Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e 2022-11-09 09:02:07 STENBOL - Alî Kavak ku di sala 1974'an de gava li gundê Tutê yê Licêya Amedê mamostetî kiriye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiriye, got: "Bêyî cihêkariyê têxe nava zayend, dîn, nijad û rengê kesî, behsa pergaleke wekheviyê dikir. Gava min ev tişt bihîstin, min got dê pergala herî xweş a cîhanê bê avakirin."    19 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hincetên wekî "cezayên dîsîplînê" û "qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin. Çendî bi vê tecrîda mutleq tê xwestin ku pêwendiya Ocalan a bi civakê re bê qutkirin jî lê bandora wî ya li ser civakê mayinde bûye û nayê qutkirin. Ji kesên ku bandor ji Ocalan girtine yek jê jî Alî Kavak e ku di salên 1970'yî de Ocalan nas kiriye.    Kavakê 72 salî ku di sala 1974'an de gava li gundê Tutê yê Licêya Amedê Abdullah Ocalan û hevrêyên wî nas kiriye, behsa wê kêliya ku Ocalan dîtiye kir.    Kavak da zanîn ku ew ji navçeya Kangal a Sêwazê zarokê malbateke elewî ye û ji ber nasnameya xwe ya elewîtiyê malbata wî tim bi çewisandinan re rû bi rû maye. Kavak diyar kir ku gava kalê wî li eskeriyê bûye ji ber ku fermandar milê elewiyekî şikandiye kalê wî li ber rabûye û ji ber vê hatiye kuştin û gora kalê wî hê jî winda ye. Kavak bilêv kir ku di 12 saliya xwe de gava bavê wî cotkirin lê ferz kiriye ji malê reviyaye û wiha behsa wê rojê kir: "Ez çûm navçeya Hekîmxanê ya Meletiyê. Ez li wir di nava baxçeyê zeviyekî de xebitîm û min dibistana navîn xwend. Ji xeynî vê min li dibistanê pirs difirotin û bi vî awayî debara xwe dikir. Paşê min Dibistana Mamostetiyê ya Sêwazê qezenc kir."    Alî Kavak   DÎROKEKE WÊRANKIRÎTARİH   Kavak da zanîn ku di sala 1974'an de Dibistana Mamostetiyê ya Sêwazê kuta kiriye û tayinî gundê Tutê yê Licêya Amedê hatiye kirin û wiha domand: "Li vir ewilî dîrok, erdnîgarî û zanyariyên der barê welatîbûyînê de rê me dan. Lê ev zanyarî bi temamî, zanyarîne sêwirandî û şaş bûn. Çi qas şaristanî hebûn tirkan hemûyan qir kiribûn. Min ev tişt dît."    TIŞTA KU LI GUND RASTÎ WÊ HAT   Kavak bilêv kir ku gava nû çûye gund matmayî maye û ji bo dîmena ku leqayî wê hatiye ev tişt gotin: "Min dît ku zarok li nava gund sirûdên nijadperest dibêjin û dimeşin. Paşê ji xwendekaran yek jê bi silava leşkerî çû ber depê û got 'amade be' û dest bi sirûda 'Sonda Me' (Andimiz) kir. Gava min jê pirsî çima wiha dike, got 'mamosteyê me yê berê ev tişt rê me dan.' Min pirsî, hûn ji dilê wiha dikin yan na? Bêdeng bûn. Min tirsa di çavê wan de didît. Min jî got, kesê nexweza ne mecbûr e vê sirûdê bixwîne. Gundî û malbatên zarokan bi vê helwesta min hesiyabûn. Bi vî awayî têkiliya min û wan xweş bû."    OCALAN NAS DIKE   Kavak ragihand ku têkiliya wî ya bi gundiyan û xwendekaran re ji aliyê gelek  kesan ve hatiye bihîstin û wiha behsa hevnasîna xwe û Ocalan kir: "Rojekê ji mezinên gund yek jê ji min re got, 'Dê şandeyeke 17-18 kesî bê serdana te.' Min jî got, bila kerem bikin werin. Şande hat. Min ji şandeyê tenê hevalê Giyasettîn nas dikir. Hevalê Giyasettîn ji min re got di nava şandeyê de nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), Ozgurluk Yolû, DDKO û serokê koma Apociyan ku nû hatiye avakirin hene. Wê kêliyê min fêm kir ku Abdullah ocalan di nava şandeyê de ye. Piştî me hinekî sohbet kir, malavayiya min kir, ji ber nêzîkatiya min a ji bo zarokan. Gotin, tişta rast ev e. Me xwarin xwar û qahwe vexwar. Paşê çûn. Min bi vî awayî Abdullah Ocalan nas kir."    ‘JI HER KESÎ CUDA BÛ'   Kavak diyar kir ku piştî salekê tayinî gundê Meleyê yê Licê bûye û wiha behsa wan rojan kir: "Min vê carê jî Abdullah Ocalan li Licê li mizgefteke kevn dît. Abdullah Ocalan hat wir. Bi me re hinekî sohbet kir. Yanî wê demê her kesî digot em şoreşger in û her kes projeyek xwe hebû. Lê bi rastî tiştên Abdullah Ocalan digotin bandor li her kesî kiribû. Ocalan got, 'Hevalo em civakeke azadiya jinê û ekolojîk dixwazin. Pêşî em ê jin û mêran bikin wekhev. Em ê newekheviyê ji holê rakin, em ê xwedî li xwezaya xwe derkevin. Em pergaleke komunal dixwazin.' Heya wê rojê min gotinên bi vî awayî ji tu şoreşgeran nebihîstibûn. Pir bandor li min kiribû."    DIGOT 'EWILÎ JIN'    Kavak destnîşan kir ku piştî sohbetên bi Ocalan re ketiye nava lêpirsîneke cuda û wiha domand: "Di sohbetên din de jî min e fêm kir ku Ocalan behsa pêkhateyeke civakî ya li ser esasên piştevanî û parvekirinê dikir. Yanî bêyî cihêkariyê têxe nava zayend, dîn, nijad û rengê kesî, behsa pergaleke wekheviyê dikir. Gava min ev tişt bihîstin, min got dê pergala herî xweş a xîhanê bê avakirin. Her wiha di sohbetên din de jî Ocalan destnîşan dikir ku jin pir tên eciqandin û tune tên hesibandin. Yanî gava em li wê rojê mêze dikin, em dibînin ku jin belsebeb tevî laçikên xwe yên spî daneketine qadan. Di vê de bandoreke mezin a Ocalan heye."    GAVA MESELE TÊ SER KURDAN...   Kavak bilêv kir ku paşê Ocalan li Licê li qehwexaneyekê dîtiye ku li ser Komkujiya Mereşê axiviye. Kavak got: "Di daxuyaniyê de Ocalan jî hebû. Lê min ev paşê bihîst. Li gundê Fîsê cihekî wekî aşxaneyê hebû. Min li wir xwarin xwar. Gava ji bo hesab çûm ber qaseyê, esnafê li wir got Ocalan hesab daye."    'DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN'   Kavak bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan jî û wiha pêde çû: "Ji ber ku ditirsin pergala li Rojavayê li seranserê cîhanê belav bibe, tecrîdê kûrtir dikin. Îro ro ev welat karibû bûbûna welatê herî aram û zengîn ê cîhanê, lê mixabin niha di nava xizaniyê de ye. Desthilata heyî tu çareseriyê peyda nake. Eger pergaleke wekî ya Rojavayê bê avakirin, dê tu pirsgirêkên vî welatî nemînin ku çareser nebin. Lewma tecrîd tê kûrkirin. Her wiha xwedîderketineke xurt jî tune ye. Ger bi sedhezaran mirov dakevin kolanan, ev mesele dê bên çareserkirin û tecrîd jî bê rakirin."    'PIRSGIRÊK DÊ BI OCALAN ÇARESER BIBIN'   Kavak di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li gelek welatên cîhanê pirtûkên Ocalan wekî pirtûkên dersan tên xwendin û wiha got: "Lê li welatê me ev pirtûk hê jî qedexe ne. Ev ew pirtûk in ku divê hemû kesên dixwazin pergalê biguherînin, wan bixwînin. Lê ji ber ku bi kêrî mifha sermayeyê nayên ser wan tên nixumandin. Lê çi qasî binixumînin jî encam li holê ye. Nikarin alternatîfa fikra wî hilberînin. Tu niha hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê deynî ser hev jî dê nikaribin van pirsgirêkan çareser bikin. Lê siyaseta ku Abdullah Ocalan ew afirandiye dê karibe pirsgirêkên vî welatî çareser bike."    MA / Esra Solîn Dal