Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê

  • rojane
  • 09:01 8 Tîrmeh 2022
  • |

RIHA - Emîne Şenyaşar ku dê careke din cejnê li ber Edliyeya Rihayê pêşwazî bike bang li raya giştî kir ku "me bi tenê nehêlin" û got: "Roja edalet pêk bê dê cejn jî bê." 

Emîne Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî hevjînê wê Hecî Esvet û kurên wê Celal û Adil Şenyaşar qetil kirin, dê cejnê li ber Edliyeya Rihayê pêşwazî bike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo edalet pêk bê 487 roj in li ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" digirin.
 
Dayik Emîne Şenyşar diyar kir ku dê Cejan Qurbanê ya îsal jî bi "bêedaletiyê" pêşwazî bikin û cejn êdî ji bo malbata wê cihê xemgîniyê ne. 
'EDALETA VÊ DEWLETÊ TUNE YE'
 
Şenyaşar diyar kir ku ji roja ku komkujî çêbûye heya niha zilma li ser wan didome û got: "Ji bo bavê zarokên min Esvet Şenyaşar û 5 zarokên min bikujin êriş kirin. Hecî Esvet û du kurê min kuştin û her sê kurên min ên din bi giranî birîndar kirin. Kurê min Fadil jî xistin girtîgehê. Dixwazin wî jî di girtîgehê de birizînin û bikujin. 4 sal derbas bûn hê jî bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Ma ev edalet e? Edaleta vê dewletê tune ye. Tenê zilmê dike. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Ez dixwazim di vê cejnê de li cem kurê xwe bim."
 
Şenyaşar anî ziman ku di her cejnê de roja komkujiyê tê bîra wê û êşa wê girantir dibe û wiha domand: "Ez di her cejnê de di nava hêsiran de dimînim. Beriya komkujiyê cejnên me pir xweş bûn. Di her cejnê de zarokên min li cem min bûn. Me sibeha cejnê qurbana xwe ser jê dikir. Her 5 bira ji hev re pir baş bûn. Cejn ji bo me 4 sal berê qediya. Em bi kelecan li benda cejnê diman. Lê niha em di her cejnê de di nava hêsiran de dimînin." 
 
'ÇIMA NAYÊN GIRTIN?'
 
Şenyaşar destnîşan kir ku ew nikare li malê bisekine û wiha axivî: "Kurê min girtiye, 3 kes ji me kuştin. Mirov li nexweşxaneyan nayên kuştin. Em bi salan e li Pirsûsê esnaf in, lê em li kargeha xwe bi êrişê re rû bi rû man. Êdî bes e, me pir kişand." Şenyaşar diyar kir ku Nobeda Edaletê ya ku di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin hindik mayê 500 rojê wê temam bibin û got: "Bila kurê min berdin, bila kesên komkujî kirine bigirin. Çima wan nagirin? Ên komkujiyê kirin ne 4 kes in. Bi sedan kes in. Her tişt li ber çavan qewimî. Bila cezayê xwe bikişînin. Çima dozger gavina navêjin? Me nekevin ber gunehên me. Tiliya kê di vê komkujiyê de hebe bila bên cezakirin. Malbata min belawela kirin." 
 
'ME BI TENÊ NEHÊLIN'
 
Şenyaşar diyar kir ku dê di Cejna Qurbanê de li ber Edliyeya Rihayê bin û got: "Heya kurê min neyê berdan ez ê li vira rûnêm. Dê bibe cara çaran ku em cejnê li ber edliyeyê pêşwazî dikin. Ên komkujî kirin dê cejna zarokên xwe pîroz bikin. Lê em ê li ber edliyeyê bin. Kî karibe were bila were cejna me. Me bi tenê nehêlin." 
 
Şenyaşar bal kişand ser Nobeda Edlatê ya li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dayik pir êş kişandin. Gelek dayik li benda zarokên xw eyên girtî ne. Bila ew jî bigihên zarokên xwe. Roja edalet pêk bê dê ew roj cejn be." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

09/07/2022
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin
12:21 Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin
12:01 Li Zapê leşkerek hate kuştin
12:00 Hevşaredarê Bedlîsê yê berê Olan hat berdan
11:43 Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike
11:23 Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê
10:46 Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir
10:41 Li çoltera Şaxê şer derket
10:37 Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe!
10:27 Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe
10:13 Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin
10:13 Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket
09:54 Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
09:53 Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e
09:26 Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin
09:18 'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
09:01 'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e'
09:01 Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne
09:00 Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!
19:07 Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
17:18 Ozer a ku di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çû, milê wê şikest
17:03 Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket
16:40 Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand
16:19 Li Geverê li gelek deveran fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin
15:39 Ji xala 301’ê ji bo Onder ceza hat xwestin
15:37 Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye
14:53 ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane
14:13 Ji Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz derket
14:00 Binçavkiriyên li Edeneyê îfade dan dozgeriyê
13:44 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 485’an de ye
13:33 Li Hevserokên HDP’a Turgutluyê ceza hat birîn