Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine 2022-11-14 10:20:59 MÊRDÎN - Dîwana Çavdêriya Darayî da zanîn ku MARSU ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, lîmîta deynkirinê 11.80 qat derbas kiriye û derketiye milyarek û 422 milyon û 581 TL’an. Li Şaredariya Nisêbînê jî nelirêtiya bi milyonan hat tespîtkirin.    Serokatiya Dîwana Çavdêriya Darayî raporên xwe yên venihêrînê yên sala 2021’an weşand. Raporên xwe yên derheqê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku dema di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de qeyûm lê hatibû tayînkirin, Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) ku girêdayî şaredariya bajarê mezin e û Şaredariya Nisêbînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin jî de parve kir.    BAJARÊ MEZIN: QEYDÊN HEYÎ RASTIYÊ NÎŞAN NADIN   Di beşa “Nûveyên Bingeha Çavdêriya Venihêrînê” ya di rapora Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de 6 xeletiyên hesabkirinê hatin rêzkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di hesaba Erd û Ersayan a şaredariyê de 19 milyon û 825 hezar û 25 TL, di hesaba Pergala Binerd û Sererd de 604 milyon û 365 hezar û 8 TL û di hesaba Avahiyan de jî 102 milyon û 788 hezar û 730 TL pere xuya dike û ev tespît hat kirin: “Ev hejmar, rewşa rasteqîn a derheqê neguhêzbaran de nîşan nade.” Di raporê de her wiha hat gotin ku para sermayeyê ya ku di navbera salên 2007-2014’an de hatiye birîn di qeydên Banqeya Îllerê de xuya dike lê di qeydên şaredariyê de xuya neke û di qeydên muhasebeyê de jî nehatiye diyarkirin û wiha tê gotin: “Di bîlançoya Hesaba ji bo Sermayeyên bo Saziyên Darayî tên razandin de 28 milyon û 443 hezar û 326 TL kêm pere xuya dike.”    MARSU: SÎNORÊ DEYN 11 QAT DERBAS KIRIYE   Di beşa “Nûveyên Bingeha Çavdêriya Venihêrînê” ya rapora derheqê MARSU’yê de jî 8 sernav hatine rêzkirin. Nûveyên din jî di bin 14 navan de hatine rêzkirin. Di rapora derheqê MARSU’yê de tê gotin ku lîmîta stoka deynkirinê, lîmîta qanûnî derbas kiriye û destûrên bipere yên salane yên karkeran jî li gorî qanûnan nehatine dayîn.    Di raporê de hat destnîşankirin ku lîmîta deynkirinê ya MARSU’yê 152 milyon û 323 hezar û 516 TL ye lê belê MARSU’yê milyarek û 442 milyon û 581 hezar û 716, 86 TL pere deyn kiriye.    Her wiha hat gotin ku MARSU’yê stoka deyn 11.80 qat zêdetir kiriye û ev hişyarî hat kirin: “Lîmîta deynkirinê hema hema nêzî 12 qat hatiye derbaskirin û sal bi sal zêdetir dibe. Ev yek xetereyê çê dike ku di demên pêş de nekarin peywirên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Bi vê sedemê; divê rêveberî rewşa stoka deyn diyar bike û nehêle ev deyndarkirin derkeve ser sînorê qanûnî.”    Rêveberiya qeyûm heta hilbijartina 31’ê adara 2019’an, MARSU nêzî 620 milyon TL’an deyndar kiribû. Bi rapora dawî re deynê MARSU’yê yê di nava 3 salan de 822 milyon TL’ên din hatiye zêdekirin.    NEHIŞTIN KARKER DESTÛRÊN XWE YÊN SALANE BI KAR BÎNIN    Di raporê de her wiha hat tespîtkirin ku MARSU’yê nehiştiye karker mafê xwe yê destûra salane bi kar bînin. Têkildarî mijarê wiha hatiye gotin: “Hat tespîtkirin ku ji 98 karkerên kadro yên MARSU’yê 26’an jê di navbera 10 û 200 rojan de, 24’an jê di navbera 200 û 300 rojan, 19’an jê di navbera 300 û 400 rojan û 13’an jê jî zêdetirî 400 rojan destûrên xwe bi kar ne anîne. Destûrên bipere yên salane yên xebatkarên MARSU’yê divê bi awayekî rêk û pêk û di dema xwe de bên dayîn.”    LI NISÊBÎNÊ NELIRÊTIYA BI MILYONAN    Di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya derheqê Şaredariya Nisêbînê de jî tespîtên balkêş hatine kirin. Li gorî raporê; şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de kirînên xizmetên kirêkirina wesayîtan bi rêbaza raste rast temînkirinê pêk aniye, di dema vê rêbazê de nelirêtî hatiye kirin û nehiştine ku karker destûrên xwe yên salane yên bipere li gorî qanûnê bi kar bînin.    Bi domdarî di raporê de hat gotin ku şaredarî di nava sala 2021’an de bi 7 fîrmayên cuda re bêyî ku îhaleya vekirî çêbibe, bi rêbaza raste rast temînkirinê re mehane fatûre nivîsandine, 31 wesayît hatine kirêkirin û ji bo van jî  milyonek û 688 nhezar û 650 TL pere hatiye xerckirin. Di raporê de hat diyarkirin ku rêbaza “raste rast temînkirin” a şaredariyê li dijî qanûnê ye û şaredariyê ji bo vê rêbazê jî hincetên weke “Covîd-19” û “Ewlekarî” nîşan da ye. Bi domdarî tê gotin ku ev hincetên şaredariyê “jê bawer nînin” û ev nirxandin tê kirin: “Em gihiştin wê qenaetê ku kar û barên kirêkirina wesayîtan, mimkin nîne ku ji pandemiyê bandor bibe. Her wiha wesayîtên ku hatine kirêkirin, tu eleqeya xwe bi tevdîrên ewlekariyê re nîne. Weke encam; di nava sala 2021’an de 1.688.650,00 TL bo kirêkirina wesayîtan hatiye xerckirin û ev yek bêyî ku rêbaza îhaleya vekirî bê kirin, bi rêbaza raste rast temînkirinê hatiye kirin. Ev yek jî rê li ber digire ku çavkaniyên cemaweriyê bi awayekî bandor bên bikaranîn.”    MA / Ahmet Kanbal