34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin

  • rojane
  • 16:38 28 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 34 rêxistin û partiyên siyasî têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de bang li hêzên koalîsyona navneteweyî hat kirin ku qada hewayî bigirin. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 34 rêxistin û partiyên siyasî têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Dîplomatîk a Qamişloyê hate dayîn û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên beşdar bûn. Daxuyanî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hate kirin. Daxuyaniya hevpar ji hêla endamê Partiya Muhafazakar Ednan Izo, endamê Partiya Yekitiyê ya Sûriyeyê Gabrîel Şemûn û Serokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di gelek daxuyanî û helwestên navneteweyî de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku li gorî herdu peymanên agirbestê yên di cotmeha 2019'an de tevbigere û ev tişt hatin destnîşankirin: “Ev peyman ji bo ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu operasyonan neke û êrişên nû pêk neyîne hatibûn îmzekirin. Lê belê dewleta tirk a dagirker kiryarên xwe yên dijminane yên li dijî gelên herêmê bi rêya balafirên bêmirov û bi bombebarankirina bajar, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê didomîne. Herî dawî jî li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Kurdistanê êrişî Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî kir. 
 
Dewleta tirk projeya xwe ya berfirehkirina dagirkeriyê li herêmê didomîne. Dewleta tirk bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir û sûcên şer li dijî sivîlan pêk anî. Her wiha qirkirina etnîkî dike, gel bi darê zorê koçber dike û demografyaya herêmê diguherîne. 
 
BÊHELWESTIYA NY’Ê DIBE SEDEMA ÊRIŞAN
 
Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî van binpêkirinên qanûna navneteweyî yên dewleta tirk helwestekî tund nîşan nade, dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî herêmê zêdetir dike, qada dagirkeriya xwe firehtir dike û hewl dide projeya xwe ya mêtingeriyê mezintir bike. Sedema van hewldanan jî bêhelwestiya NY’yê. 
 
Dewleta tirk ku endama Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ'ê ye, li Rojhilata Navîn wekî dewleteke hov tevdigere û li dijî gelên herêmê polîtîkayên terorê dimeşîne. Bi salan li ser sînorên xwe li dijî DAIŞ'ê şer nekiriye; berovajî vê çûn û hatina terorîstan ji bo Sûriyeyê hêsan kir û alîkariya serkirdeyên terorîstên DAIŞ'ê û El Nusrayê li navçeyên ku dagir kirine, dike.
 
CIHÊN DAGIRKIRÎ BO TERORÎSTAN BÛNE CIHÊN GUNCAV
 
Her tevgereke nû ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê hemû destketiyên hevpeymana navdewletî û hevpeymanên wê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re têk bibe. Her wiha hewlên wan ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst qels dike û dibe sedema pêlên penaberiyê ji bo Ewropa û welatên herêmê. Di heman demê de cihekî guncav ji bo terorîstên herî xeter ku di kamp û zindanan de ne, peyda dike da ku carek din li herêmê zindî bibin.
 
BANG LI KOALÎSYONÊ KIRIN
 
Di serî de DYA, Ingilistan û Fransa, banga me ji bo endamên Koalîsyona Navdewletî ew e ku li dijî dewleta tirk tevbîrên tund bigirin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li balafirên wê bigirin. Da ku pêşî li êrişeke nû ku wê jiyana milyonan mirovan bixe xetereyê, bigirin. Em bang li keç û xortên gelê xwe yên li welat û derveyî welat dikin ku dest bi çalakiyan bikin û zextê bikin da ku rê li ber vê êrişê bê girtin û ji ber sûcên wê yên dermirovî, hesab ji dewleta tirk bê xwestin.”
 
NAVÊN PARTIYAN 
 
Navên partiyên ku daxuyanî dane wiha ne: "Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriyeyê, Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê, Yekitiya Şexîlê ya Kurdistanê, Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê, Desteya Niştimanî ya Erebî, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Komarî ya Kurdistanê, Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê, Tevgera Reform-Sûriyeyê, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Yekitiya Niştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Partiya Muhafazakaran a Demokratîk, Partiya Têkoşînê ya Demokratîk, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojava Kurdistan, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El partî), Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê, Desteya Koordîneyê ya Niştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokratîk) û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)."
 

Sernavên din

30/06/2022
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan