Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin! 2022-10-04 16:19:21   RIHA - Danişîna doza derbarê Emîne Şenyaşar a bi îdiaya “heqaret” li Suleyman Soylû û Îbrahîm Yildiz ê AKP’î kiriye de hatiye vekirin, bi telefona kesayetî ya mubaşîr hate qeydkirin.    Dayika Emîne Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê ku di 9’ê adara 2021’an de bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin didomîne. Emîne Şenyaşar, ji ber gotinên xwe yên di dema nobetê de ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Îbrahîm Yildiz ê AKP'yî re gotibûn bi sûcdariya “heqaret” kiriye, careke din derket pêşberî dadger. Di danişîna ewil ku li 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê hate dîtin de, ji bo Emîne Şenyaşar biparêzin bi dehan parêzer amade bûn. Danişîn ji aliyê gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ve hate temaşekirin.    FERMANA KU LI SER PIYAN BISEKINE!   Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de serokê dadgehê ferman da ku Emîne Şenyaşar a pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, li ser piyan bisekine. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî serokê dadgehê da û got ku ne min kesên zarokên min qetilkirin darizînin. Emîne Şenyaşar komkujiya ku malbata wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de lê rast hat vegot û pirsa “Ev dewleteke çawa ye, ev edaleteke çawa ye?” kir. Serokê dadgehê bi hinceta ku Emîne Şenyaşar dîsîplîna danişînê xera kiriye û behna wî teng kiriye, bi derxistina ji eywanê gef li Şenyaşar xwar. Serokê Dadgehê diyar kir ku naxwaze hurgiliyên komkujiyê guhdar bike û xwest Şenyaşar bersiva pirsên têkildarî heqaretê bide.    SEROKÊ DADGEHÊ GIRTEK GIRT   Parêzerê malbatê Mehmet Alî Aslan diyar kir ku bûyerên ku Emîne Şenyaşar behs kiriye têkildarî dozê ne û xwest ku Emîne Şenyaşar heta dawiyê bê guhdarkirin. Li ser vê yekê serokê dadgehê, ji ber Emîne Şenyaşar dîsîplîna danişînê xera kiriye girtek girt. Emîne Şenyaşar bi lêv kir ku heqaret li kesên zarokên wê qetilkirine kiriye lê çi gotiye nayê bîrê. Tercumanê sondxwarî gotinên Şenyaşar xelet wergêrandin. Li ser berteka parêzeran, serokê dadgehê careke din ji Emîne Şenyaşar re pirsa “Te heqaret kir?” pirsî. Emîne Şenyaşar jî wiha got: “Min ew qet nedîtin ku ez heqaretê bikim. Kesên tên qetilkirin em in, kesên zilmê dibînin em in. Me derdixînin pêşberî dadgehê.”   DAXWAZA PISPORÊ SERBIXWE   Dû re parêzerê malbatê Mehmet Alî Aslan mafê axaftinê girt. Aslan, diyar kir ku malbat 575 roj in li ber edliyeyê Nobeta Edaletê digire û got: “Lêgerîna edaletê ya malbatê bi lêpirsînan hewl tê dayîn ku bê astengkirin. 15 lêpirsînên cuda hatin vekirin. Îdiaya ku dayikê heqaret li Soylû û Yildiz ê AKP’yî kiriye heye. Dayikê ji kê re ev gotin gotine ne diyar e. Em dixwazin ji aliyê pisporekî serbixwe ve jinûve bê lêkolînkirin. Gotina ‘Soysûz’ heye lê li dijî kê gotiye ne diyar e. Temamê qeyda deng na hin cihên diyar wergêrî tirkî hatine kirin. Em dixwazin ku temamê wê bê wergêrkirin.”   