Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir

  • rojane
  • 20:30 20 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE / ÎZMÎR – Polîsan mudaxileyî rêxistinên ciwanan ên ku li Îzmîr û Enqereyê ji bo bibîranîna 33 kesên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin kom bûbûn, kir. Di mudaxaleyê de gelek ciwan hatin binçavkirin.
 
Li Enqereyê ji bo 33 ciwanên ku gava ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, hat xwestin ku çalakiya bibîranînê bê lidarxistin. Beriya bîranîna ku dê li Guvenparkê bihata lidarxistin, rêxistinên ciwanan li Kizilayê hatin dorpêçkirin.
 
GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Polîsan hemû rêyên ber bi Guvenparkê ve diçin girtin. Piştî vê rêxistinên ciwanan bi dirûşmeyên "Pirsûsê ji bîr neke" û "Dewleta kujer wê hesab bide" li Kolana Îzmîrê meşiyan. Di meşê de ciwan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan bêyî hişyarî bi gaza îsotê mudaxele kirin. Ciwanên ku bertek nîşanî destwerdanê dan û di bibîranîna 33 rêwiyên xeyalan de israr kirin, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û hatin binçavkirin. 
 
Di mudaxaleyê de gelek kes hatin binçavkirin.
 
CARA DUDOYAN MUDAXILE
 
Komeke ciwanan a din jî xwest li Guvenparkê kom bibe, lê polîsan mudaxeleyî wê jî kir. Ciwanên ku dirûşmeyên "Pirsûsê ji bîr neke" berz kirin, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û bi zorê li wesayîta binçavkirinê hatin siwarkirin. Rojnamegerên ku xwestin dîmenên mudaxaleya polîsan tomar bikin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
 
Girseya ku binçavkirina ciwanan a li Guvenparkê protesto kir li Kolana Bestekar kom bû û meşiya. Girse piştî berzkirina dirûşmeya "Ji Pirsûsê re edalet, ji bo her kesî edalet" belav bû.
 
ZÊDETIRÎ 30 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Di mudaxaleyê de zêdeyî 30 ciwan hatin derbkirin û binçavkirin. Ji kesên di mudaxileya polîsan de hatin binçavkirin navê hin kesan wiha ye: “Sînem Kaplan, Îbrahîm Demîryûrek, Devîn Asya Açikelî, Berke Arben, Adem Guler, Dîlara Kaya, Onur Çakmak, Ozan Denîz Odemiş, Mahmut Demîr, Semih Erdem Çankaya, Nîsan Çira, Leylanur Mavîlî, Zeynep Halegul Baydîlî, Zeynep Kûrt, Erdogan Can Samûr, Erturk Soysal, Hîvda Selen, Yagmûr Alaz Gulveren, Çetîn Karakaya, Ûmût Korkûtan, Selma Tokaç, Çagla Mergurt , Tûba Koçer, Sena Bademlî, Cem Polatcan, Anîl Şîmşek û Cem Yilmaz.”
 
ÎZMÎR
 
Rêxistinên ciwanên Sosyalîst ên Îzmîrê jî di 7’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Pankarta "Edaleta ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî ye" nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên wekî "Kujer DAIŞ hevkar AKP", "Dê tu xewn bê dawî nemîne", "Pirsûsê ji bîr neke, bila neyê jibîrkirin" û "Amed, Pirsûs, Enqere hesap bipirse” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Mûrat Çepnî û Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sekretera Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Coşkûn Ûstercî û gelek welatiyan piştgirî dan daxuyaniyê.
 
Daxuyanî ewilî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin dest pê kir.
 
ŞOREŞA ROJAVAYÊ
 
Di daxuyaniyê de ewilî Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî axivî. Çepnî got: "Silav li kesên ku di Şoreşa Rojavayê de canê xwe dane. Serdest hewl didin Rojhilata Navîn bikin goristana gelan û dijminatiya gelan bikin. Di vê demê de navê avakirina jiyana hevbeş a li ser asasên azadiya jinê û eklojiyê Şoreşa Rojava ye. 33 rêwiyên xeyalan ji bo girêdana xwe bi şoreşê re diçûn Kobanê bajarekî wêrankirî ava bikin. Hemû Lê rastê êrişa DAIŞ'a barbar hatin ku hemû cîhan û dewleta tirk piştgirtiya wê dikir. Ên me yî herî hêja wergirtin. Lê tovên ku wan reşandiye her roj mezintir dibin. Ev têkoşîn wê li kolanan rabe, ev têkoşîn wê demokrasiya rast û aşitiyê bîne. Soza me ya ji bo 33’yan ew e ku em ê teqez wê têkoşîna azadiyê bilind bikin."
 
'EM Ê HESAB BIPIRSIN'
 
Endama Ciwanên Azadîxwaz Rozana Ûrkûn metna çapemeniyê ya hevpar xwend. Ûrkûn got: "Ew ên dan dû şoreşê, ew ên dan ser rêça şoreşê, ji bo çirûska şoreşê ya li Rojavayê pêket xwestin di navbera gelê kurd û tirk da pirekê ava bikin. Ew zarokên Geziyê ne û xwestin berxwedana Geziyê û ŞOreşa Rojavayê bînin cem hev. 33 rêwiyên xeyalan ji aliyê çeteyên barbar ên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Em ciwan heta em hesabê komkijiya Amed, Pirsûs, Enqere û hemû komkujiyên din nepirsin dê hêrsa me netebite. Em careke din diqîrin heta kevirê dawî yê piran pira azadî û biratiyê neyê danîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Piştî daxuyaniyê polîsan mudaxaleyî girseya ku xwest bimeşe Qada Gundogdûyê kir. Polîsên ku bi gaza îsotê û guleyên plastîkî mudaxeleyî girseyê kirin, Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Çinar Altan û 2 parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem  jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
 

Sernavên din

21/07/2022
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin