Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye

  • rojane
  • 09:20 29 Hezîran 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Şeniyên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re dan û gotin: “Berpirsyare vî şerî malbata Barzanî ye. Îro li ser kurdan bazirganiyê bi dijmin re dikin. Bes xiyanetê bikin.” 
 
Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe di 17'ê Nîsanê de êrîşeke berfireh da destpêkirin. Êrîşên ku bi piştgiriya PDK'ê li herêmê berdewam dikin, heta niha tu encam negirtin. Li herêmê pêvçûnên dijwar diqewimin. Li hemberî şerê ku bi erêkirina PDK'ê hatiye destpêkirin nerazîbûn jî berdewam dikin. Şeniyên ji gundên Pîrosa û Setkarê yên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî hevkariyê dan û gotin ku berpirsyarê vî şerî PDK'e ye û bang li her çar perçeyên Kurdistanê kir ku kurd bibin yek. 
 
'BERPIRSYARÊ VÎ ŞERÎ MALBATA BARZANÎ YE' 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Huseyîn Yîgît (73) ê ji gundê Pîrosa anî ziman ku tev li bûna PDK'ê ya şer wê bi xwe re zirarên gelek cidî bîne û wiha axivî: “Divê ku êdî kes neyê kuştin. Li her çar perçeyan kurd hemû yekin û birayê yekin. Kuştin, girtin zirarê dide. Pêwîst bû ku kurd nebana alîgirê şer û şer nexwestiba. Kurdê li vir heta niha ji bo kurdê başûr gelek tişt kirine. Barzanî berjewendiyên gelê kurd dike qurbana berjewendiyên malbata xwe. Ger li gorî berjewendiyên gelê xwe tevbigere ev şerê ku bi wê hevkariya wî hatiye bidestpêkirin wê bi dawî bike, lê eger li gorî berjewendiyên malbata xwe tevbigere wê vî şerî bidomîne. Bila bes şerê birakujiyê bikin. Em hemû jî xwişk û birayê êkûdu ne. Berpirsyarê vî şerî malbata Barzanî ye. Heger ji tirkan re bigota, 'Em xwîna birayê xwe narijînin. Çi karê me li van çiyayan heye. Ev çiya çiyayên Kurdistanê ne.' Tirkiye îro nediket wê derê. Ev tişt me diêşîne. Ev zirarê dide me. Ev zirare jî wê pêvajoyê dirêj bike. Qasî ku em li dijî hevdû bin, wê dijmin pêşve biçe. Ji ber wê em êdî yekitiyê dixwazin. Bi fîîlî tevlîbûna PDK'ê ya şer wê zirareke gelek mezin bi xwe re bîne. Kurd wê yek bi yek zirarê bibînin. Kuştina kurdan kêrî kesî nayê.”
 
'BARZANÎ BÊRÛMETIYÊ DIKE' 
 
Ji heman gundî Nurî Yîgît (58) jî diyar kir ku tiliyakê di vî şerî de hebe wê di dîrokê de hesab bide û got: “Em aşitiyê dixwazin bila ev şere bisekine. Bila bes bira birayî bikuje. Divê kurd hemû bibin yek. Êdî bila ev xiyanete ji nava me rabe. Heger wisa bidome, dibe kurd ji bedelên ku heta niha dayin gelek zêdetir bedel bidin. Divê ku Barzanî li xwe vegere û vî şerê birakujiyê bide sekinandin. Barzanî bêrûmetiyê dike. Îro Barzanî xiyanetê li xwişk û birayên xwe dike. Di navbera kurdê li çar perçeyan de tu cudahî nîne. Em biratiyê dixwazin. Divê ev xiyanete di nava me de derkeve. Dema ku em di nava xwe de bûn yêk dewlet nêçare ku aşitiyekê pêk bîne. Lê heger ku em nebin yek wê her tim yek li serê me bide.”
 
'LI SER KURDAN BAZIRGANIYÊ DIKIN'
 
Yek ji şeniyên gundê Setkarê Soylemez Temel (48) jî bertek nîşanî erêkirina şer a PDK'ê da û ev tişt anî ziman: “Mesut Barzanî deriyê Kurdistanê ji gelê xwe re girtiye û ji dijmin re jî vekiriye. Tirk hemû hevalên wî ne. Destê xwe didin Erdogan û xiyanetê li gelê kurd dikin. Xiyanetê li zarok, jin û ciwanên kurdan dikin. Çi nemaye ku nekiriye. Zarokên me îro li wir ji bo parastina axa wî tedikoşin. Wê axê zarokên me diparêzin. Lê ji gelê xwe re dibêje, 'Herin hûn li vir çi dikin, ez we naxwazim' bi dijmin re hevkariyê dike. Li wir serî li her rêbazekî dan lê dîsa jî bi ser neketin. Ew ê nikarin bi serkevin jî, wê serkeftin a me be. Kobanê bi serket wê Zap jî biserbikeve. Li Kobanê DAIŞ'ê nekariya wê îro jî li Zapê nekarin. Tenê tişta ku ji me re pêwîst ew e ku em bibin tifaq û di nava xwe de silha xwe bikin. Bila bes hevdû bifiroşin. Dilê dayikan dişewite bila ev şere bisekine. Divê dayik biçin parlementoyê û li wir daxwaz bikin ku ev şere bisekine. Tenê daxwaziya me tifaqa gelê kurde. Barzanî wê her tim bi dewleta tirk re be. Çimkî xwe firotiye dewleta tirk. Armanca Barzanî ew e ku kurdan ji wir derbixîne û tirkan bi cih bike. Lê ne Erdogan, ne jî Barzanî wê neyê efû kirin. Li ser kurdan bazirganiyê dikin. Bes bibin hevalên dewleta tirk û Barzanî.”
 
'MA EW NE KURD BÛ?' 
 
Yek ji şêniyan Meryem Cîn (68) jî daxwaz kir ku ev şerê ku Barzanî daye destpêkirin, bi dawî bike û got: “Barzanî dijmine. Bi van kirinan xayintiyê li xwe dike. Ma ew jî ne kurd bû? Xwedê vê zilma wan qebûl neke. Xwedê heqê kurdan berze neke. Zimanê wan, nasnameya wan kurde. Bi pereyî xwe difiroşin. Xwedê tifaqekê bêxe nava kurdan. Ma nabînin ku kurd di çi rewşê de ne? Bila dawiyê li bira kuştinê bînin.”
 
'DAWIYÊ LI XIYANETÊ BÎNE' 
 
Ji gundê Pîrosa Pîroz Yîgît (40) jî diyar kir ku şaşitiya ku îro Barzanî dike wê bibe sedemê komkujiyekî û wiha axivî: “Em naxwazin ku şer çêbibe. Bila ev şere bê sekinandin. Bila bes dilê dayikan bişewite. Em jî aramiyekî dixwazin. Me gelek bi çavê xwe ditin. Ew tişta ku me dîtî em naxwazin ku zarokên me bibînin. Barzanî çawa pişta xwe dide gelê xwe? Bila dawiyê li vê xiyanetê bîne. Bila bi gelê xwe re bibe yek. Bila bes êş bikeve, taxan, sûkan û bajaran.”
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/06/2022
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan