Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire 2022-10-18 11:04:46   RIHA - Huseyîn Yilmazoglû yê ku hewl dide du lawên xwe ji tora tirkyakê rizgar bike diyar kir ku dewletê hemû deriyên xwe li ber wî girtiye û got: “Çima dewlet firoşkarên tiryakê nagire?”    Li gorî rapora 2021’ê ya Cîhanî ya Hişbirê ya Ofîsa Têkoşîna Hişbir û Sûcên Neteweyên Yekbûyî (NY), Tirkiye di rêza herî zêde ya kokainê de hatiye girtin û yek ji sê welatên ku herî zêde eroîn desteser kiriye Tirkiye ye. Li gorî rapora 2017’an a Navenda Çavdêriya Hişbir a Ewropayê (EMCDDA), di mirina ji ber bikaranîna tiryakê sentetîk de di nav welatên Ewropayê de di rêza yekemîn de ye.   Li Tirkiyeyê di pêvajoya tedawiya tiryakê de kêmasiyên cidî hene. Li Tirkiyeyê 26 Navendên Dermankirina Alkol û Tedawiya Madeyê (AMATEM) hene, li van navendan tenê 89 nivîn hene. Her wiha 6 Navenda Tedawiya Madeyên Alkolê ya Zarokan a Ciwanan (ÇEMATEM) heye. Lê belê li gel ku rê û rêbazên dermankirinê yên rast û bi bandor nayên sepandin, pişt re dîsa ku ev kes tiryakê bikara tînin, baweriya baweriya malbatên van kesan bi bi van saziyan nayê.    Li aliyekî din firotin û bikaranîna madeyên hişbirê li bajarên bakurê Kurdistanê tê sepandin û ev yek di çarçoveya şerê taybet de li dijî ciwanên kurd tê kirin. Bi taybetî jî li Kurdistanê tu tedbîr nayên girtin, derbarê firoşkaran de tu tiştek nayê kirin û kesên ku madeyên hişbir bikar tînin jî terkî çarenûsa xwe tên kirin.    2 ZAROKÊN WÎ MADEYÊN HIŞBIRÊ BIKAR TÎNIN    Di salên dawî de temenê kesên ku madeyên hişbir bikar tînin gelek ketiye. Firoşkar li ber deriyên dibistanan digerin û çavên xwe berdane xwendekarên dibistana navîn û lîseyê. Yek ji mexdûrên tiryakê Huseyîn Yilmazoglû (45) bavê 4 zarokan e ku li taxa Sarayaltî ya navçeya Pirsûsa Rihayê dijî. Yilmazoglû bi salane ji bo zarokên xwe ku yek ji wan 19 salî ye û yê din 16 salî ye madeyên hişbir bikar tînin, deriyek lê nedabe nemaye. Yilmazoglû ku ji ber xizaniyê nekarîbû zarokên xwe ji vê torê rizgar bike, her wiha ji ber feqîriyê jî têkoşîneke bi bandor a li dijî tiryakê û rêbazên rast ên dermankirinê bike.    JI BIÇÛKATIYÊ VE WAN XISTINE VÊ XEFIKÊ    Yilmazoglû da zanîn ku ji bere w li derveyî bajêr dixebite û wî pirr dereng ferq kiriye ku zarokên wî madeyên hişbir bikar tînin. Yilmazoglû diyar kir ku lawê wî yê 16 salî di 10 saliya xwe de û lawê wî yê 19 salî jî di 13 saliya xwe de dest bi bikaranîna madeyên hişbirê kirine û her çiqas wan alîkarî ji saziyan xwestiye jî lê alîkarî bi wan re nehatiye kirin.    Yilmazoglû anî ziman ku firoşkarên hişbirê yên li ber deriyên dibistanan lawê wî xistine nava vê torê ango xefikê û ew bi şev û roj bi kontrolkirina zarên xwe re mijûl in û dikin û nakin nikarin wan ji tiryakê dûr bixin.    Yilmazoglû da zanîn ku zarokên wî ji ber bikaranîna madeyên hişbir hatine asta ku hişê xwe bixwin û dikevin nava krîzan û lawê wan mezin carna bi kêran êrişî wan dike.    JI BO MADE BI DEST BIXE DIZIYÊ DIKE    Yilmazoglû anî ziman ku kurê wî ji bo tiryakê bi dest bixe diziyê dike û got: “Ji ber vê yekê divê rojê herî kêm du caran bang li polîsan bikim. Ez gelek caran çûm sazî û dezgehên fermî yên navçeyê û min rewşa zarokê xwe vegot, lê guh nedan giliyên min. Min serî li her derê da. 8 meh berê wekîlê CHP'ê bi min re dest bi diyalogê kiribû û gotibû ez ku wê min bişîne cem Waliyê Rihayê lê bi tu awayî hevdîtin nebû.”    POLÎSAN TUNDIYÊ LI WAN KIRIYE   Yilmazoglu di derbarê kurê xwe yê ku ji bo bidestxistina tiryakê dizî kiriye sala borî giliyê wî li midûriyeta polîsan kiriye û wiha got: “Ji ber şerê ku di navbera wan de derket, kurê min dizî kir û her du zarokên min li hev dan. Min gazî polîsan kir. Dema polîs hatin niqaşê dewam kir. Polîsan heqaret li hevjîn û zarokên min kirin. Min bertek nîşanî polîsan da. Min birin qereqolê û 5 polîsan li min da û destên min kelepçe kirin û li erdê kaş kirin. Dîmenên kamerayê jî hene. Li ber edliyeyê li min xistin, min gilî kir. Ez çûm dozgeriyê, dozger ji min pirsî 'hevalên polîsan çi kirin?' Ez mexdûr im, li min xistin, heqaret li jin û zarokê min kirin. Lê salek û 3 meh cezayê çavdêriyê li min hat birîn. Ji ber ku kurê min diziyê dike, min giliyê wî kir. Ji ber ku kurê min diçe bi wan pereyan madeyên hişbirê dikire.”   ‘DEWLET BI ZANEBÛN TIŞTEK NAKE’    Yilmazoglû anî ziman ku ji ber ku lawên wê diziyê kirine û bikaranîna madeyên hişbirê hatine girtin û derûniya lawên wî li hefsê xera bûye. Yilmazoglû destnîşan kir ku di salên dawî de li Pirsûsê bikaranîna madeyên hişbirê belav bûye û ji 9 saliyan bigirin heta 60 saliyan gelek kes hene ku madeyên hişbirê bikar tînin û hema bêje li her malê kesek du kesên ku madeyên hişbirê bikar tînin hene. Yilmazoglû destnîşan kir ku saziyên pêwendîdar û rayedar mudaxileyî vê rewşê nakin û got: “Li her deverê zarokan û ciwanan jehrî dikin. Ro li nîvro zarokan jehrî dikin. Hemin ku dewlet li ser serê me ye, çima firoşkarên madeyên hişbirê nagire? Ez dixwazim hemû firoşkaran bên girtin.”    MA / Ceylan Şahînlî