkirin. Dive demildest ji vê biryarê vegere.”