Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine

  • rojane
  • 10:20 14 Mijdar 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Dîwana Çavdêriya Darayî da zanîn ku MARSU ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, lîmîta deynkirinê 11.80 qat derbas kiriye û derketiye milyarek û 422 milyon û 581 TL’an. Li Şaredariya Nisêbînê jî nelirêtiya bi milyonan hat tespîtkirin. 

 
Serokatiya Dîwana Çavdêriya Darayî raporên xwe yên venihêrînê yên sala 2021’an weşand. Raporên xwe yên derheqê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku dema di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de qeyûm lê hatibû tayînkirin, Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) ku girêdayî şaredariya bajarê mezin e û Şaredariya Nisêbînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin jî de parve kir. 
 
BAJARÊ MEZIN: QEYDÊN HEYÎ RASTIYÊ NÎŞAN NADIN
 
Di beşa “Nûveyên Bingeha Çavdêriya Venihêrînê” ya di rapora Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de 6 xeletiyên hesabkirinê hatin rêzkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di hesaba Erd û Ersayan a şaredariyê de 19 milyon û 825 hezar û 25 TL, di hesaba Pergala Binerd û Sererd de 604 milyon û 365 hezar û 8 TL û di hesaba Avahiyan de jî 102 milyon û 788 hezar û 730 TL pere xuya dike û ev tespît hat kirin: “Ev hejmar, rewşa rasteqîn a derheqê neguhêzbaran de nîşan nade.” Di raporê de her wiha hat gotin ku para sermayeyê ya ku di navbera salên 2007-2014’an de hatiye birîn di qeydên Banqeya Îllerê de xuya dike lê di qeydên şaredariyê de xuya neke û di qeydên muhasebeyê de jî nehatiye diyarkirin û wiha tê gotin: “Di bîlançoya Hesaba ji bo Sermayeyên bo Saziyên Darayî tên razandin de 28 milyon û 443 hezar û 326 TL kêm pere xuya dike.” 
 
MARSU: SÎNORÊ DEYN 11 QAT DERBAS KIRIYE
 
Di beşa “Nûveyên Bingeha Çavdêriya Venihêrînê” ya rapora derheqê MARSU’yê de jî 8 sernav hatine rêzkirin. Nûveyên din jî di bin 14 navan de hatine rêzkirin. Di rapora derheqê MARSU’yê de tê gotin ku lîmîta stoka deynkirinê, lîmîta qanûnî derbas kiriye û destûrên bipere yên salane yên karkeran jî li gorî qanûnan nehatine dayîn. 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku lîmîta deynkirinê ya MARSU’yê 152 milyon û 323 hezar û 516 TL ye lê belê MARSU’yê milyarek û 442 milyon û 581 hezar û 716, 86 TL pere deyn kiriye. 
 
Her wiha hat gotin ku MARSU’yê stoka deyn 11.80 qat zêdetir kiriye û ev hişyarî hat kirin: “Lîmîta deynkirinê hema hema nêzî 12 qat hatiye derbaskirin û sal bi sal zêdetir dibe. Ev yek xetereyê çê dike ku di demên pêş de nekarin peywirên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Bi vê sedemê; divê rêveberî rewşa stoka deyn diyar bike û nehêle ev deyndarkirin derkeve ser sînorê qanûnî.” 
 
Rêveberiya qeyûm heta hilbijartina 31’ê adara 2019’an, MARSU nêzî 620 milyon TL’an deyndar kiribû. Bi rapora dawî re deynê MARSU’yê yê di nava 3 salan de 822 milyon TL’ên din hatiye zêdekirin. 
 
NEHIŞTIN KARKER DESTÛRÊN XWE YÊN SALANE BI KAR BÎNIN 
 
Di raporê de her wiha hat tespîtkirin ku MARSU’yê nehiştiye karker mafê xwe yê destûra salane bi kar bînin. Têkildarî mijarê wiha hatiye gotin: “Hat tespîtkirin ku ji 98 karkerên kadro yên MARSU’yê 26’an jê di navbera 10 û 200 rojan de, 24’an jê di navbera 200 û 300 rojan, 19’an jê di navbera 300 û 400 rojan û 13’an jê jî zêdetirî 400 rojan destûrên xwe bi kar ne anîne. Destûrên bipere yên salane yên xebatkarên MARSU’yê divê bi awayekî rêk û pêk û di dema xwe de bên dayîn.” 
 
LI NISÊBÎNÊ NELIRÊTIYA BI MILYONAN 
 
Di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya derheqê Şaredariya Nisêbînê de jî tespîtên balkêş hatine kirin. Li gorî raporê; şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de kirînên xizmetên kirêkirina wesayîtan bi rêbaza raste rast temînkirinê pêk aniye, di dema vê rêbazê de nelirêtî hatiye kirin û nehiştine ku karker destûrên xwe yên salane yên bipere li gorî qanûnê bi kar bînin. 
 
Bi domdarî di raporê de hat gotin ku şaredarî di nava sala 2021’an de bi 7 fîrmayên cuda re bêyî ku îhaleya vekirî çêbibe, bi rêbaza raste rast temînkirinê re mehane fatûre nivîsandine, 31 wesayît hatine kirêkirin û ji bo van jî  milyonek û 688 nhezar û 650 TL pere hatiye xerckirin. Di raporê de hat diyarkirin ku rêbaza “raste rast temînkirin” a şaredariyê li dijî qanûnê ye û şaredariyê ji bo vê rêbazê jî hincetên weke “Covîd-19” û “Ewlekarî” nîşan da ye. Bi domdarî tê gotin ku ev hincetên şaredariyê “jê bawer nînin” û ev nirxandin tê kirin: “Em gihiştin wê qenaetê ku kar û barên kirêkirina wesayîtan, mimkin nîne ku ji pandemiyê bandor bibe. Her wiha wesayîtên ku hatine kirêkirin, tu eleqeya xwe bi tevdîrên ewlekariyê re nîne. Weke encam; di nava sala 2021’an de 1.688.650,00 TL bo kirêkirina wesayîtan hatiye xerckirin û ev yek bêyî ku rêbaza îhaleya vekirî bê kirin, bi rêbaza raste rast temînkirinê hatiye kirin. Ev yek jî rê li ber digire ku çavkaniyên cemaweriyê bi awayekî bandor bên bikaranîn.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

16/11/2022
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe