Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin

  • rojane
  • 12:45 18 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Koray Turkay ku ji Komkujiya Pirsûsê bi birîndarî xelas bûbû wiha got: “Mebesta wan a li Pirsûsê ew bû ku vînê me ji holê rakin. Lê belê xeyala têkoşîna hevpar a 33’yan a li dijî kapîtalîzmê, roj bi roj mezintir dibe.” 

Bi mebesta jinûveavakirina Kobanê, bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi dirûşma “Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin” kampanya hatibû destpêkirin. Ciwanên ku bi xwe re pêlîstok, pirtûk û xurek anîbûn, di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê hatin ba hev. Di encama êrişa bombeyî ya endamê DAIŞ’ê de 33 ciwan hatin qetilkirin û nêzî 100 kes jî birîndar bûn. Bi ser komkujiyê re 7 sal derbas bûn.  
 
Kesên di komkujiyê de bi birîndarî xelas bûn û malbatên ciwanên di komkujiyê de hatine qetilkirin, ev 7 sal in têkoşîna edaletê didin. Kesên ku li dora banga “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet” kom bûyîn, hem li dadgehan û hem jî li kolanan dixwazin ku kujer bên dîtin. Yasîn Can û Koray Turkay ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbûn, têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê axivîn. 
 
CAN: EM JI BO ŞOREŞÊ ÇÛN 
 
Yasîn Can, da zanîn ku mebesta wan a çûna Pirsûsê ew bû ku pirekî ava bikin û piştgiriyê bidin şoreşê û wiha got: “Min kampanyaya avakirinê li ser medyaya civakî dît û wisa tev li bûm. Dê me destên zarokên Geziyê û yên Kobanê bigihanda hev. Lê armanca DAIŞ’ê û yên piştgirî dida wan ew bû ku rê li ber armanca me bigirin. Dema em ber bi Pirsûsê ve diçûn pir bi kelecan bûn. Em ber bi cihê şoreş lê dihat avakirin ve diçûn. Me digot; ‘Kobanê ji bo hemû cîhanê keleha rûmetê ye’ û em jî ber bi wê derê ve diçûn. Dema em ketin bajêr, polîsan lêgerîn kirin. Li gel me tenê pêlîstok, pirtûk û xwarin hebû. Tevî ku dizanin jî mîna dijminan nêzî me dibûn. Piştre jî em hatin pêşiya Navenda Çandê ya Amarayê û me taştê xwar. Di taştê de gelek tişt nebûn lê em keyfxweş bûn. Ji ber ku kar û rêya me pîroz bû.” 
 
DEMA CENAZE LI ERDÊ XAZ AVÊTIN 
 
Bi domdarî Can wiha qala kêliyên komkujiyê kir: “Em ji bo daxuyaniyê kom bûn. Baş e ku hemû heval li wê derê nebûn. Em derdora 300-400 kesan çûbûn. Heke hemû kes bihata dê hejmara şehîdan zêdetir bûya. Polîsên piştî teqînê hatin cihê komkujiyê, xaz avêtin birîndaran.  Cenazeyên me li erdê bûn, xwîna me diherikiya lê polîsan dixwest em bêhtir bimrin. Me ji êrişa wan ev fêm kir. Ne tenê AKP, walîtî û wezareta karên hundir jî ji vê komkujiyê berpirsyar e. Divê hesaba vê were pirsîn. Berpirsyarê yekemîn serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû ye. Divê were hesabê bide. Lê ev daxwaza me hate redkirin.”
 
Can, bal kişand ser gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên “Vaye Kobanê ket, dikeve” û ev tişt anî ziman: “Me nîşanî Erdogan da ku gelê Kobanê neket. Xweziya derfetên me hebûna û ne bi 300 kesan lê hêviyên xwe bi 3 hezar kesan pêk bianiya. Xweziya em dîsa biçûna û me xeyalên hevalên xwe pêk bianiya. Ez hêj jî poşmaniya vê dijîm.”
 
TURKAY: KURDAN SERKEFTINEK BI DEST XIST
 
Têkildarî mijarê Koray Turkay jî diyar kir ku wê demê bû şahid ku Tirkiye sînorên xwe ji DAIŞ’ê re vedike û piştgiriyê dide êrişa li dijî Kobanê û wiha pê de çû: “Gelê kurd li wir li dijî DAIŞ’ê serkeftinek bi dest xist. Piştî serkeftinê jî min xwest beşdarî xebatên jinûveavakirinê bibim. Pêdiviya gelê kurd bi piştevaniyeke wiha hebû. Ji bo êrişeke polîsan em amade bûn lê li benda êrişeke xwekujiyê nebûn. Xwekuj li rexa min a çepê bû û hevalê Koray li wir bû. Korau, hinek bo min bû mertal. Di dema teqînê de min nezanî bê ka çi bûye. Demek piştre bi ser hişê xwe ve hatim û min deng bihîstin. Wê demê gelek xwîna min diçû û xewa min pir dihat. Weke ku bi xewa mirinê re hevnas bibim. Dema rabûm ser pêyan, min cenazeyên hevalên xwe dîtin. Min nekarî ragirim û piştre sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê kirin. Li wê derê du caran dilê min sekinî ye lê bijîşkan ez xelas kirim.” 
 
‘HEWL DAN FIKREKÎ BOMBE BIKIN’ 
 
Turkay, herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Bi komkujiyê ne tenê xwestin bikujin, her wiha xwestin li vê derê vînekê tune bikin. Hewl dan li Pirsûsê fikrekî bombe bikin. Lê belê xeyala têkoşîna hevpar a 33’yan a li dijî modernîteya kapîtalîst roj bi roj mezintir dibe. Sekna birûmet a hevalên me li Tirkiye û Kurdistanê aj dide. Piştevanî mezintir dibe. Komkujî, parçeyeke daxwaza Erdogan a ‘400 parlamenteran bidin, bila ev mesele çareser bibe’ bû. Encama vê gefê li Amed, Pirsûs û Enqereyê derket. Dîktatoriya AKP-MHP’ê jî bi vî awayî ava bû. Heke ev komkujî bê ronîkirin, dê desthilatdariya AKP-MHP’ê ji holê rabe. Heta ev tarîtî ji holê ranebe jî Tirkiye demokratîk nabe. Me di rewşên herî zehmet de têkoşîna xwe domand û dê ev têkoşîna me bidome.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

21/07/2022
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin