Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire

  • rojane
  • 11:04 18 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Huseyîn Yilmazoglû yê ku hewl dide du lawên xwe ji tora tirkyakê rizgar bike diyar kir ku dewletê hemû deriyên xwe li ber wî girtiye û got: “Çima dewlet firoşkarên tiryakê nagire?” 
 
Li gorî rapora 2021’ê ya Cîhanî ya Hişbirê ya Ofîsa Têkoşîna Hişbir û Sûcên Neteweyên Yekbûyî (NY), Tirkiye di rêza herî zêde ya kokainê de hatiye girtin û yek ji sê welatên ku herî zêde eroîn desteser kiriye Tirkiye ye. Li gorî rapora 2017’an a Navenda Çavdêriya Hişbir a Ewropayê (EMCDDA), di mirina ji ber bikaranîna tiryakê sentetîk de di nav welatên Ewropayê de di rêza yekemîn de ye.
 
Li Tirkiyeyê di pêvajoya tedawiya tiryakê de kêmasiyên cidî hene. Li Tirkiyeyê 26 Navendên Dermankirina Alkol û Tedawiya Madeyê (AMATEM) hene, li van navendan tenê 89 nivîn hene. Her wiha 6 Navenda Tedawiya Madeyên Alkolê ya Zarokan a Ciwanan (ÇEMATEM) heye. Lê belê li gel ku rê û rêbazên dermankirinê yên rast û bi bandor nayên sepandin, pişt re dîsa ku ev kes tiryakê bikara tînin, baweriya baweriya malbatên van kesan bi bi van saziyan nayê. 
 
Li aliyekî din firotin û bikaranîna madeyên hişbirê li bajarên bakurê Kurdistanê tê sepandin û ev yek di çarçoveya şerê taybet de li dijî ciwanên kurd tê kirin. Bi taybetî jî li Kurdistanê tu tedbîr nayên girtin, derbarê firoşkaran de tu tiştek nayê kirin û kesên ku madeyên hişbir bikar tînin jî terkî çarenûsa xwe tên kirin. 
 
2 ZAROKÊN WÎ MADEYÊN HIŞBIRÊ BIKAR TÎNIN 
 
Di salên dawî de temenê kesên ku madeyên hişbir bikar tînin gelek ketiye. Firoşkar li ber deriyên dibistanan digerin û çavên xwe berdane xwendekarên dibistana navîn û lîseyê. Yek ji mexdûrên tiryakê Huseyîn Yilmazoglû (45) bavê 4 zarokan e ku li taxa Sarayaltî ya navçeya Pirsûsa Rihayê dijî. Yilmazoglû bi salane ji bo zarokên xwe ku yek ji wan 19 salî ye û yê din 16 salî ye madeyên hişbir bikar tînin, deriyek lê nedabe nemaye. Yilmazoglû ku ji ber xizaniyê nekarîbû zarokên xwe ji vê torê rizgar bike, her wiha ji ber feqîriyê jî têkoşîneke bi bandor a li dijî tiryakê û rêbazên rast ên dermankirinê bike. 
 
JI BIÇÛKATIYÊ VE WAN XISTINE VÊ XEFIKÊ 
 
Yilmazoglû da zanîn ku ji bere w li derveyî bajêr dixebite û wî pirr dereng ferq kiriye ku zarokên wî madeyên hişbir bikar tînin. Yilmazoglû diyar kir ku lawê wî yê 16 salî di 10 saliya xwe de û lawê wî yê 19 salî jî di 13 saliya xwe de dest bi bikaranîna madeyên hişbirê kirine û her çiqas wan alîkarî ji saziyan xwestiye jî lê alîkarî bi wan re nehatiye kirin. 
 
Yilmazoglû anî ziman ku firoşkarên hişbirê yên li ber deriyên dibistanan lawê wî xistine nava vê torê ango xefikê û ew bi şev û roj bi kontrolkirina zarên xwe re mijûl in û dikin û nakin nikarin wan ji tiryakê dûr bixin. 
 
Yilmazoglû da zanîn ku zarokên wî ji ber bikaranîna madeyên hişbir hatine asta ku hişê xwe bixwin û dikevin nava krîzan û lawê wan mezin carna bi kêran êrişî wan dike. 
 
JI BO MADE BI DEST BIXE DIZIYÊ DIKE 
 
Yilmazoglû anî ziman ku kurê wî ji bo tiryakê bi dest bixe diziyê dike û got: “Ji ber vê yekê divê rojê herî kêm du caran bang li polîsan bikim. Ez gelek caran çûm sazî û dezgehên fermî yên navçeyê û min rewşa zarokê xwe vegot, lê guh nedan giliyên min. Min serî li her derê da. 8 meh berê wekîlê CHP'ê bi min re dest bi diyalogê kiribû û gotibû ez ku wê min bişîne cem Waliyê Rihayê lê bi tu awayî hevdîtin nebû.” 
 
POLÎSAN TUNDIYÊ LI WAN KIRIYE
 
Yilmazoglu di derbarê kurê xwe yê ku ji bo bidestxistina tiryakê dizî kiriye sala borî giliyê wî li midûriyeta polîsan kiriye û wiha got: “Ji ber şerê ku di navbera wan de derket, kurê min dizî kir û her du zarokên min li hev dan. Min gazî polîsan kir. Dema polîs hatin niqaşê dewam kir. Polîsan heqaret li hevjîn û zarokên min kirin. Min bertek nîşanî polîsan da. Min birin qereqolê û 5 polîsan li min da û destên min kelepçe kirin û li erdê kaş kirin. Dîmenên kamerayê jî hene. Li ber edliyeyê li min xistin, min gilî kir. Ez çûm dozgeriyê, dozger ji min pirsî 'hevalên polîsan çi kirin?' Ez mexdûr im, li min xistin, heqaret li jin û zarokê min kirin. Lê salek û 3 meh cezayê çavdêriyê li min hat birîn. Ji ber ku kurê min diziyê dike, min giliyê wî kir. Ji ber ku kurê min diçe bi wan pereyan madeyên hişbirê dikire.”
 
‘DEWLET BI ZANEBÛN TIŞTEK NAKE’ 
 
Yilmazoglû anî ziman ku ji ber ku lawên wê diziyê kirine û bikaranîna madeyên hişbirê hatine girtin û derûniya lawên wî li hefsê xera bûye. Yilmazoglû destnîşan kir ku di salên dawî de li Pirsûsê bikaranîna madeyên hişbirê belav bûye û ji 9 saliyan bigirin heta 60 saliyan gelek kes hene ku madeyên hişbirê bikar tînin û hema bêje li her malê kesek du kesên ku madeyên hişbirê bikar tînin hene. Yilmazoglû destnîşan kir ku saziyên pêwendîdar û rayedar mudaxileyî vê rewşê nakin û got: “Li her deverê zarokan û ciwanan jehrî dikin. Ro li nîvro zarokan jehrî dikin. Hemin ku dewlet li ser serê me ye, çima firoşkarên madeyên hişbirê nagire? Ez dixwazim hemû firoşkaran bên girtin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

18/10/2022
15:05 Tirkiyeyê li Başûr di rojekê de 14 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:57 CHP xala 29’an dibe AYM’ê
14:53 Li Egeyê erdhej çêbû
14:45 Buldan: Erdogan di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da
14:34 Sporvana îranî ku agahî jê nedihat girtin daxuyanî da
13:55 KON-MED’ê bang li gelê kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dakevin qadan
13:51 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
13:26 ÎHD: Bila berpirsiyarên karesatê yên rasteqîn bên darizandin
13:14 Emîne Şenyaşar: Ez li benda biryara îstînafê me
13:05 KODAR’ê banga avakirina ‘meclisên bajaran ên xweser’ li çalakvanan kir
12:41 Zarokê ku wesayîta polîsan lê dabû emeliyat bû
12:41 Dadgehê proje betal kiribû lê qeyûm îhaleya hilweşandinê derxist
12:33 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:21 Alayên AKP’ê li bin posterên Erdogan ên derqanûnî hatin daliqandin!
12:18 Nasnameyên HPG’iyên di êrişa kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:52 Cenazeyên Urper û Hisên ev 22 roj in li ATK’ê tên sekinandin
11:44 Agahî ji sporvana îranî ku serqot beşdarî pêşbaziyê bûbû nayê wergirtin
11:42 Li girtîgeha ji bo danişînê anînê hate derbkirin û tacîzkirin
11:17 YE'yê ji ber rola wan a di êrişan de mieyîde li ‘polîsên exlaqê’ û rayedarên Îranê ferz kir
11:04 Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire
10:30 Xelîl: Bicihkirina HTŞ'ê ya li Efrînê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye
10:07 Erdogan ‘Qanûna Sansurê’ pejirand
09:30 Rojnameger Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin
09:18 Li Xarpêtê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
09:01 Encumena HDP'î kirine endama AKP'ê!
09:00 'Em ê mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin'
09:00 Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin