Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê

  • rojane
  • 19:42 20 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE – Parêzerên ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dabûn, di hevdîtina online de diyar kirin ku pêkanînên li Îmraliyê îşkence ne û bang li CPT'yê kirin ku biçe Îmraliyê.
 
Ji 22 welatên Ewropayê 350 parêzer ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin, serî li Wezareta Dadê dabûn. Parêzerên ewropayî uropean Association of Lawyers for Democracy & World Human Rights (Parêzerên Ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê, ELDH) bi rêya Zoomê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hat bibrîxistin û daxwaza ji bo hevdîtinê careke din hat dubarekirin. 
 
Civîn bi moderatoriya Parêzer Ceren Ûysalê hat lidarxistin. 
 
‘DEMILDEST DIVÊ BINPÊKIRIN BÊ SEKINANDIN'
 
Hevseroka ELHD'ê û endama Parêzer ji bo Parêzeran Barbara Spinellî destnîşan kir ku ji ber binpêkirinên mafan ev serlêdan kirine û got: "Demildest divê ev binpêkirin bi dawî bibe. Endamên ELHD'ê û saziyên endam jî di nava vê xebatê de cih girtin. Divê em derqanûniya polîtîkaya tecrîdê li her derî bînin ziman û divê hemû rêxistinên pîşeyî jî ji bo vê serlêdanê bikin. Me bi vê serlêdanê berpirsiyariyên Tirkiyeyê bibîra wê xistin. Me xwest em pîvanên Mandella bibîr bixin. Me ji ber vê ev serlêdan kir, lê belê em li benda bersiva wezîr in. Ji çar hawirdorên cîhanê hevpîşeyên me îmze danîn bin vê nameyê. Daxwaza me ev e; demildest divê destûr bê dayin ku parêzerên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê karê xwe bikin." 
 
Paşê Sekreterê Giştî yê ELHD'ê Thomas Schmîdt jî destnîşan kir ku li benda bersiva Wezareta Dadê ne û nameya ku şandine xwend. 
 
‘PÊWENDÎ NAYÊ DANÎN'
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk jî got: "18 meh in bi tu awayî em xeberê ji muekîlê xwe nagirin. Di warê xetereya jiyanê de nediyariyeke mezin heye. Ne pêkan e ku mirov behsa xetereya di warê îşkenceyê de bike, ji lew re ev rewş bi xwe îşkence ye. Îşkenceya têkildarî şertên înfazê û girtinê didome. Ne em dikarin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin ne jî malbatên wan. Qedexeya nameşandinê didome. Tu pêwendî nayê danîn. Di sala 2019'an de me di şertên awarte de 5 hevdîtin kirin. Ji wê çaxê heya niha me 215 caran serlêdan kiriye. Lê serlêdanek jî nehatiye bersivandin." 
 
Ozturk anî ziman ku malvayaiya hevpîşeyên xwe yên ewropayî dikin ji ber piştevaniya wan û got: "Em di wê bîr û baweriyê de ne ku li dijî vê pergala tecrîdê divê xebateke hîn meintir bê kirin da ku pergala tecrîdê xuyangtir bibe. Lewma xebatên we ji bo me pir hêja ne." 
 
‘CPT DEMILDEST DIVÊ BIÇE ÎMRALIYÊ'
 
Li ser navê Parêzerên Demokrat ên Ewropayî (AED) û Parêzerên Komarparêz ên Amanyayê (EDL) Berenice Boehlo axivî. Boehlo, destnîşan kir ku ji ber tecrîdê fikar li wan peyda bûne û got: "Lewma CPT demildest divê biçe Îmraliyê. Berê jî wekî sazî em ketibûn nava hin hewldanan. Em dixwazin CPT demildest biçe Îmraliyê, li wir lêkolînan bike û daxuyaniyê bide. Li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan me diqilqilîne. Hem mafê parêzeran hem jî mafê girtiyên li Îmraliyê tên binpêkirin. Lewma em soz didin ku em ê li gel hevpîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê bibin û em ê bi ser Tirkiyeyê de biçin. Zêdetirî 2 hezar parêzer jib o hevdîtinê bi Ocalan re bikin serlêdan kirin. Ev hejmar divê zêdetir bibe, da ku binpêkirinên xeternak ên li Îmraliyê bi dawî bibin. Divê em daxwazên xwe bi dengekî hîn bilindtir û xurtir bînin ziman." 
 
