Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir 2022-07-20 20:30:14   ENQERE / ÎZMÎR – Polîsan mudaxileyî rêxistinên ciwanan ên ku li Îzmîr û Enqereyê ji bo bibîranîna 33 kesên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin kom bûbûn, kir. Di mudaxaleyê de gelek ciwan hatin binçavkirin.   Li Enqereyê ji bo 33 ciwanên ku gava ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, hat xwestin ku çalakiya bibîranînê bê lidarxistin. Beriya bîranîna ku dê li Guvenparkê bihata lidarxistin, rêxistinên ciwanan li Kizilayê hatin dorpêçkirin.   GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan hemû rêyên ber bi Guvenparkê ve diçin girtin. Piştî vê rêxistinên ciwanan bi dirûşmeyên "Pirsûsê ji bîr neke" û "Dewleta kujer wê hesab bide" li Kolana Îzmîrê meşiyan. Di meşê de ciwan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan bêyî hişyarî bi gaza îsotê mudaxele kirin. Ciwanên ku bertek nîşanî destwerdanê dan û di bibîranîna 33 rêwiyên xeyalan de israr kirin, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û hatin binçavkirin.    Di mudaxaleyê de gelek kes hatin binçavkirin.   CARA DUDOYAN MUDAXILE   Komeke ciwanan a din jî xwest li Guvenparkê kom bibe, lê polîsan mudaxeleyî wê jî kir. Ciwanên ku dirûşmeyên "Pirsûsê ji bîr neke" berz kirin, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û bi zorê li wesayîta binçavkirinê hatin siwarkirin. Rojnamegerên ku xwestin dîmenên mudaxaleya polîsan tomar bikin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.   Girseya ku binçavkirina ciwanan a li Guvenparkê protesto kir li Kolana Bestekar kom bû û meşiya. Girse piştî berzkirina dirûşmeya "Ji Pirsûsê re edalet, ji bo her kesî edalet" belav bû.   ZÊDETIRÎ 30 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Di mudaxaleyê de zêdeyî 30 ciwan hatin derbkirin û binçavkirin. Ji kesên di mudaxileya polîsan de hatin binçavkirin navê hin kesan wiha ye: “Sînem Kaplan, Îbrahîm Demîryûrek, Devîn Asya Açikelî, Berke Arben, Adem Guler, Dîlara Kaya, Onur Çakmak, Ozan Denîz Odemiş, Mahmut Demîr, Semih Erdem Çankaya, Nîsan Çira, Leylanur Mavîlî, Zeynep Halegul Baydîlî, Zeynep Kûrt, Erdogan Can Samûr, Erturk Soysal, Hîvda Selen, Yagmûr Alaz Gulveren, Çetîn Karakaya, Ûmût Korkûtan, Selma Tokaç, Çagla Mergurt , Tûba Koçer, Sena Bademlî, Cem Polatcan, Anîl Şîmşek û Cem Yilmaz.”   ÎZMÎR   Rêxistinên ciwanên Sosyalîst ên Îzmîrê jî di 7’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Pankarta "Edaleta ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî ye" nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên wekî "Kujer DAIŞ hevkar AKP", "Dê tu xewn bê dawî nemîne", "Pirsûsê ji bîr neke, bila neyê jibîrkirin" û "Amed, Pirsûs, Enqere hesap bipirse” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Mûrat Çepnî û Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sekretera Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Coşkûn Ûstercî û gelek welatiyan piştgirî dan daxuyaniyê.   Daxuyanî ewilî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin dest pê kir.   ŞOREŞA ROJAVAYÊ   Di daxuyaniyê de ewilî Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî axivî. Çepnî got: "Silav li kesên ku di Şoreşa Rojavayê de canê xwe dane. Serdest hewl didin Rojhilata Navîn bikin goristana gelan û dijminatiya gelan bikin. Di vê demê de navê avakirina jiyana hevbeş a li ser asasên azadiya jinê û eklojiyê Şoreşa Rojava ye. 33 rêwiyên xeyalan ji bo girêdana xwe bi şoreşê re diçûn Kobanê bajarekî wêrankirî ava bikin. Hemû Lê rastê êrişa DAIŞ'a barbar hatin ku hemû cîhan û dewleta tirk piştgirtiya wê dikir. Ên me yî herî hêja wergirtin. Lê tovên ku wan reşandiye her roj mezintir dibin. Ev têkoşîn wê li kolanan rabe, ev têkoşîn wê demokrasiya rast û aşitiyê bîne. Soza me ya ji bo 33’yan ew e ku em ê teqez wê têkoşîna azadiyê bilind bikin."   'EM Ê HESAB BIPIRSIN'   Endama Ciwanên Azadîxwaz Rozana Ûrkûn metna çapemeniyê ya hevpar xwend. Ûrkûn got: "Ew ên dan dû şoreşê, ew ên dan ser rêça şoreşê, ji bo çirûska şoreşê ya li Rojavayê pêket xwestin di navbera gelê kurd û tirk da pirekê ava bikin. Ew zarokên Geziyê ne û xwestin berxwedana Geziyê û ŞOreşa Rojavayê bînin cem hev. 33 rêwiyên xeyalan ji aliyê çeteyên barbar ên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Em ciwan heta em hesabê komkijiya Amed, Pirsûs, Enqere û hemû komkujiyên din nepirsin dê hêrsa me netebite. Em careke din diqîrin heta kevirê dawî yê piran pira azadî û biratiyê neyê danîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."   GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN   Piştî daxuyaniyê polîsan mudaxaleyî girseya ku xwest bimeşe Qada Gundogdûyê kir. Polîsên ku bi gaza îsotê û guleyên plastîkî mudaxeleyî girseyê kirin, Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Çinar Altan û 2 parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem  jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.