Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!

  • rojane
  • 16:19 4 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Danişîna doza derbarê Emîne Şenyaşar a bi îdiaya “heqaret” li Suleyman Soylû û Îbrahîm Yildiz ê AKP’î kiriye de hatiye vekirin, bi telefona kesayetî ya mubaşîr hate qeydkirin. 
 
Dayika Emîne Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê ku di 9’ê adara 2021’an de bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin didomîne. Emîne Şenyaşar, ji ber gotinên xwe yên di dema nobetê de ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Îbrahîm Yildiz ê AKP'yî re gotibûn bi sûcdariya “heqaret” kiriye, careke din derket pêşberî dadger. Di danişîna ewil ku li 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê hate dîtin de, ji bo Emîne Şenyaşar biparêzin bi dehan parêzer amade bûn. Danişîn ji aliyê gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ve hate temaşekirin. 
 
FERMANA KU LI SER PIYAN BISEKINE!
 
Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de serokê dadgehê ferman da ku Emîne Şenyaşar a pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, li ser piyan bisekine. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî serokê dadgehê da û got ku ne min kesên zarokên min qetilkirin darizînin. Emîne Şenyaşar komkujiya ku malbata wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de lê rast hat vegot û pirsa “Ev dewleteke çawa ye, ev edaleteke çawa ye?” kir. Serokê dadgehê bi hinceta ku Emîne Şenyaşar dîsîplîna danişînê xera kiriye û behna wî teng kiriye, bi derxistina ji eywanê gef li Şenyaşar xwar. Serokê Dadgehê diyar kir ku naxwaze hurgiliyên komkujiyê guhdar bike û xwest Şenyaşar bersiva pirsên têkildarî heqaretê bide. 
 
SEROKÊ DADGEHÊ GIRTEK GIRT
 
Parêzerê malbatê Mehmet Alî Aslan diyar kir ku bûyerên ku Emîne Şenyaşar behs kiriye têkildarî dozê ne û xwest ku Emîne Şenyaşar heta dawiyê bê guhdarkirin. Li ser vê yekê serokê dadgehê, ji ber Emîne Şenyaşar dîsîplîna danişînê xera kiriye girtek girt. Emîne Şenyaşar bi lêv kir ku heqaret li kesên zarokên wê qetilkirine kiriye lê çi gotiye nayê bîrê. Tercumanê sondxwarî gotinên Şenyaşar xelet wergêrandin. Li ser berteka parêzeran, serokê dadgehê careke din ji Emîne Şenyaşar re pirsa “Te heqaret kir?” pirsî. Emîne Şenyaşar jî wiha got: “Min ew qet nedîtin ku ez heqaretê bikim. Kesên tên qetilkirin em in, kesên zilmê dibînin em in. Me derdixînin pêşberî dadgehê.”
 
DAXWAZA PISPORÊ SERBIXWE
 
Dû re parêzerê malbatê Mehmet Alî Aslan mafê axaftinê girt. Aslan, diyar kir ku malbat 575 roj in li ber edliyeyê Nobeta Edaletê digire û got: “Lêgerîna edaletê ya malbatê bi lêpirsînan hewl tê dayîn ku bê astengkirin. 15 lêpirsînên cuda hatin vekirin. Îdiaya ku dayikê heqaret li Soylû û Yildiz ê AKP’yî kiriye heye. Dayikê ji kê re ev gotin gotine ne diyar e. Em dixwazin ji aliyê pisporekî serbixwe ve jinûve bê lêkolînkirin. Gotina ‘Soysûz’ heye lê li dijî kê gotiye ne diyar e. Temamê qeyda deng na hin cihên diyar wergêrî tirkî hatine kirin. Em dixwazin ku temamê wê bê wergêrkirin.”
 
BI TELEFONA MUBAŞÎR QEYD HATE KIRIN
 
Dozger, xwest ku daxwaza jinûve lêkolînkirina pisporekî ya parêzer bi hinceta “Tu bandorê li dozê nake” bê redkirin. Şandeya dadgehê jî ev daxwaza dozger qebûl kir. 
 
Piştî navbera hate dayîn serokê dadgehê diyar kir ku “li ser navê miletê tirk” darizandin tê kirin û xwest danişîn bi kamerayê bê qeydkirin. Mubaşîr bi fermana dadger, bi telefona xwe ya kesayetî danişîn qeyd kir. Li ser berteka parêzeran, serokê dadgehê diyar kir ku kameraya SEGBÎS’ê xerabeye û bi lêv kir ku wî ferman daye mubaşîr ku bi telefona xwe qeyd bike. Têkildarî vê pêkanînê ji aliyê parêzerên malbatê ve girtek hate girtin. 
 
DOZGER CEZA XWEST 
 
Dozger mutalaaya xwe pêşkêş kir û xwest bi îdiaya Emîne Şenyaşar heqaret li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, Şenyaşar bê cezakirin. Emîne Şenyaşar a têkildarî mutalaayê mafê axaftinê girt wiha got: “Hûn çi ceza bidin, bidin lê qeydên nexweşxaneyê derxînin holê, kesên zarokên min qetilkirin ceza bikin. Hûn çima vê tiştê bi me didin jiyîn?” Parêzerê malbatê Mehmet Alî Aslan ji bo têkildarî mutalaayê parastinê bike daxwaza dem kir. Dozger jî ji bo qeydên danişînê de bên tercumekirin û parêzerên malbatê parastina xwe bikin dem xwest.
 