‘BAREKÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ SAZIYÊN HIQÛQÊ'
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku piştî Buriya Hiqûqê ya Asrinê xwe gihandiye wan serî li Wezareta Dadê dane û got ku daxwazênw an ên sereke tesîskirina mafên mirovan ên bingehîn in. Eren bilêv kir ku wan ji Wezareta Dadê pirsî ye ku çima nahêle parêzer hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin û got: "Û me xwest em biçin Îmraliyê. Lê ne bersiv hat dayîn ne jî daxuyaniyek. Wekî rêxistineke hiqûqê me biryar da ku em piştgiriya vê kampanyayê bikin. Di warê parastina mafên mirovan û hiqûqê de barekî mezin dikeve ser milên baroyên Tirkiyeyê." 
 
ÎŞKENCE
 
Fabîo Marcellî jî destnîşan kir ku ew wekî koma mudaxileyê ji zû de rewşa li Îmraliyê dişopînin û got ku sedema van bêhiqûqîtiya pirsgirêkên siyasî ne. Marcellî wiha axivî: "Em dibînin ku rewşa li Tirkiyeyê her diçe xirabtir dibe û bi navê serdestiya hiqûqê tiştek nemaye. Her diçe fikar zêde dibin. Rewşa Ocalan, rewşa hiqûqa Tirkiyeyê pir zelal dide der. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re îşkence ye." 
 
FIKRÊN OCALAN
 
Marcellî destnîşan kir ku Tirkiye divê ji bo rewşa Ocalan çareseriyeke siyasî peyda bike û got: "Ev çareserî jî divê di çarçoveya konfederalîzma dmeokratîk de be. Konfederalîzma demokratîk, di qada navneteweyî de helwesteke nû ye. Ocalanê di şert û mercên giran d egirtî, di warê mafên jinan, konfederalîzma demokratîk û dîroka kurdî de gelek pirtûkên hêja nivîsî ne. Berdana wî tenê ne ji bo kurdan, ji bo cîhanê jî pir girîng e. Ji lew re fikirên Ocalan tenê ne ji bo kurdan, dikare ji bo tevahiya cîhanê bibin cihê aştiyê." 
 
‘OCALAN DÊ SERBEST BÊ BERDAN'
 
Serokê Civata Parêzerên Sosyalîst a Haldeneyê Declan Owens jî wekî civat ew piştigiriyê didin xebatên ji bo serbestberdana Ocalan û got: "Em ê her tim piştgiriya herêyên xwe yên kurd bikin." Owens di adwiya axaftina xwe de got: "Dê Ocalan serbest bê berdan û dê fikirên wî her tim bibe îlham ji bo şoreşgerên cîhanê, eynî wekî Rojavayê." 
 
Sekreterê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Umît Buyukdag jî got axaftinên hatin kirin nîşan didin ku bê çima tevahiya cîhanê xwedî li meseleya tecrîdê derdikeve. 
 
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker jî destnîşan kir ku meseleya tecrîdê tenê gelê kurd eleqedar nake, ji lew re perçeyek komploya navdewletî ye û got: "Helwesta CPT'yê girêdayî saîqên siyasî ye." 
 

Sernavên din

21/09/2022
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû
20:24 Qetilkirina Mahsa Amînîyê hat şermezarkirin
20:05 Cenazeyê Bariş Keve anîn Wanê
17:29 691 parêzerên ji Sûriyê ji bo Ocalan bang li Wezareta Dadê kirin
16:54 Li Kobanê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:18 Peywira parastinê ya parêzer Uçar hat qedexekirin
16:05 Polîsan li Amedê rojnameya Xwebûnê desteser kirin
15:58 HDP çû serdana DFG’ê
15:56 Nexweşê penceşêrê Huseyîn Dûrmaz bila bê berdan
15:49 Dosyaya teduristiyê ya Sîbel Balaç şandin ATK’ê
15:36 Ji bo çûyîna Îmraliyê ji Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur 756 parêzeran serlêdan kir
14:44 Artêşa tirk Amediye û Metîna bombebaran kir
14:43 Feray Şahîn a polîsekî ew qetil kiribû hat bibîranîn