BI TELEFONA MUBAŞÎR QEYD HATE KIRIN   Dozger, xwest ku daxwaza jinûve lêkolînkirina pisporekî ya parêzer bi hinceta “Tu bandorê li dozê nake” bê redkirin. Şandeya dadgehê jî ev daxwaza dozger qebûl kir.    Piştî navbera hate dayîn serokê dadgehê diyar kir ku “li ser navê miletê tirk” darizandin tê kirin û xwest danişîn bi kamerayê bê qeydkirin. Mubaşîr bi fermana dadger, bi telefona xwe ya kesayetî danişîn qeyd kir. Li ser berteka parêzeran, serokê dadgehê diyar kir ku kameraya SEGBÎS’ê xerabeye û bi lêv kir ku wî ferman daye mubaşîr ku bi telefona xwe qeyd bike. Têkildarî vê pêkanînê ji aliyê parêzerên malbatê ve girtek hate girtin.    DOZGER CEZA XWEST    Dozger mutalaaya xwe pêşkêş kir û xwest bi îdiaya Emîne Şenyaşar heqaret li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, Şenyaşar bê cezakirin. Emîne Şenyaşar a têkildarî mutalaayê mafê axaftinê girt wiha got: “Hûn çi ceza bidin, bidin lê qeydên nexweşxaneyê derxînin holê, kesên zarokên min qetilkirin ceza bikin. Hûn çima vê tiştê bi me didin jiyîn?” Parêzerê malbatê Mehmet Alî Aslan ji bo têkildarî mutalaayê parastinê bike daxwaza dem kir. Dozger jî ji bo qeydên danişînê de bên tercumekirin û parêzerên malbatê parastina xwe bikin dem xwest.   ÎFADE WERGIRTINA YILDIZ HATE XWESTIN   Yek ji parêzerên malbatê Hîdayet Enmek jî wiha got: “Em daxwaz dikin ku heke îfadeya Îbrahîm Halîl Yildiz ya derbarê komkujiya ku di 14’ê hezîrana 2018’an de pêk hat de hatibe wergirtin bê xwestin. Îfade bi darizandina niha ve girêdayî ne. Vîdeoyeka navborî heye. Em daxwaz dikin ku ji ajansa nûçeyan a ku tevahiya vîdeoyê weşandiye were pirsîn û lêkolîn bê kirin bê ka vîdeo hatiye birîn an na.” Dozger diyar kir ku derbarê dosyaya nexweşxaneyê de biryara nepen heye û xwest ku daxwaza lê zêdekirina dosyayê ya Yildiz ê AKP’î bê redkirin.    ‘KESÊN ÎDÎANAME AMADEKIRINE SÛC KIRIN’   Enmek, destnîşan kir ku kesên îdianame amadekirine sûc kirine û anî ziman ku îdianme ji bo têkoşîna edaletê ya malbatê bê astengkirin hatiye amadekirin.    MAFÊ AXAFTINÊ NEDA FERÎT ŞENYAŞAR   Serokê dadgehê daxwaza xwestina temamê dîmenan a ji ajansa nûçeyan a parêzeran qebûl nekir. Dû re Ferît Şenyaşar mafê axaftinê xwest. Serokê dadgehê ji ber Ferît Şenyaşar ne aliyeke mafê axaftinê nedayê. Serokê dadgehê guhdarkirina Ferît Şenyaşar a weke şahid jî bi hinceta “li dijî ûsûlê ye” qebûl nekir. Ferît Şenyaşar bertek nîşanî vê biryarê da.    HATE TALOQKIRIN   Serokê dadgehê pişt re biryar da ku qeydên di danişînê de hatine kirin neyên tercume kirin û danişîn taloqî 17’ê sibata 2023’yê hate kirin. Piştî danişînê Emîne Şenyaşar wêneyê zarokên xwe yên hatine qetilkirin nîşandan û bi gotina “Kê kuştin? Qeydên xwe derxînin” bertek nîşan dan. Şenyaşar, di korîdorên edliyeyê de berteka xwe berdewam kir.