Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin 2022-07-18 12:45:53 ENQERE - Koray Turkay ku ji Komkujiya Pirsûsê bi birîndarî xelas bûbû wiha got: “Mebesta wan a li Pirsûsê ew bû ku vînê me ji holê rakin. Lê belê xeyala têkoşîna hevpar a 33’yan a li dijî kapîtalîzmê, roj bi roj mezintir dibe.”  Bi mebesta jinûveavakirina Kobanê, bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi dirûşma “Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin” kampanya hatibû destpêkirin. Ciwanên ku bi xwe re pêlîstok, pirtûk û xurek anîbûn, di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê hatin ba hev. Di encama êrişa bombeyî ya endamê DAIŞ’ê de 33 ciwan hatin qetilkirin û nêzî 100 kes jî birîndar bûn. Bi ser komkujiyê re 7 sal derbas bûn.     Kesên di komkujiyê de bi birîndarî xelas bûn û malbatên ciwanên di komkujiyê de hatine qetilkirin, ev 7 sal in têkoşîna edaletê didin. Kesên ku li dora banga “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet” kom bûyîn, hem li dadgehan û hem jî li kolanan dixwazin ku kujer bên dîtin. Yasîn Can û Koray Turkay ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbûn, têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê axivîn.    CAN: EM JI BO ŞOREŞÊ ÇÛN    Yasîn Can, da zanîn ku mebesta wan a çûna Pirsûsê ew bû ku pirekî ava bikin û piştgiriyê bidin şoreşê û wiha got: “Min kampanyaya avakirinê li ser medyaya civakî dît û wisa tev li bûm. Dê me destên zarokên Geziyê û yên Kobanê bigihanda hev. Lê armanca DAIŞ’ê û yên piştgirî dida wan ew bû ku rê li ber armanca me bigirin. Dema em ber bi Pirsûsê ve diçûn pir bi kelecan bûn. Em ber bi cihê şoreş lê dihat avakirin ve diçûn. Me digot; ‘Kobanê ji bo hemû cîhanê keleha rûmetê ye’ û em jî ber bi wê derê ve diçûn. Dema em ketin bajêr, polîsan lêgerîn kirin. Li gel me tenê pêlîstok, pirtûk û xwarin hebû. Tevî ku dizanin jî mîna dijminan nêzî me dibûn. Piştre jî em hatin pêşiya Navenda Çandê ya Amarayê û me taştê xwar. Di taştê de gelek tişt nebûn lê em keyfxweş bûn. Ji ber ku kar û rêya me pîroz bû.”    DEMA CENAZE LI ERDÊ XAZ AVÊTIN    Bi domdarî Can wiha qala kêliyên komkujiyê kir: “Em ji bo daxuyaniyê kom bûn. Baş e ku hemû heval li wê derê nebûn. Em derdora 300-400 kesan çûbûn. Heke hemû kes bihata dê hejmara şehîdan zêdetir bûya. Polîsên piştî teqînê hatin cihê komkujiyê, xaz avêtin birîndaran.  Cenazeyên me li erdê bûn, xwîna me diherikiya lê polîsan dixwest em bêhtir bimrin. Me ji êrişa wan ev fêm kir. Ne tenê AKP, walîtî û wezareta karên hundir jî ji vê komkujiyê berpirsyar e. Divê hesaba vê were pirsîn. Berpirsyarê yekemîn serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû ye. Divê were hesabê bide. Lê ev daxwaza me hate redkirin.”   Can, bal kişand ser gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên “Vaye Kobanê ket, dikeve” û ev tişt anî ziman: “Me nîşanî Erdogan da ku gelê Kobanê neket. Xweziya derfetên me hebûna û ne bi 300 kesan lê hêviyên xwe bi 3 hezar kesan pêk bianiya. Xweziya em dîsa biçûna û me xeyalên hevalên xwe pêk bianiya. Ez hêj jî poşmaniya vê dijîm.”   TURKAY: KURDAN SERKEFTINEK BI DEST XIST   Têkildarî mijarê Koray Turkay jî diyar kir ku wê demê bû şahid ku Tirkiye sînorên xwe ji DAIŞ’ê re vedike û piştgiriyê dide êrişa li dijî Kobanê û wiha pê de çû: “Gelê kurd li wir li dijî DAIŞ’ê serkeftinek bi dest xist. Piştî serkeftinê jî min xwest beşdarî xebatên jinûveavakirinê bibim. Pêdiviya gelê kurd bi piştevaniyeke wiha hebû. Ji bo êrişeke polîsan em amade bûn lê li benda êrişeke xwekujiyê nebûn. Xwekuj li rexa min a çepê bû û hevalê Koray li wir bû. Korau, hinek bo min bû mertal. Di dema teqînê de min nezanî bê ka çi bûye. Demek piştre bi ser hişê xwe ve hatim û min deng bihîstin. Wê demê gelek xwîna min diçû û xewa min pir dihat. Weke ku bi xewa mirinê re hevnas bibim. Dema rabûm ser pêyan, min cenazeyên hevalên xwe dîtin. Min nekarî ragirim û piştre sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê kirin. Li wê derê du caran dilê min sekinî ye lê bijîşkan ez xelas kirim.”    ‘HEWL DAN FIKREKÎ BOMBE BIKIN’    Turkay, herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Bi komkujiyê ne tenê xwestin bikujin, her wiha xwestin li vê derê vînekê tune bikin. Hewl dan li Pirsûsê fikrekî bombe bikin. Lê belê xeyala têkoşîna hevpar a 33’yan a li dijî modernîteya kapîtalîst roj bi roj mezintir dibe. Sekna birûmet a hevalên me li Tirkiye û Kurdistanê aj dide. Piştevanî mezintir dibe. Komkujî, parçeyeke daxwaza Erdogan a ‘400 parlamenteran bidin, bila ev mesele çareser bibe’ bû. Encama vê gefê li Amed, Pirsûs û Enqereyê derket. Dîktatoriya AKP-MHP’ê jî bi vî awayî ava bû. Heke ev komkujî bê ronîkirin, dê desthilatdariya AKP-MHP’ê ji holê rabe. Heta ev tarîtî ji holê ranebe jî Tirkiye demokratîk nabe. Me di rewşên herî zehmet de têkoşîna xwe domand û dê ev têkoşîna me bidome.”    MA / Firat Can Arslan