ÎFADE WERGIRTINA YILDIZ HATE XWESTIN
 
Yek ji parêzerên malbatê Hîdayet Enmek jî wiha got: “Em daxwaz dikin ku heke îfadeya Îbrahîm Halîl Yildiz ya derbarê komkujiya ku di 14’ê hezîrana 2018’an de pêk hat de hatibe wergirtin bê xwestin. Îfade bi darizandina niha ve girêdayî ne. Vîdeoyeka navborî heye. Em daxwaz dikin ku ji ajansa nûçeyan a ku tevahiya vîdeoyê weşandiye were pirsîn û lêkolîn bê kirin bê ka vîdeo hatiye birîn an na.” Dozger diyar kir ku derbarê dosyaya nexweşxaneyê de biryara nepen heye û xwest ku daxwaza lê zêdekirina dosyayê ya Yildiz ê AKP’î bê redkirin. 
 
‘KESÊN ÎDÎANAME AMADEKIRINE SÛC KIRIN’
 
Enmek, destnîşan kir ku kesên îdianame amadekirine sûc kirine û anî ziman ku îdianme ji bo têkoşîna edaletê ya malbatê bê astengkirin hatiye amadekirin. 
 
MAFÊ AXAFTINÊ NEDA FERÎT ŞENYAŞAR
 
Serokê dadgehê daxwaza xwestina temamê dîmenan a ji ajansa nûçeyan a parêzeran qebûl nekir. Dû re Ferît Şenyaşar mafê axaftinê xwest. Serokê dadgehê ji ber Ferît Şenyaşar ne aliyeke mafê axaftinê nedayê. Serokê dadgehê guhdarkirina Ferît Şenyaşar a weke şahid jî bi hinceta “li dijî ûsûlê ye” qebûl nekir. Ferît Şenyaşar bertek nîşanî vê biryarê da. 
 
HATE TALOQKIRIN
 
Serokê dadgehê pişt re biryar da ku qeydên di danişînê de hatine kirin neyên tercume kirin û danişîn taloqî 17’ê sibata 2023’yê hate kirin. Piştî danişînê Emîne Şenyaşar wêneyê zarokên xwe yên hatine qetilkirin nîşandan û bi gotina “Kê kuştin? Qeydên xwe derxînin” bertek nîşan dan. Şenyaşar, di korîdorên edliyeyê de berteka xwe berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

05/10/2022
13:23 Taxên Geverê di dorpêçê de ne: 4 kes hatin binçavkirin
13:17 Daxwaza ji bo dadger û dozgerên ‘bi awayekî nehiqûqî’ delîl kom kirin nehat qebûlkirin
12:49 Cenazeyê endamê HPG’ê Arslan hat veşartin
12:46 Davûtoglû dest ji giliya xwe ya derbarê Demîrtaş de berda
12:25 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin ku tedawiya wan li derve bikin
12:10 Cihê avahiya şaredariyê dibistan tê çêkirin
12:08 Nûnera Taybet a NY’ê ya Iraqê: Divê tu cîran Iraqê weke milkê xwe nebînin
11:13 Malbata Şenyaşar: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc
10:57 Dê Komploya 9’ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê protestokirin
10:46 Kesên li Kadikoyê di protestoya Akarsel de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Li dijî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê êrişa çekdarî
10:33 Plarforma Yekitiya Jinên Kurd bang li hikûmeta Başûr kir: Kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin
10:16 Hakan Fîdan bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir
09:57 Hat îdiakirin li Amedê ciwanekî xwe kuştiye
09:28 Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir
09:06 Dadgeh: Sûcek tune, lê xetere ne!
09:05 Girtiya nexweş a 70 salî nayê berdan
09:03 Dersimî dê ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê mitîngê li dar bixin
09:02 Dadgehê îdia kir ku qedexeyên walîtiyê 'li gor hiqûqê' ne
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:21 Kesên di şermezarkirina Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/10/2022
23:49 Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:00 Kujerên Nagîhan Akarselê hatin zevtkirin
20:02 Mexmûrî bi meşeke girseyî qetilkirina Akarselê şermezar kirin
18:41 'Dê çanda berxwedanê ya Nagihanê bi ronakbîriya jinê bidome'
17:35 Êrişa li hemberî endamên SES'ê hat şermezarkirin
17:12 Doza ‘muxalefetê’ ya Sebahat Tûncel hate taloqkirin
17:02 Dê qetilkirina Akarsel li 51 bajaran bê protestokirin
16:58 Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye
16:56 ‘Bi tecrîdê re civak bênefes tê hiştin’
16:23 Li Silêmaniyeyê êrişa bi SÎHA’yan
16:22 Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da hevşaredar Dîken
16:22 Siyasetmedarên binçavkirî hatin berdan
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn
16:24 Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin
16:04 Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin
15:26 TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e
15:08 Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e
14:52 Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin
14:38 Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin
14:28 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
14:10 Li Qoserê meşek dê were lidarxistin
13:40 Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin
13:25 Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin
13:03 Doza SES’ê dest pê kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:42 'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’
12:23 Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
12:00 Qeydên atolyeya muzîkê dê di 15’ê cotmehê de bi dawî dibin
11:36 Jin bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ konferansê li dar dixin
11:36 Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin
11:30 HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin
11:19 Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
11:07 Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e
10:37 Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
10:33 Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê
10:15 Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû
09:56 Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN
02/10/2022
23:23 Ji jinên li Enqereyê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan
21:59 ‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’
20:29 Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
18:28 Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir
18:14 Kaya careke din bû serokê DTSO'yê