Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê 2022-07-08 09:01:45 RIHA - Emîne Şenyaşar ku dê careke din cejnê li ber Edliyeya Rihayê pêşwazî bike bang li raya giştî kir ku "me bi tenê nehêlin" û got: "Roja edalet pêk bê dê cejn jî bê."  Emîne Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî hevjînê wê Hecî Esvet û kurên wê Celal û Adil Şenyaşar qetil kirin, dê cejnê li ber Edliyeya Rihayê pêşwazî bike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo edalet pêk bê 487 roj in li ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" digirin.   Dayik Emîne Şenyşar diyar kir ku dê Cejan Qurbanê ya îsal jî bi "bêedaletiyê" pêşwazî bikin û cejn êdî ji bo malbata wê cihê xemgîniyê ne.  'EDALETA VÊ DEWLETÊ TUNE YE'   Şenyaşar diyar kir ku ji roja ku komkujî çêbûye heya niha zilma li ser wan didome û got: "Ji bo bavê zarokên min Esvet Şenyaşar û 5 zarokên min bikujin êriş kirin. Hecî Esvet û du kurê min kuştin û her sê kurên min ên din bi giranî birîndar kirin. Kurê min Fadil jî xistin girtîgehê. Dixwazin wî jî di girtîgehê de birizînin û bikujin. 4 sal derbas bûn hê jî bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Ma ev edalet e? Edaleta vê dewletê tune ye. Tenê zilmê dike. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Ez dixwazim di vê cejnê de li cem kurê xwe bim."   Şenyaşar anî ziman ku di her cejnê de roja komkujiyê tê bîra wê û êşa wê girantir dibe û wiha domand: "Ez di her cejnê de di nava hêsiran de dimînim. Beriya komkujiyê cejnên me pir xweş bûn. Di her cejnê de zarokên min li cem min bûn. Me sibeha cejnê qurbana xwe ser jê dikir. Her 5 bira ji hev re pir baş bûn. Cejn ji bo me 4 sal berê qediya. Em bi kelecan li benda cejnê diman. Lê niha em di her cejnê de di nava hêsiran de dimînin."    'ÇIMA NAYÊN GIRTIN?'   Şenyaşar destnîşan kir ku ew nikare li malê bisekine û wiha axivî: "Kurê min girtiye, 3 kes ji me kuştin. Mirov li nexweşxaneyan nayên kuştin. Em bi salan e li Pirsûsê esnaf in, lê em li kargeha xwe bi êrişê re rû bi rû man. Êdî bes e, me pir kişand." Şenyaşar diyar kir ku Nobeda Edaletê ya ku di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin hindik mayê 500 rojê wê temam bibin û got: "Bila kurê min berdin, bila kesên komkujî kirine bigirin. Çima wan nagirin? Ên komkujiyê kirin ne 4 kes in. Bi sedan kes in. Her tişt li ber çavan qewimî. Bila cezayê xwe bikişînin. Çima dozger gavina navêjin? Me nekevin ber gunehên me. Tiliya kê di vê komkujiyê de hebe bila bên cezakirin. Malbata min belawela kirin."    'ME BI TENÊ NEHÊLIN'   Şenyaşar diyar kir ku dê di Cejna Qurbanê de li ber Edliyeya Rihayê bin û got: "Heya kurê min neyê berdan ez ê li vira rûnêm. Dê bibe cara çaran ku em cejnê li ber edliyeyê pêşwazî dikin. Ên komkujî kirin dê cejna zarokên xwe pîroz bikin. Lê em ê li ber edliyeyê bin. Kî karibe were bila were cejna me. Me bi tenê nehêlin."    Şenyaşar bal kişand ser Nobeda Edlatê ya li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dayik pir êş kişandin. Gelek dayik li benda zarokên xw eyên girtî ne. Bila ew jî bigihên zarokên xwe. Roja edalet pêk bê dê ew roj cejn be."    MA / Emrûllah Acar