Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e

  • rojane
  • 09:02 9 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Alî Kavak ku di sala 1974'an de gava li gundê Tutê yê Licêya Amedê mamostetî kiriye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiriye, got: "Bêyî cihêkariyê têxe nava zayend, dîn, nijad û rengê kesî, behsa pergaleke wekheviyê dikir. Gava min ev tişt bihîstin, min got dê pergala herî xweş a cîhanê bê avakirin." 
 
19 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hincetên wekî "cezayên dîsîplînê" û "qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin. Çendî bi vê tecrîda mutleq tê xwestin ku pêwendiya Ocalan a bi civakê re bê qutkirin jî lê bandora wî ya li ser civakê mayinde bûye û nayê qutkirin. Ji kesên ku bandor ji Ocalan girtine yek jê jî Alî Kavak e ku di salên 1970'yî de Ocalan nas kiriye. 
 
Kavakê 72 salî ku di sala 1974'an de gava li gundê Tutê yê Licêya Amedê Abdullah Ocalan û hevrêyên wî nas kiriye, behsa wê kêliya ku Ocalan dîtiye kir. 
 
Kavak da zanîn ku ew ji navçeya Kangal a Sêwazê zarokê malbateke elewî ye û ji ber nasnameya xwe ya elewîtiyê malbata wî tim bi çewisandinan re rû bi rû maye. Kavak diyar kir ku gava kalê wî li eskeriyê bûye ji ber ku fermandar milê elewiyekî şikandiye kalê wî li ber rabûye û ji ber vê hatiye kuştin û gora kalê wî hê jî winda ye. Kavak bilêv kir ku di 12 saliya xwe de gava bavê wî cotkirin lê ferz kiriye ji malê reviyaye û wiha behsa wê rojê kir: "Ez çûm navçeya Hekîmxanê ya Meletiyê. Ez li wir di nava baxçeyê zeviyekî de xebitîm û min dibistana navîn xwend. Ji xeynî vê min li dibistanê pirs difirotin û bi vî awayî debara xwe dikir. Paşê min Dibistana Mamostetiyê ya Sêwazê qezenc kir." 
 
Alî Kavak
 
DÎROKEKE WÊRANKIRÎTARİH
 
Kavak da zanîn ku di sala 1974'an de Dibistana Mamostetiyê ya Sêwazê kuta kiriye û tayinî gundê Tutê yê Licêya Amedê hatiye kirin û wiha domand: "Li vir ewilî dîrok, erdnîgarî û zanyariyên der barê welatîbûyînê de rê me dan. Lê ev zanyarî bi temamî, zanyarîne sêwirandî û şaş bûn. Çi qas şaristanî hebûn tirkan hemûyan qir kiribûn. Min ev tişt dît." 
 
TIŞTA KU LI GUND RASTÎ WÊ HAT
 
Kavak bilêv kir ku gava nû çûye gund matmayî maye û ji bo dîmena ku leqayî wê hatiye ev tişt gotin: "Min dît ku zarok li nava gund sirûdên nijadperest dibêjin û dimeşin. Paşê ji xwendekaran yek jê bi silava leşkerî çû ber depê û got 'amade be' û dest bi sirûda 'Sonda Me' (Andimiz) kir. Gava min jê pirsî çima wiha dike, got 'mamosteyê me yê berê ev tişt rê me dan.' Min pirsî, hûn ji dilê wiha dikin yan na? Bêdeng bûn. Min tirsa di çavê wan de didît. Min jî got, kesê nexweza ne mecbûr e vê sirûdê bixwîne. Gundî û malbatên zarokan bi vê helwesta min hesiyabûn. Bi vî awayî têkiliya min û wan xweş bû." 
 
OCALAN NAS DIKE
 
Kavak ragihand ku têkiliya wî ya bi gundiyan û xwendekaran re ji aliyê gelek  kesan ve hatiye bihîstin û wiha behsa hevnasîna xwe û Ocalan kir: "Rojekê ji mezinên gund yek jê ji min re got, 'Dê şandeyeke 17-18 kesî bê serdana te.' Min jî got, bila kerem bikin werin. Şande hat. Min ji şandeyê tenê hevalê Giyasettîn nas dikir. Hevalê Giyasettîn ji min re got di nava şandeyê de nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), Ozgurluk Yolû, DDKO û serokê koma Apociyan ku nû hatiye avakirin hene. Wê kêliyê min fêm kir ku Abdullah ocalan di nava şandeyê de ye. Piştî me hinekî sohbet kir, malavayiya min kir, ji ber nêzîkatiya min a ji bo zarokan. Gotin, tişta rast ev e. Me xwarin xwar û qahwe vexwar. Paşê çûn. Min bi vî awayî Abdullah Ocalan nas kir." 
 
‘JI HER KESÎ CUDA BÛ'
 
Kavak diyar kir ku piştî salekê tayinî gundê Meleyê yê Licê bûye û wiha behsa wan rojan kir: "Min vê carê jî Abdullah Ocalan li Licê li mizgefteke kevn dît. Abdullah Ocalan hat wir. Bi me re hinekî sohbet kir. Yanî wê demê her kesî digot em şoreşger in û her kes projeyek xwe hebû. Lê bi rastî tiştên Abdullah Ocalan digotin bandor li her kesî kiribû. Ocalan got, 'Hevalo em civakeke azadiya jinê û ekolojîk dixwazin. Pêşî em ê jin û mêran bikin wekhev. Em ê newekheviyê ji holê rakin, em ê xwedî li xwezaya xwe derkevin. Em pergaleke komunal dixwazin.' Heya wê rojê min gotinên bi vî awayî ji tu şoreşgeran nebihîstibûn. Pir bandor li min kiribû." 
 
DIGOT 'EWILÎ JIN' 
 
Kavak destnîşan kir ku piştî sohbetên bi Ocalan re ketiye nava lêpirsîneke cuda û wiha domand: "Di sohbetên din de jî min e fêm kir ku Ocalan behsa pêkhateyeke civakî ya li ser esasên piştevanî û parvekirinê dikir. Yanî bêyî cihêkariyê têxe nava zayend, dîn, nijad û rengê kesî, behsa pergaleke wekheviyê dikir. Gava min ev tişt bihîstin, min got dê pergala herî xweş a xîhanê bê avakirin. Her wiha di sohbetên din de jî Ocalan destnîşan dikir ku jin pir tên eciqandin û tune tên hesibandin. Yanî gava em li wê rojê mêze dikin, em dibînin ku jin belsebeb tevî laçikên xwe yên spî daneketine qadan. Di vê de bandoreke mezin a Ocalan heye." 
 
GAVA MESELE TÊ SER KURDAN...
 
Kavak bilêv kir ku paşê Ocalan li Licê li qehwexaneyekê dîtiye ku li ser Komkujiya Mereşê axiviye. Kavak got: "Di daxuyaniyê de Ocalan jî hebû. Lê min ev paşê bihîst. Li gundê Fîsê cihekî wekî aşxaneyê hebû. Min li wir xwarin xwar. Gava ji bo hesab çûm ber qaseyê, esnafê li wir got Ocalan hesab daye." 
 
'DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN'
 
Kavak bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan jî û wiha pêde çû: "Ji ber ku ditirsin pergala li Rojavayê li seranserê cîhanê belav bibe, tecrîdê kûrtir dikin. Îro ro ev welat karibû bûbûna welatê herî aram û zengîn ê cîhanê, lê mixabin niha di nava xizaniyê de ye. Desthilata heyî tu çareseriyê peyda nake. Eger pergaleke wekî ya Rojavayê bê avakirin, dê tu pirsgirêkên vî welatî nemînin ku çareser nebin. Lewma tecrîd tê kûrkirin. Her wiha xwedîderketineke xurt jî tune ye. Ger bi sedhezaran mirov dakevin kolanan, ev mesele dê bên çareserkirin û tecrîd jî bê rakirin." 
 
'PIRSGIRÊK DÊ BI OCALAN ÇARESER BIBIN'
 
Kavak di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li gelek welatên cîhanê pirtûkên Ocalan wekî pirtûkên dersan tên xwendin û wiha got: "Lê li welatê me ev pirtûk hê jî qedexe ne. Ev ew pirtûk in ku divê hemû kesên dixwazin pergalê biguherînin, wan bixwînin. Lê ji ber ku bi kêrî mifha sermayeyê nayên ser wan tên nixumandin. Lê çi qasî binixumînin jî encam li holê ye. Nikarin alternatîfa fikra wî hilberînin. Tu niha hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê deynî ser hev jî dê nikaribin van pirsgirêkan çareser bikin. Lê siyaseta ku Abdullah Ocalan ew afirandiye dê karibe pirsgirêkên vî welatî çareser bike." 
 
MA / Esra Solîn Dal 
 

Sernavên din

10/11/2022
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast